Ev pirs ne tenê ji bo kesên niha, lê di heman demê de ji bo yên rabirdûyê ne jî. Ji ber vê yekê ev pirs ji bo wan kesên ji dîrokê hatine sirgûnkirin, yên ji welatê xwe hatine koçberkirin û yên hatine qetilkirin bang û gaziyek e. Ew ne tenê ji bo zindiyan, ji bo miriyan jî bangek e. Li vir xwesteka rabirdûyekê ye ku ji nû ve bihête vejandin. Tişta ku têtin ziman seredan û bîranînên canê wan kesan in ku li van xak û welatan hatine qetilkirin.
***
Belgefîlma Özlem Diler û Celil Badikanlı ya bi navê Jîyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl (2021) li ser jiyana Casimê Celîl (1908-1998) e ku avakarê Radyoya Êrîvanê ye ku di weşana kurdî cihekî wê yê giring heye. Belgefîlm, bi vegotin û şahidiya kurdolog û dîroknas Celîlê Celîl -kurê Casimê Celîl (1936-) ve hatiye çêkirin. Wekî ku di belgefîlmê de jî hatiye destnîşankirin, Radyoya Êrîvanê sala 1955an hatiye avakirin û yekemîn weşana wê ya fermî bi strana Eliyê Hemed Siltanê vedibe û ji aliyê kurê Casimê Celîl -Ordîxanê Celîl (1932-2007) ve tête pêşkêşkirin. Ya rastî, di beşa yekem a belgefîlmê de, ku li “Pirtûkxana Kurdî Casmê Celîl” û “Instîtûta Kurdzanîyê” hatiye tomarkirin, di vê beşê de xebatên Casimê Celîl, bi taybetî jî salên wî yên li Radyoya Êrîvanê û lêkolînên wî yên li ser ziman, çand, muzîk û folklora kurdî dibin mijarên vê beşê.
Li vê derê behsa jiyana malbatî ya Casimê Celîl û zarokên wî -Celîlê Celîl (kurdolog, dîroknas), Cemîla Celîl (muzîkolog) û Ordîxanê Celîl (fîlolog) û keda wan a ji bo weşangerî û çanda kurdî tête kirin. Di beşa duyemîn de behsa rêwitiya Celîlê Celîl têtin kirin ku pêşî li Êrîvanê û paşê jî ber bi Qersê ve -mala û welatê bavûkalan- diçe. Celîlê Celîl di vê rêwitiya xwe de diçe êtîmxaneya ku bavê wî li Êrîvanê lê maye.
Li Êrîvanê, li mala wan a ewil seradana xwîşka xwe Cemîla Celîl (1940-) dike. Piştî hîngê ber bi Qersê ve, ber bi mala dayik û bavê xwe ve diçe û li vir li pey şopên zarokatiya dayik û bavê xwe dikeve. Li gundê Qizilqûleyê, li malên bavê xwe Casimê Celîl û dayika xwe Xanima Celîl digere û li gel gundiyan behsa koçberbûna wan a salên 1918an dike ku emrê wan hêj 6 û 10 salî bûye.
***
Belgefîlma din Saroyan Land (Welatê Saroyan, 2013) behsa gera nivîskarê navdar William Saroyan (1908-1981) ya 1964an dike ku ber bi Bedlîsê ve diçe. Belgefîlm vê gerê ji nû ve diafirîne. Belgefîlm bi rêgeha Trabzon-Zigana, Gümüşhane, Erzirom-Aşkale, Agirî, Gola Wanê, Kela Wanê, Girava Axtamarê û Bedlîsê ve rêwîtiya Saroyan a bi wesayîtekê çîrokekê vedigêre. Fîlm li ser siya Kevork Malikyan e ku Saroyan dilîze û bi vegotina dengeke li piştê têtin tercîhkirin. Herwiha di belgefîlmê de wênegir û nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Fikret Otyam, beriya ku Saroyan dest bi rêwîtiya xwe bike bi wî re dicive û ew di çarçoveya rêzenivîsên rojnameya Cumhuriyetê de li ser vê gerê dinivîse. Wekî din, di belgefîlmê de beşên Dickran Kouymjian jî hene ku li ser nivîskarî û kesayetiya Saroyan agahiyan dide. Tê dîtin ku di destpêka belgefîlmê de hin dîmenên fîlma William Saroyan: I Saw the Mighty Armenia (1977) hatine bikaranîn. [1]
Belgefîlma Garod (Hesret, 2013) behsa malbata Onnik Dinkjian (1926-) dike ku di sala 1915an de di qetlîama ermeniyan de malbata wî jî têtin sirgûnkirin û qetilkirin. Onnin Dinkjian, yek ji wan malbatan e ku endamên malbata wî berê xwe didin Sûriyê, piştre koçberî Lubnanê dibin û dûmahîkê jî koçberî Fransayê dibin. Onnik Dinkjian muzîkjenek e ku li Fransayê ji dayik bûye, heta 17 saliya xwe li wir jiyaye û ji Fransayê çûye Amerîkayê û piraniya jiyana xwe li wir biriye serî. Yek ji derhênerê belgefîlma Garodê Onur Günay, Onnik û Ara Dinkjian li Diyabekirê nas dike û ew li vir bi Kardeş Türküler re derdikevin ser sehneyê.
Fikra çêkirina belgefîlmê wî wextî pêk tê dema ku Civata Hunerên Performansê ya Boğaziçiyê ji Onur Günay dixwaze ku vê konserê qeyd bike. Ev qeydên ku di destpêkê de wekî bîranînekê ji bo malbata Dinkjian dihatin dîtin, bi demê re vediguherin formateke belgefîlmê. Her sê belgefîlmên me behsê kirî, vejîna bîranînên wekî windabûn, şîn, sirgûn û hesretê nîşanî me didin ku nasnameyekê diparêzin û ji nû ve vê nasnameya şexsî/kolektîf ava dikin. Di rêwîtiya Qers, Bedlîs û Diyarbekîrê de, di her sê fîlman de jî li dora “şopên rabirdûyê” têne dîtin ku ev şop ji hesta şînê û windabûnê pêk tên. Armanca vê gotarê jî ew e ku her sê belgefîlman di vê çarçoveyê de çend fragmanan pêşkêş bike.
***
Casîme Celîl rewşenbîrekî kurd e ku li gundê Qizilqûleyê, li Dîgora Qersê hatiye dinyayê. Qers, di sala 1918an de di destê Rûsyayê de bû. Piştî ku rûs ji vir vekişiyan artêşa Osmanî, dikeve herêmê û dibin sedema koçberiya niştecihên Qersê û herêmên din. Li hemberî şert û mercên şerî yên wê serdemê û gefên Osmaniyan, ermenî û kurdên Êzidî neçar dimînin ku koçî Ermenistanê bikin. Gelek endamên malbata Casîmê Celîl -ku ew wê demê hêj 10 salî bû- ji birçîbûn, nexweşî û xeniqîna di rûbaran de ya ku neçar dimînin ji wê çemê derbas bibin, li vir dimirin. Hemam tişt tê serê xanima Celîl jî. Xanima Celîl di vê koçberiyê de -tenê 6 salî bû- piraniya malbata xwe ji dest dide. Wekî ku Celîlê Celîl jî di belgefîlmê de dîyar dike, Casimê Celîl di vê koçberiyê de malbata xwe ji dest dide û li Ermenistanê -Êrîvanê di êtîmxaneyekê de mezin dibe. Xwendina Casîme Celîl li Êrîvanê, ku paşê piraniya jiyana xwe li wir derbas dike, dê wî bike kesekî kedkar di warê kurdolojiyê de. Ya giringtir jî ew e ku zarokên wî -Celîlê Celîl, Cemîla Celîl, Ordîxanê Celîl- dê li ser şopa bavê xwe bimeşin ku her yek ji wan dê di warên cuda yên kurdolojîyê de bibin kesên xwenda û xwedî gelek berheman. Malbata Celîl di warên çandî yên kurdolojiyê de mîraseke biqîmet û dewlemend dihêle.
***
William Saroyan li Fresnoyê ji dayik bûye ku malbata wî ji Bedlîsê koçî California, Amerîkayê dike. Dema ku bavê wî Armenak Saroyan, di sala 1911an de dimire, ew tenê 3 salî bûye û ji aliyê diya xwe ve li gel bira û xwişkên xwe (Krîkor, Zabel û Kozet) ji bo êtîmxaneyekê têne şandin. William Saroyan, wan bîranînên xwe yên zarokatiyê û salên xwe yên li êtîmxaneyê derbas kirî di hindek berhem û nivîsarên xwe de behs dike. Bi nivîsîna şano û çîrokên xwe ew yek ji nivîskarên navdar yên edebiyata Amerîkayê tête zanîn. Ew di pexşanê de şêwazeke bêhempa diafirîne. Şêwazeka wî heye ku mirov dikare jê re bibêje “Saroyanesque” -bi şêwaza xwe ya herikbar, sohbetî, tijî coş û vegotina sade ya jiyanê. Nivîsîna wî ya jidil û sade, di berhemên wî de tu biwêjên xemilandî û lîstikên peyvan tune ne. Wekî ku di belgefîlmê de jî tê gotin, Saroyan di çîrokên xwe de tenê behsa tiştekî dike: Mirov. Jixwe di sala 1939an de bi lîstika xwe ya bi navê The Time of Your Lifeê xelata Pulitzerê werdigire, lê xelatê red dike. Di sala 1942an şirketa fîlman MGM ji Saroyan ji bo fîlmekê çîrokekê dixwaze ku ew çîrok li ser tesîra şer a li ser gelan be. Saroyan ji bo fîlmê çîroka bi navê The Human Comedy dinivîse û di li ser firehkirina wê ya bi formata romanê hûr dibe. Fîlma The Human Comedy di sala 1943an de ji aliyê derhêner Clarence Brown ve tête çêkirin. Di çar beşan de ji bo xelata Oscarê namzed tête nîşandan û fîlm jî xelata herî orîjînal a çîrokê werdigire.
Belgefîlma Saroyan Land jî li ser çîrokeke şexsî ye ku behsa rêwitiya Saroyan û serboriya niviskariya wî dike. Di destpêka belgefîlmê de behsa koçberiya malbatê û behsa bavê xwe dike; bavê wî jî nivîskarekî wekî wî bûye û pirtûkên bavê wî yên çapnebûyî hene. Di belgefîlmê de, dema rêwîtiya Saroyan a ber bi Bedlîsê ve, em dibînin ku Bedlîs ji bo wî têtin çi wateyê. Saroyan ku xwe wekî nivîskarekî Amerîkî yê Bedlîsî bi nav dike, di gera xwe de tam li pey van şopan digere. Em dibînin ku tişta sereke ya ku ew ber bi vê rêwîtiya xwe ve dibe, îdiaya wî ya li ser nasnameya wî ya ermeniyê ye.
***
Onnik Dinkjian yek ji wan kesayetên herî giring ê muzîka Ermeniyên Diyarbekirê tête qebûl kirin. Ew hêj di xortaniya xwe de li dêrê dest bi muzîkjeniyê dike û li gelek cih û welatan konseran dide. Her wiha gelek albûman çêdike. Albûma Diyarbekiri Hokin (Stranên Diyarbekirê yên Ermenî) yek ji wan albûmên navdar e. Ew mîrat û mîrasa ku ji Diyarbekirê wergirtî ku wekî “mala bavûkalan” berê xwe dideyê, vê mîrasê û stranên ku bi ermeniya Diyarbekirê çêdike, muzîka xwe jî ji ber van sedeman “muzîka Diyarbekirê” bi nav dike.
Beşa duyemîn a belgefîlmê bi vegotinên kurê Onnik Dinjian -Ara Dinkjian diçe serî. Ara Dinkjian, di 18 saliya xwe de li ser bûrsekê li zanîngeha The Harttê tête qebûl kirin. Di sala 1986an de li gel Arto Tunçboyaciyan koma Night Arkê ava dike û li ser cureya jazzê ya etnîkî dixebitin. Ara Dinkjian di wextê xwe da li Tirkiyeyê jî bi gelek bestekar, stranbêj û hunermendan re dixebite. Wekî ku di belgefîlmê de çîroka vê yekê tê behskirin; besteyên stranên Vazgeçtim û Sarışınım yên ku dide Sezen Aksu û strana navdar a Ağladıkça ya Ahmet Kaya aîdî wî ne. Muzîkjen Onnik û Ara Dinkjian, muzîka ku çêdikin û bi zimanî ermeniya Diyarbekirê pê dibêjin, bîranînên xwe yên dîrokî û nasnameya xwe ya Diyarbekirê û Ermenî diparêzin.
Di her sê belgefîlman de jî Qers, Bedlîs û Diyarbekir wateya malekê/welatekê heye. Çîrokên her sê belgefîlman jî mirin û sirgûnbûn e ku wekî çîrokên malên ku ji ber tundiyê wêran dibin. Ji ber vê yekê, mal ji mudaxeleya civakî û siyasî re vekiriye û ev jî dibe nîşana şekildana siyasî ya bîrê. Mîrov herî zêde xwe li malbat û mala xwe ewle hîs dike ku bîranîn herî zêde li malê têne parastin. Di vê konteksê de mal û malbat -wekî cihekî ne ku hemû bîr û serpêhatiyên endamên malbatê ji ber rewşên nebaş ên derekî çêdibin- cihê xwe parastinê ye. Ji ber vê tundî û şîdeta ku li mal çêdibe, mal/malbat vediguhere cihekî ku tenê di bîranînan de bijî. Tundiya ku di rabirdûyê li dijî kes, malbat û etnîsîteyê çêbûyî di dema niha de têne dubare kirin ku bîranîn berdewamî bûyeran bi bîr tîne. Li vê derê hesta “jidestdanê” motîvasyona sereke ye ji bo bîranîn û bûyerên rabirdûyê ku xwenasîn û nasnameya etnîsîteyê ji nû ve biafîrîne. Ji ber vê, hevpariya her sê belgefîlman jî bîranîna şîdetê ye ku herî zêde xwe di wateya kolektîf a bîranînên şexsî de xwe nîşan dide.
Bibîranîn ji bo wan kesên ku li pey xwe hiştine tête wateya xwedîderketina li bûyerên rabirdûyê. Hilgirtina mîrata ji rabirdûyê wekî hilgirtina deynekî ye ku ev deyn qet nahête danê. Em dibînin ku Casimê Celîl û zarokên wî di hemû jiyana xwe de xwe dispêrin qadeke çanda kurdî. Hemû xebatên weşangerî û çandî yên ku li Êrîvanê tên kirin, wekî veavakirina mîrata ku ji rabirdûyê hatiye hilgirtin e û ev tişt jî berzebûna “dem û mekan”an niha dîsa pêk tînin. Ziman û mîrateya muzîkê ya ku Onnik Dinkjian ji malbata xwe standiye, êdî vediguhere cihê jiyanê û xwedî derketina vê mîratê. [2] Em zimanekî windabûyî -ermeniya Diyarbekirê- di laşê Onnik Dinkjian de, wekî ku ew niştecihê vî zimanî ye dibînin. Ji ber vê yekê, ji bo Onnik Dinkjian û Casimê Celîl, ji welatên xwe yên zarokatiyê tenê zimanê wan ê zikmakî maye. Zimanê wan ê zikmakî û hemû gotin û kirinên ku bi van zimanan têne kirin, ji bo wan dibe cihê jiyanê. Jixwe, yekane welatê rasteqîn, yekane mala ku mirov xwe lê bigire, tê de bihêwire, ew ziman e ku ji zarokatiyê ve hîn bûye. [3] Li aliyê din William Saroyan, bi mîrata ku ji bavê wî mayî têkiliyekê di navbera jiyan û nivîsînê de saz dike. Tête gotin ku ew nikare çîrok û helbestên bavê xwe bixwîne; “Ew hemû nivîsên hêja li gel min in; helbest û çîrokên wî yên hêja ku bi zimanê min ê zikmakî hatine nivîsîn ku ez nikarim wan bixwînim. Ez bi îngilîzî dinivîsim, eger bavê min bûya wî dê ew bi zimanê me yê zikmakî binivîsîna. Em heman mirov in; yek ji me mirî ye, yek ji me sax e.” Ji bo Saroyan, bavê wî sûretê wî yê din ê di neynikê de ye. Ew niştecihê edebiyatekê ye ku dibêje “nivîsîn jiyan e.”
Di her sê belgefîlman de ne Celîlê Celîl, ne William Saroyan û ne jî Onnik Dinkjian li welatên bavûkalên wan lê hatine dinyayê -Qers, Bedlîs û Diyabekir- nîn in. Derbarê van cihan de tenê vegotinên ku ji malbata xwe bihîstine mane û xwedî bîreka protez in. Ev cihên ku lê vedigerin, rêwîtiya xwe ber bi “welatê xwe” pênase dikin û ev hest ji bo wan nas tên. Bîranînên wan ên li derheqê van cihan de -çîrokên ku ji malbatên xwe bihîstine- li van deran xwe wekî biyaniyan hîs nakin. Ji bo wan, ev der -gund, mal, çiya, xanî, hwd.- wekî bajar û gundên dayik û bavên xwe “pîroziyek”ê didin wan. Qers, Bedlîs û Diyarbekir, cihên hevpar ên her sê belgefîlman in ku bîranîn û jiyana her sê kesan/karakteran -Casimê Celîl, William Saroyan, Onnik Dinkjian- jî lê nîn in. Lê li vê derê pirsek derdikeve meydanê. Pirsa Saroyan a ku dibêje “Welatê mirov ku der e?” ku di belgefîlmê de jî cih digire. Ev pirs ji pirseke mezintir gelek tiştan nîşanî me dide. Pirsa Saroyan ji bersivekê pêtir pirsên dîtir çêdike, wiha dibêje Saroyan:
“Ma perçeyek erd e li cihekî? Gol in? Ezman e? Hilbûna heyvê ye? Roj e? Ma axa mirov dar, rez, giya, çûk, zinar, gir û çiya û gelî ne? Hewa ye? Ma bihar, havîn û zivistana cihekî ye? Qulûbe û xanî, kolanên bajêr… Mase û kursî, çay û sohbet e? Di germa havînê de gehiştina xoxekê ye? Ma miriyên di bin erdî de ne? Ma ew dengê zimanî ye yê ku li seranserê wê axa bin ezman tê axaftin? Ma ew stran e ku ji qirik û dil tê? Ew dans e? Ma welatê meriv duaya şikirkirina hewa, av, ax, agir û jiyanê ye? Ma çavên wî/ê ne? Ma ew lêvên wê yên bişirîn in? Ma ew xemgînî ye?
Ev pirs ne tenê ji bo kesên niha, lê di heman demê de ji bo yên rabirdûyê ne jî. Ji ber vê yekê ev pirs ji bo wan kesên ji dîrokê hatine sirgûnkirin, yên ji welatê xwe hatine koçberkirin û yên hatine qetilkirin bang û gaziyek e. Ew ne tenê ji bo zindiyan, ji bo miriyan jî bangek e. Li vir xwesteka rabirdûyekê ye ku ji nû ve bihête vejandin. Tişta ku têtin ziman seredan û bîranînên canê wan kesan in ku li van xak û welatan hatine qetilkirin. Rêwîtiya Celîlê Celîl a ber bi Qersê ve, ji bo naskirina xaniyê dayik û bavê xwe ye ku berê li lê dijiyan. Ya ku Onnik Dinkjian jî dixwaze bike heman tişt e, heman seredan e. Ew bi şahidiya wêneyekê li xaniyên dayik û bavê xwe digere. Ew dêra Surp Giragosê ziyaret dike ya li Sûrê hatî wêrankirin ku dayik û bavê wî demên pêş de li vir zewicîbûn. Ev şopên ku ji rabirdûyê bo heta niha hatine rêwîtiyekê di korîdorên bîranînan re vedike. Ji ber vê yekê rabirdû bi “nebûn”ê ve hatiye nîşankirin. Rêwîtiya Saroyan jî li pey şopa vê “nebûnê” ye. Dema ku tête Bedlîsê, ji malên ermenî yên hatine terikandin û nivîsên bi ermenî yên li ser dîwaran pê ve tiştekî nabîne. Tişta ku di her sê belgefîlman de tête şopandin êdî nemaye û ya wext û mekan dihewîne ev “nebûn” bi xwe ye. Ya dawî, pirsa ku ev her sê belgefîlm dê temaşevanan rûbirû bihêle ev pirs e: “Welatê mirov ku der e?
Çavkanî:
[1] Zeynep Dadak, Berke Göl “Saroyan Ülkesi üzerine söyleşi: Kayıp Bir Dünyada”, Altyazı. https://altyazi.net/soylesiler/saroyan-ulkesi-uzerine-soylesi-kayip-bir-dunyada/
[2] Servet Kaplan, “Yas Çalışması: Hayaletlere İmkân Vermemek ve İz”, Birikim.
https://birikimdergisi.com/guncel/10596/yas-calismasi-hayaletlere-Imkan-vermemek-ve-Iz
[3] Michel Foucault (2014). Güzel Tehlike. (wer. Savaş Kılıç). İstanbul: Metis Yayınları, r. 30.