Duh li Beyoğluya Stenbolê, li navenda Kıraathane İstanbul Edebiyat Eviyê Akademîsyen Ercan Çağlayan, bi moderatoriya nivîskar Mutlu Can derbarê Kurdên Zaza (Dimil) de gotûbêjek li dar xist.
Çalakiya ku bi sernivîsa İnkâr’dan ‘İnşa’ya Kemalist Söylemde Zazalar bû, bi haziriya hejmareke qelebalix a nivîskar, akademîsyen, rewşenbîr û xwendekaran bi rêve çû.
Akdemîsyen Ercan Çağlayan, bi salan e li ser Kurdên Zaza û di mijarên cihê cihê de xebatên akademîk pêk tîne û heta aniha gelek berhemên wî ji hêla çendîn weşanxaneyan ve hatine çap û belavkirin.
Zazalar: Tarih, Kültür ve Kimlik, Cumhuriyet’in Diyarbakır’da Kimlik İnşası (1923-1950) û Yakın Akrabalar Kemalist Türkiye & Pehlevi İran ji beşekê xebatên Akademîsyen Çağlayanî ne ku wek pirtûk hatine çapkirin.
4 Qonaxên Komarê Li Hemberî Kurdên Zaza
Di destpêka gotûbêjê de Akdemîsyen Ercan Çağlayan li ser salên avabûna Komara Tirkiyeyê rawestiya û hewl da behsa pêvajoya avakirina neteweya (Tirk) dewleta nû bike.

Akdemîsyen Çağlayan di berdewamiya axaftina xwe de qala polîtîkayên giştî yên Komara Kemalîst kir. Ev polîtîka derbarê Kurdên Zaza da ne û Çağlayan ev pêvojoya qebûlkirin, redkirin û asîmîlekirinê bi çar qonaxan rave kir.
Li gorî xebatên Çağlayan, Komara Tirkiyeyê ji salên 1919yan heta 1928an Kurdên Zaza beşek ji neteweya Kurd qebûl dikir. Lêbelê piştî salên 1928an dewlet êdî Zazayan wekî Kurd nahesibîne û bi çapkirina pirtûka Van Tarihi ve Kürtler (1928) ya Süleyman Sabri Paşa de dibêje, ew Tirk in (ji bo Zazayan) û zimanê ku ew pê diaxivin jî Tirkiya Çiyayî ye.
Her wiha Ercan Çağlayan dide zanîn ku ev pêvajoya redkirinê heta salên 1985an berdewam dike. Piştî Derbeya 12yê Îlonê dewlet dixwaze ji nû ve Zazayan mîna qewmekê cuda ji Kurdan cihê bike.
“Serdema ji desthilatiya tek/yek partiyê heya Derbeya 1960î bi xwe qonaxek e. Dû re jî, navbera her du derbeyan, ji bo polîtîkayên Zazayan qonaxekê dî ye. Paşê jî ya em jê re dibêjin serdema 12yê Îlonê ku di sala 1980an de dest pê kir û heta sala 2002an berdewam kir. Heyama navbera 2002 û 2004an ku em jê re dibêjin serdema AK Partiyê, ev yek ji 4 serdeman pêk tê.“
Di berdewamiya axaftina xwe de Akademîsyen Çağlayan li ser daneyên yekem ên derbarê Zazayan de çend nimûne pêşkeş kirin. Li gorî lêkolînên Çağlayanî, yekem raporên ku eleqeya wan bi Kurdên Zaza ve heye di berhema Civaknas Ziya Gökalp a bi navê Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler de, derbas dibe.
“Li gorî ku tê zanîn ev berhem ne wekî pirtûk hatiye amadekirin. Ji hêla Rıza Nurê ku wê serdemê wezîr e, bi nameyekê ji Ziya Gökalpê dixwaze ku derbarê eşîrên Kurdan de raporek amade bike. Ew amade dike lêbelê piştî mirina wî, bi navê Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler tê çapkirin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku di sala 1922an de yekemîn rapora li ser Zazayan hatiye kirin ev e.“
Çi dibêje? Bi 3-4 çar rûpelî ew qal dike, ez ê kurtasî wisa bibêjim. Ziya Gökalp dibêje, Kurd ji pênc qebîleyên Kurmanc, Zaza, Goran, Soran û Lur pêk tê. Gökalp dibêje ku axêverên zimanên navê wan derbas bûne ji hevdu fêm nakin, lê 5 ziman jî ji Kurdiya qedîm hatine wergirtin ku jê re Kurdiya kevnar tê gotin.
Her wiha li gorî xebatên Akademîsyen Çağlayan duyemîn daneya ku wî derbarê Zazayan de tespît kiriye rapora di sala 7ê Gulana 1926an de ku radestî wezareta perwerdeyiyê (Maarif Vekaleti) ya Tirkiyeyê kirine, bûye. Çağlayan dide zanîn ku di amadekirina rapora bi navê Kürtlere Dair (Derbarê Kurdan de) de, feyza xwe ji rapora Ziya Gökalp amade kiriye, digire.
“Piştî ku bi piranî Kurdên bi navê Zaza beşdarî serhildana Şehzade bûne û piştgirî dane serhildanê, hatiye gotin ku Zaza ji mezheba Şafî û şaxê Xalidî yên mezheba Neqşî ne. Di raporê de hatiye diyarkirin ku Zaza ji bo xwe binav bikin peyva Zaza bi kar neanîne û ew ji xwe re dibêjin Kurd. Her wiha di dawiya heman raporê de hatiye gotin ku Kurdî zimanek e ku ji çar koman pêk tê: Kurdiya Kurmancî, Kurdiya Zazakî, Kurdiya Lûr û Kurdiya Soranî.“
Avakirina Enstîtuyan ji bo Asîmîlekirina Kurdên Zaza
Di berdewamiya gotûbêjê de Çağlayan got ku ji sala 1928an şûn ve dewlet dev ji bikaranîna peyvên Kurd û Zaza berdide û wan mîna Tirkên Çiyayî û zimanê wan jî mîna Tirkiya Çiyayî binav dike.

Salên 1928an heta 1985an dewletê hewl daye Kurdên Zaza ji Kurdan cuda bike û derbarê vê yekê de dewletê xisûsî hin sazî ava kirine. Bi rêya van sazî û dezgehan hewl hatiye dayîn ku ‘Zaza Tirkên Çiyayî ne û ti pêywediya wan bi Kurdan ve tune ye’.
“TKAE di sala 1961an de hatiye damezrandin. Weşanên Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü (Enstîtuya Lêkolînên Kulturî ya Tirk) jî bi heman navî heye. Ev sazî kovareke bi navê Türk Kültür (Kultura Tirkî) derdixe û heta îro jî weşana wê berdewam dike. Armanca damezrandina enstîtuyê ew e ku bi rêya weşanên curbecur belav bike ku kesên xwe Kurd dihesibînin bi eslê xwe Tirk in û koka Kurdan jî Tirkên Çiyayî yên ji eşîrên Turaniyan in. Bi rêya vê saziyê 83 pirtûk tên amadekirin.”
“Her wiha lêkolînerên derbarê Zaza Kültürü Yayınları (Weşanên Çanda Zazayan) de ku di sala 1993’an de hatiye avakirin, dibêjin, ji ber ku agahiyên navnîşanê tune ye, dibe ku ev weşanxane bi piştgiriya Enstîtuya Lêkolînên Kulturî ya Tirk û îstîxbaratê hatibe avakirin. 8-9 pirtûk jî li vir têne çapkirin.“
Di tevahiya çalakiyê de Akademîsyen Ercan Çağlayan bi nimûnedayîna belge, pirtûk, rapor û pêvajoya înkar û cihêkirina Kurdên Zazayan ji hêla Komara Kemalîst ve rave kir û qala gelek agahî, serborî û bîranînên girîng kir.
Akademîsyen Çağalayan, li Zanîngeha Muş Alparslanê mamostetiyê dike û karûbarên xwe yên akademîk bi rêve dibe.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.