Erdal Kaya û Stand-Up a bi Kurdî

Erdal Kaya û Stand-Up a bi Kurdî
Erdal Kaya û Stand-Up a bi Kurdî
Beril Caymaz
  • 11 Mayıs 2023 14:42

Min Erdal Kaya cara ewîl 2 sal berê li Diyarbekirê di bernameyaka Sersala Kurdî da rû bi rû ditibû. (Sersala Kurdî 13 rojan piştî Sersala Mîladî tê pîrozkirin.) Di wê şevê da jî Şanoger, parêzer, mamoste, edîtor, nivîskar, derhêner, rojnameger û hunermendên navdar di nav da bi qasî 100 kes beşdarî çalakîyê bibûn. Yek jî wan kesan Erdal Kaya bû ku li wir derketibû ser dîkê û wekî Stan-Upeka kurt behsa çend bîranîna xwe kiribû. Reaksîyona beşdarên bernameye zêde bû, her kes bi gotinên wî dikenîya û difikirîya.

Duhî şev (Çarşêm) Erdal Kaya li Amedê Babel Terrace derket ser dîkê, lê ev Stand-up ne kurt bû. Erdal Kaya êdî bi Stand-Up’ên xwe yên bi Kurdî bajar bi bajar digere. Erdal Kayayî wê şeva sersalê yek jî wan mêvanan bû, ji ber vê yekê min ferqek mezin di navbera wî û mêvanen din da nedîtibû. Wê şevê li ser Erdal Kayayî pantorekî qumaş, gomleqekî bixet û qazaxakî tarî hebû. Lê şeva çûyî Kayayî bi cil û bergên xwe yê wekî mamostetîyî ji xwe derxistibû û bi tîşort û pantorekî reş derketibû pêş me. Êdî formata cil û bergên wî jî qulipîyaye ser yên Komedyenên Stand-Upê.

Ez bawerim ku kî/ê gotinên ‘Erdal Kaya û Amed’ bîne ber hew dê Şanoya Bajar a Amedê were hişê wî/ê. Ez û hevalên xwe jî bi fikra ku ’em ê biçin Şanoya Bajar a Amedê’ ji malê derketibûn. Ji ber ku me her tim şongerên Kurdan li Şanoya Bajar a Amedê didît. Lê me Erdal Kayayî ji bilî wê mekanê derekî din dit û ev mekan jî li Kayayî hatibû. Kesên ji bo temaşekirina wî hatibûn li ser kursî û masayên xwe dixwar, vedixwar û Kayayî temaşê dikir, dikenîyan.

Ew kesên ku ji bo temaşekirina wî hatibûn bala min kişand. Piranîya wan ciwan bûn. Di nav wan da jin û zilamên temênmezin, zarok jî hebûn. Her wiha çend malbat jî bir hev ra hatibûn. Tiştê baş ew bû ku wan hemû kesan guhdarîya wî dikir û dikenîyan.

Tiştên ku Kaya qal dikir li ser kurd, kurdbûn û malbata xwe bû. Minak behsa Çetin abêyekî kir ku got “ev Çetîn Abê di her malbatê da heye. Çetîn abê hemû problemên malbatî, teknîkî çareser dike.” Ev mijar ji alîyê temaşevanan ve reaksîyonên baş girt. Erdal Kaya bi rastî awayekî pêkenokî qala jîyan û malbatên me dikir. Erdal Kaya qala me dikir. Hemû kesan jî di gotinên wî da parçeyeka ji xwe didîtin. Dema ku wî behsa tiştekî dikir, hin kesan jî ji hevalên nik xwe ra bi destên xwe, xwe îşaret dikir û digotin:

“Ev ez im, erê cem me jî tiştên wiha hene”.

Wêne: Erdal Kaya / Instagram

Erdal Kaya nêzikî 2 seatan li ser dikê ma. Di wan seatan da ji salonê dengê çepik, ken û fikirandin kêm nebû.

Nezîkî 160 sal in li cîhanê Stand-Up heye. Helbet Erdal Kaya yekem kesê ku Stand-Upa Kurdî dikê, nîne. Lê wisa xuyaye ku dê gelek komedyenên Kurd sûd jê wergirin.

Niha ez ji ve dipirsim gelo em Stand-Upê bi kurdî çawa bi nav bikin?