Dikandaranên Diyarbekirê bi şewitandina dolaran zêdebûna dolar protesto kirin

Dikandaranên Diyarbekirê bi şewitandina dolaran zêdebûna dolar protesto kirin
Dikandaranên Diyarbekirê bi şewitandina dolaran zêdebûna dolar protesto kirin
Vahdet Uçar
  • 23 Kasım 2021 13:28

Li Diyarbekirê esnafan zêdebûna dolarê bi dirûşman ‘Esnaf mirine, hikûmet li ku ye’ protesto kirin. Dolar bi sloganan şewitandin. Esnafan got, “Tu bêhurmetiya me li hemberî pereyên tên şewitandin nîne, bêhurmetiya me li helwesta hikûmetê heye.”

Li gor nûçeya Sertaç Kayar a li Sputnikê, li Taxa Yenîşehîra Diyarbekirê esnafê ku piraniya wan telefonfiroş in, ji ber zêdebûna dolar çalakî li dar xistin. Telefonfiroşên ku li ber AZC Plazayê hatin cem hev, diyar kirin ku ji ber zêdebûna dolarê zirar dîtine.

Esnafan anîn ziman ku ji ber buhabûna dolar her roj biha diguherin û nikarin şûna telefonên ku difiroşin bi bi telefonên nû tije bikin û dolarên sexte şewitandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin, em wek esnafan dimirin.” Esnafan di dema şewitandina dolar de daxuyanî dan û gotin, “Tu bêhurmetiya me li hember pereyê şewitî nîne, tenê li rêveberî û helwesta hikûmetê ye.”
Dikandarên ku demek dirêj çalakiya xwe berdewam kirin, gelek caran dirûşmên “Esnaf mirin, dewlet li ku ye” berz kirin û piştre dawî li çalakiya xwe anîn.

Çavkanî: Gazete Duvar

Wêne: Sertaç Kayar/Sputnik