Têbînîyên Amerîkayê – XIX

Yek jî xweştirîn cihên xwarinan bêgûman dawet in, heke li bajarê we cimaeteke cihûyan hebe, bibin aboneyê rojnameyeke ku xizmetê bo cihûyan dikin. Gotinên wek “Ez pismamê Marvinî me.”, yan piştî ku hûn navê bûkê hîn bûn, “Weeewww! Dorothy gelek xweşik xuya dike!” qewî baş in, lêbelê baldar bin, gotinên wek “Betty ne wek ku ducanî ye”, dê ne di cî de bin.

***

“Ji xeynî giyayên ku dê li ser gora te şîn bibin, em bi hêşînkirina Amerîkayê re mijûl nabin.”

Abbie Hoffman

“Azadiya derbirînê ew e ku di nava agireke geş û gurr de yek rabe û bi qêrîn bibêje şano!”

Gotineke pêşiyên Yippiyan

Împaratoriya Berazan

Çapa nû a kitêba Abbie Hoffmanî Steal This Book (Vê Kitêbê Bidize) ya ku wek Pêncîyemîn Edîsyona Hachette Goyê (2021, New York) derketiye, bi pêşekiya Lisa Fithianê dest pê dike, Hoffmanê ku salên xwe yên bendîxaneyê mîna dibistaneke vemayînê pênase dikir; li wir hîn bûye wekî çawan ji macûna diranan debûqan, ji kevçiyan kêra bi susta tê çêkirin, her weha rê û dirbên avakirina tora peywendiyên giriftar. “Li vir,” dibêje Hoffman, “hûn fêrî tekane rehabîlîtasyonê dibin, nefretkirina ji zilmê.” Lewre kitêba wî, ji hêlekê ve jî rêbereka vemayînê ya li bendîxaneyên Amerîkayê ye jî; ew rêyî me dike bê çawan em dişên ji bendîxaneyê birevin, dînamêtên ku dîwaran hildiweşîne dê li ku bête bicîkirin, bêgûman ev tevde hêmayên wî ne. Mezintirîn bendîxaneya li darê dinyayê heye ku Amerîka bi xwe be; ji qewlê Hoffmanî ve Împaratoriya Berazan e ew, diziya ji birayî xerabiyeke mezin e, lê xerabiyeke din jî heye; nediziya ji împaratoriyê, ew bêexlaqî ye jî! Çimkî ferhenga dadweriyê bi destê kardêrên pîr û pergalê hatiye nivîsîn, tiştên ku ji bo me rewa yan nerewa ne, tiştên ku ji bo wan giş rewa ne, erê, diziya ji birayî xerabiyeke mezin e! Peyama Vemayînê (Beşa Yekan) ev e; di netewa me de kom û komik, di a wan de kaos.  

Hûn ê çêreyên xweşerengîn bibînin li pişt çiyê…

Beşa Duduyan Şer e! Bêyî ku em hînî awayên şerî bibin, em nikarin sax bimînin. Şer, şoreşgeran ji rêbiran cihê dike, mebest jê ne gansitandina ji pergalê ye, ji holê rakirina wê ye. Çek-rehal jî giş bi baldarî bi dest hatine çêkirin; ango ji bo em wan di daristana xwe ya elektronîk de bi kar bînin hatine sêwirandin. Helbet, rexnegirên bajarî dê rabin li pey palpiştan bikevin, yên ku qaşogiravî di xwezaya me ya dirrinde de mande ne, dê têra xwe bibînin jî. Dîsan jî ferhenga dadweriyê hêviyên me dişikîne, mêrkujiyên ku bi ûnîformayan têne kirin mêrxasî, yên ku bi kostûman têne kirin, guneh e. Hoffman di vê beşê de amaje pê dike wekî çawan reklamên mizawir tên pêrûkirin, lêbelê sextekar dikevin girtîgehê! Mîna buhayên ku têne nepixandin, yên ku bi fêdeyine mezintir hatine misogerkirin, lê çi ye, dizî û pizî heye!? Kî ne hîz û diz? Siyasetmedar ji bo ku serhildaneke polîsan pêk bînin, pîlanan digerînin, lêbelê qurbanî jî di dadgehan de tên darizandin û mehkûmkirin. Şagirt bi guleyan têne kuştinê û pê re pê re, ji aliyê jûriyên ku li banlîyoyên mezin in bi belafiroşî û nehsiyê têne gunehbarkirin. Artêşeke heya tu bibêjî nûjen û mekanîze, li hemberî gelekî piçûk lê xwedî bînayîyeke mezin, 9.000 mîl rê dibire û dû re radibe gelê xwe bi êrişkariyê sûcdar dike! Tişta nedîtî û nebihîstî! Xwediyên kolîtan rê li ber mişk û cirdonan vedikin da ku herin zarokên ku li kûçe û kolanan dilîzin gez bikin, paşê tên dibêjin zorbetî li kûçe û kolanan zêde bûye. Çima nabêjin her tişt serobino bûye!? Heke em ziman û hêmayên berazan xuyî bikin, em dê pê bigirin! Ez ta bi derziyê ve bikim ji we re; Amerîka li ser qetilkirina xelkekî ava bû, ev e mêjûya wê ya rasteqîn. Çunkî dibêje Hoffman, “Jimmy Stewartê ku sembola dadweriyê ye, gava dikeve bin milê Cochiseê, dest pê dike ji çermesoran û spîyan re, ji herdu alîyan re qala rê û dirbên pêkvejiyanê (sê tiştên ku emperyalîst her tim ji xwecihan re dibêjin) dike, helbet heke hûn aqilane tevbigerin. Hûn ê çêreyên xweşerengîn bibînin li pişt çiyê…” dibêje peywirdarê pêwendiyên bi gel re, “Xelkê xwe jî bibin û bi aramî herin.”,lê divê em çavekê li serdema wî jî bigerînin, beriya ku em rê û dirbên ku nîşanî me dane, bidarizînin.

Abbie Hoffman

Ji xeynî giyayên ku dê li ser gora te şîn bibin, em bi hêşînkirina Amerîkayê re mijûl nabin

Çawa ku Lisa Fithianê di pêşekiya xwe de dibêje; “Hûn dikarin vê pirsê bikin, van hemû tiştan hemdemiya xwe winda nekirine gelo? Nexêr dibêjim ez! Helbet dê hin tişt ciyawaztir bûna îro. Belkî hinek vegan yan terîfên ketoyê dikarin lê bên zêdekirin yan jî Abbie di medyaya sosyal de dikarîbû beşekê lê zêde bike.”[1] belkî jî parîyekî demode bin gilî û gotinên Hoffmanî, çaxa ku dibêje, “Şoreş ne bi xwekuştinê ve, lê bi jiyanê ve têkildar e.” Helbet, gelek qewîtiyên wî jî hene; fena marekî jîr bin, giyanê têkoşînê verû bikin, xwe bi rêwitiyeke qurbanî ve gîro nekin, bibin yekî/yeka enternasyonalîst û fêrî rûmetdayîna li jiyanê bibin. Erka şoreşgerekî pevşabûn e û ev jî tê wateya xwebûyîn û azadîyê.   

Di Beşa Sisêyan de Hoffman qîrek vedide êdî, “Azad bike!”, ev beş li çar bajaran, li rê û dirbên belaşkirrînê –yan jî qet ne be ya erzankirina tişt û miştan– û hewldanên li ser vê mijarê hûr dibe: “Em xelkek in ku ji qereçiyan hatine pê, ji ber hindê her tim me pêdivî bi agahiyan hene, wekî em dê çawan tevbigerin û dê çawan li ciyekî bisitirin.” Hoffman di vê beşê de li ser peyîtandina sîxûrên polîsan, diziya tirimbêlan, navendên venêrînê yên roja yekşeman, birêvebirina dawdozê, avakirina komeke Rock and rollê disekine. Beriya ku bixwe biryara çapê bidin, destnivîsarên Steal This Bookê sê meh sax li hemû weşanxaneyên mezin geriyaye, bi qasî sî weşanxaneyan jî biryara redê dane, li gorî ku Hoffman dibêje, “Ji aliyê ticarî ve herkes di mijara serketina kitêbê de hevraman bû, lêbelê sînorên çavbirçîtiyê jî hebû, nîşaneya vê jî ev bû ku IRS û FBI li dû destnivîsaran ketibûn.” (Girtîgeha Cook Countyyê, Chicago, 1970)

Bi zikekî têr, bi deh zikan birçî

Niha jî li Amerîkayê gelek cî û war hene ku xwarinên belaş didin yan belav dikin, lêbelê gelekên wan gotina “xwarina belaş” bi kampanyakê ve girê dane, ango belaşî jî bûye awayekî reklamgeriyê, yên ku piştî serdana pêşîn –hûn pereyê xwe didin–, mezeyên belaş didin bigirin heya bi sîparîşkirina du xwarinên sereke (a sêyem helbet ne belaş e) û xwarinên ku wek xelatekê li we vedigerin. Têkeve malperekê, xwe qeyd bike, bila qarta besteniyeke belaş bê mala te. Yan jî tevlî e-klubekê bibe, bila qehweya te ya belaş bê ber nigê te, tu dişêyî krakerên dirêjok, rostoyeke klasîk, burgereke xweş, şîraniyek û parîgoştekî jî bixwî! Nebû, nîv galon çaya biqeşa, di rojbûna we de piskewîteke Bo-Berry! Hoffman, welatekî wek Amerîkayê, bivê nevê wek cihekî ku gelek xwarin û xurekên ku li bendî dizîyê lê hene dinirxîne, ji ber hindê jî pêşniyarên xwe yên ku bi jiyanê ve hatine azmûnkirin û pesendkirin, yek bi yek rêz dike; heke unîformeyeke xweşik li ser we be, nîşangeh her tim dê bibe nîşangeheke hêsan li ber we. Ji bo hûn bi bistehî têkevin mixazeyên bêhejmar, di kincdankên we de divêt her tim bedlek yan cilûbergekî we yî kubar, ji bo her bizavê departmeneke cilûbergan, kostûm û dekoran jî hebe! Barên ku xîtabî kesên ji nifşê nû dikin, li beramberî buhayeke sabit, hin cihên ku hûn dikarin her tiştî lê bixwin û bikirrin (ên baş pirranî li Las Vegasê ne) dê gelekî bi kêrî me bên. Hoffman, ne ku henekan dike gava berê me dide restoranên luks, senaryo amade ye; piştî ku we nîvê xwarinê xwar û pê ve, sîsirkê ji berîka xwe derêxin û têxin nava teyfikê, gazî garson bikin, kemnika kaxezin bavêjin erdê û bibêjin, “Ez hîç bi vî çendî nehatibûm binpêkirin. Dibe ku ez bi jehrî jî ketibim!”, hûn dikarin diravdanê betal jî bikin yan sîparîşeke nû bidin.

Yek jî xweştirîn cihên xwarinan bêgûman dawet in, heke li bajarê we cimaeteke cihûyan hebe, bibin aboneyê rojnameyeke ku xizmetê bo cihûyan dikin. Gotinên wek “Ez pismamê Marvinî me.”, yan piştî ku hûn navê bûkê hîn bûn, “Weeewww! Dorothy gelek xweşik xuya dike!” qewî baş in, lêbelê baldar bin, gotinên wek “Betty ne wek ku ducanî ye”, dê ne di cî de bin. Heke kêşe ziktêrkirin be, ti tişt ji bernameyên zadî, supermarketan, bazarên firotinê yên bi tevayî, selexane yan bernameyên zarokan yên li dêr û kenîştan, keştî û deverên masîgiriyê baştir nîne, noşîcan be!  

Têbînî:

[1] Foreword to the 2021 Edition, Lisa Fithian, xi, Steal This Book, Abbie Hoffman, 50th Anniversay Edition, Hachette Books NY, 2021.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir