Mentiq yek e: Îradeyê bişkîne, bêşexsîyet bike û bi xwe ve girêbide. Ji bo vê amancê perwerde, kiryar û reftar çendî westayane û taybet bin, dozaja perwerdeyê çiqas bilind be, mîzac û karakterê muxataban jî ewçend ji hundir ve diguhere û di wan de ruhê bendetiyê ji kûr ve çêdibe.
***
Ji bo me kurdan hemî dewr û zeman zehmet bûne. Ji her tiştî xirabtir, me firsend nedîtîye ku em bibin “xwe”. Ne pêşîyên me rojeka xweş dîtine, ne me dît. Mesela, salên 1990î wisa dijwar bûn ku niha ez dibêjim qey ew sal tarîxeka ji vir bi qasî sed sal berê bû. Di nav çend salan de çar-pênc hezar gundên me hatin valakirin, nîvê welatê me wek herêma qedexe hat îlankirin. Li her derê agir dibarîya, çiya dişewitîn. Li bajaran girtin, îşkence, kuştin; li her derê mirin hebû. Demografîya me serûbin bû, ji cihê xwe leqîya; nîvê xelkê me li welatan belav bû. Di zemanekî wisa de, di havîna sala 1996an de min hew dî ku li Diyarbekirê ez bûme yek ji îdarekarên Halkın Demokrasi Partisi. Lê piştî 15ê sibata 1999an min ji siyasetê îstîfa kir û careka din nêzî tu partîyekê nebûm.
Dema ez îdarekar bûm, carekê serokê partîyê Murat Bozlakê rehmetî (1952-2015) hat Diyarbekirê. Em bi qelebalixeka mezin çûn pêşîyê. Ji bajarên derûdorê jî endam û îdarekarên partîyê hatibûn. Dema ku meşa me qediya, min dît ji îdarekarên partîyê yên Meletîyê camêrek ji hevalên xwe re dibêje “Şêst hezar lîra pere ji cêba min hatiye dizîn.” Wê demê ev pereyekî baş bû. Helbet dizî tim hebûye, li her derê û li Diyarbekirê jî diz hebûne. Lê ez li ber ketim; esas, li ser navê Diyarbekirê min fedî kir.
Li wan deman hîsîyata kurdbûnê zêde bû, hukmê partîyê li ser gel hebû, xelkê qedir û qîmeteka mezin didan me. Miletê me mesafe xistibû navbera xwe û dewletê, gilî û gelşên xwe nedibirin qereqol û mehkemeyan, ji me re dianîyan. Lê ji ber wê meseleya dizîyê ez bi xwe ketim pey dizan. Min dema ku tehqîqat dikir, endamekî me got “Ez serekên wan nas dikim. Eger tu bixwazî, ez ê êvarekê wan ji te re kom bikim.”
Ez çûm. Di nav Sûrê de, li qehwexaneya Xançepekê şeş-heft camêr li benda min bûn. Ji ber min rabûn piyan. Hurmeteka mezin nîşanî min dan. Tenê yek di temenê min de bû, yên din salmezin, por û rîha wan tev sipî bûn. Ez heyirî mam ku evên hane çawa diz yan jî serekên dizan in. Ji ber ku wî endamê me berê mesele ji wan re gotibû lewre rasterast ketin xeberdanê. Bi Tirkîya hebeş a Diyarbekirî xeber didan. Yekî got “Yan dizekî amator li cêba hevalê we xistiye yan jî ji cêba wî ketiye. Em di mitîngên partîyên din de texsîr nakin, lê di partîya me de em tiştekî wisa nakin.” Min ji vê îfadeyê fêm kir ku ew xwe profesyonel dibînin, HADEPê jî wek partîya xwe dizanin. Yekî din got “Dema em bikevin nav qelebalixeka wisa, ne ku tenê yek, em li cêba gelek kesî dixin.” Yekî din ew tesdîq kir û bi samîmîyet got “Wan demên berê mitînga ANAPê hebû, me li cêba gelek kesî xist.”
Gelek tişt gotin û xwe ji pereyê wî hevalê me bêrî kirin. Lê min got “Dizî karekî pîs e. Hûn keda însanan dixwin…” Gotin “Eger enayî hebin, dê qurnaz jî hebin. Enayî heq dikin ku qurnaz malê wan bixwin. Dinya wisa digere…” Hingê min fêm kir ku diz xwe “qurnaz” û kesê ku dibe hedef jî “enayî” bi nav dikin. Peyvên “diz” û “dizî”yê di lîteratura wan de tune ne!
Nêzîkî rabûnê min got “Dibe ku elemanekî we li cêba wî hevalê me xistibe, xebera we jê nebe. Ji elemanên xwe bipirsin…” Hingê hemîyan bi cidîyet got “Tiştekî wisa mimkun nîne! Dixwazî lîrayek yan milyon lîra be, eger elemanekî me be, ji me venaşêre, tîne dike destê me.” Lê ez îqna nebûm. Min xatir xwest, ez rabûm. Ji wan yê ku di temenê min de bû bi min re hat derve, got “Heval, ez dixwazim em li derekê rûnin.” Em di derîyê Erbedaşê re derketin, li derveyî bedenê rûniştin. Min meraq dikir ku ew çawa ji elemanên xwe ewqas bawer dibin. Li ser vê, wî camêrî ji min re behs kir ku ew elemanên xwe çawa perwerde dikin. Tiştên ku wî gotin, ez teqrîben neqil dikim.
Got, her abêyek qurnazên xwe hê di temenê binîya panzdehan de perwerde dike. Bi taybetî ji zarokên malbatên bêkes hildibijêre. Pêşî hêdî hêdî digire nav ekîba xwe; pere û îmkan didinê, jê re dibin palûpişt ku xwe di nav qurnazan de ewle, têr, xurt û hêzdar bibîne. Ji bo ku cesaret bigire û hîn bibe çend car bi xwe re dibin karên basît. Eger tam hînê wan bû, hingê xetayek pê didin kirin. Mesela, abê mîna ku nehejmartibe yanî nizanibe çiqas e, pereyekî zêde teslîmî wî dike, wisa dike ku dema ew pere îade bike, ji nav wî pereyî hinek ji xwe re hilîne. Eger qurnazê xeşîm ket vê dafikê, abê wî li odayekê hepis dike, tazî dike, dest û lingên wî girêdide û bi temamê hêrsa xwe wî dide ber qamçîyan. Ava sar lê dike û qamçî dike. Li gorî miqawemeta qurnazî ev kirin dibe ku çend roj, belkî hefteyek jî dewam bike, heta ku îradeya wî tam bişikê. Piştî vê, ji bo ku qurnaz bi abê ve tam were girêdan, îcar abê dest bi hezkirineka taybet dike; jê re xwarinê tîne, zikê wî têr dike. A di vê merheleyê de sê roj li ser hev dikeve lîwataya wî. Êdî qurnaz eynî wek bendeyan temamen bi abê ve tê girêdan. Ji vir pê ve heta bi heta bi abê re sadiq dimîne.
Ji bo ku ez yeqîn bim wan li cêba hevalê me nexistine lewma wî ev sirrên meslega xwe ji min re vekirin. Çimkî di dawîyê de wî dubare got “Tu emîn be, me li cêba hevalê we nexistiye.”
Tiştê ku min ji wî abêyî fêm kir, usûla perwerdeya wan edeteka klasîk ya kevn e, ji mêj ve hatiye tetbîqkirin û nesil bi nesil dewam kiriye. Çi qurnazê ku ji vê tedrîsatê derbas bûbe bi temamê hîsîyata xwe di kûrahîya ruhê xwe de wek bendeyan bi abê ve tê girêdan û dinyaya qurnazî êdî tenê ew şebeke ye. Ji wan dûrketin yan ji nav wan derketin ji bo wî ji mirinê jî zehmettir e.
Dibe ku gelek metod û versîyonên din jî hebin lê di bingeh de mentiq ev e: ji bo ku însanek bi yekî ve, yan jî bi komik, grûb, şebeke û teşkîlatekê ve were girêdan, heta ku îrade bişikê û şexsîyet tune bibe, bi awayekî sîstematîk tê tehqîrkirin; wisa dibe ku ew kes li hemberî wê hêzê êdî xwe natiwana dibîne; şexsîyeta wî hîç dibe. Di proseya şîdetê de hîsên însanî yên mîna dilşewatî, rehm û şefqetê jî di wî kesî de dimirin, tune dibin. Helbet ji alîyekî ve jî îmkanên jîyanê têne dayin. Êdî tenê otorîte heye, wek îlahê mutleq divê bi ruhîyeta xwe jê re îtaetê bike. Bi vî awayî, ew kes dinyayê ji wî hawirdorî îbaret dibîne. Çi kes yan tiştên ku li derveyî wê dinyayê ne, êdî ji bo wî zêde tiştek îfade nakin.
Perwerdeya îdeolojîk ku rêxistin dikin jî li ser ruhîyeta însan kêm zêde tesîreka wisa dike û perwerdeya sîstematîk ku dewlet dikin jî li ser xelkê teqrîben tesîreka wisa dike. Rîtuelên ku terîqet û cemaetên dînî tetbîq dikin jî li ser murîdan tesîreka wisa dikin. Meriv dikare bibêje kesên ku xûyê despotîk û dîktatorî di wan de hebe, ew jî ji bo ku merivên derûdora xwe bi xwe ve girêdin û tehekum bikin, reftarên wisa nîşan didin. Hasilî kelam, metodên gelek ji hev cihê hebin jî di bingehê de mentiq yek e: Îradeyê bişkîne, bêşexsîyet bike û bi xwe ve girêbide. Ji bo vê amancê perwerde, kiryar û reftar çendî westayane û taybet bin, dozaja perwerdeyê çiqas bilind be, mîzac û karakterê muxataban jî ewçend ji hundir ve diguhere û di wan de ruhê bendetîyê ji kûr ve çêdibe.
Derketina ji vî halî mimkun e, lê gelek zehmet e. Berîya her tiştî divê ev rewşa hanê were ferqkirin û ji her alîyî ve baş fêm bibe. Ferqkirin û fêmkirin jî wisa bi xwe çênabin. Divê firsenda zanînê bibînin, qabilîyeta wan a muhakemekirinê çêbibe. Piştî vê, îcar divê cesaret bikin û bixwazin îradeya xwe ji nuh ve saz bikin. Ev, ji bo kesan jî wisa ye, ji bo komel û miletan jî wisa ye.