Li ser Nîlê Lewlibîn: Welatek, generalek û nivîskarek 

Nıvîskar:
12 months berê

Gelo em kurd di nav ew qas raperîn û têkçûnan de şoreşa xwe ya dirêj çawan bibin serî? Gelo di pêkanîna şoreşê de roleke nivîskaran û edebiyatê heye? Û pirsa dawî, gelo di vê şoreşa dirêj de hewce ye ku nivîskar bendeyên deriyên erkên siyasî bin? 

***

Nivîskar û rexnegirê Misirê Ala El-Asvanî di beşa ‘Bêrûmetkirina Rewşenbîran’ a kitêba Sendroma Dîktatoriyê [1] de ji Necîb Mahfûz û Cemal Abdunnasir anekdotekê neqil dike. Di sala 1966an de Mahfûz romaneke bi navê Lewlibîna li Ser Nîlê [2] dinivîse ku tê de behsa komek hevalan dike ku her şev li keştiyeke mîna xaniyekî ya li ser Nîlê dilewlibe tên ba hev, serê wî dikeve belayê. Ew mirovên ku kom dibin li aliyekî heşîşê dikêşin li aliyê din jî rexneyan li rejîma dîktatoriya leşkerî dikin ku zilmê li gelî dike û ji bo çalakiyên wan ên siyasî jî astengiyan derdixe. 

Sererkanê artêşa Misirê Abdulhakîm Amîr, ji bo romanê hêrs dibe. Li gorî sererkanî, Mahfûz ji heddê xwe derketiye û cezayekî giran heq dike. Dema ku dixwaze fermana girtina Mahfûzî bide, serok dewlet Cemal Abdunnasir nêrîna wezîrê rewşenbîrî ya derbarê romanê de dipirse. Wezîr di berjewendiya Mahfûzî de nêrîna xwe tîne zimên û dibêje, rexneyên Mahfûz ji bo rejîm û şoreşê sûdewer in. Li ser vê yekê Nasir ferman dide ku tu kes dest nede Mahfûzî. Bi vî awayî nivîskarek bi rehma generalekî ji xezeba genarelekî din difilite. Wer xuya dike ku ji bilî ferman û rehma serleşkeran tu mekanîzmayeke din tune bû ku Mahfûz û nivîskarên wekî wî wê demê xwe bispêrinê. 

Di vê anekdotê de trajediyeke din veşartiye. Ew generalên ku ji aliyê tebeqeyên cihê yên Misrê, yên ku li keştiyeke mîna malekê dihat bikaranîn û li ser Nîlê dilewlibîn tên rexnekirin kî bûn? Wezîrê rewşenbîrî behsa kîjan şoreşê dikir gelo? 

Di sala 1952yan de hin leşkerên bi navê ‘Serleşkerên Azad’ reveberiya welêt bi dest xistin. Wan ragihandin ku ew dê gelê Misirê ji qeyd û bendên koletiyê û paşverûtiyê azad bikin û di warê çand û huner û zanistê de pêşketineke mezin pêk bînin. Alîgirên van leşkeran guherindina rejîmê wekî şoreşekê bi nav kirin û navê wê kirin ‘Şoreşa Temûzê’.

Dema ku şoreş pêk hat, Mahfûz di çil saliya xwe de bû. Mahfûz, derbarê Misrê de romanên realîst ên civakî dinivîsandin û bala girseyê kişandibû ser xwe. Lê piştî ‘şoreş’ê dev ji romannûsiyê berda. Heft salan bêdeng ma û piştî heft salan dawî li bêdengiya xwe anî û romaneke bi navê Zarokên Cebelawî belav kir. 

Roman behsa wê çendê dike ku mirov çawa di mijara tesîskirina edaleta civakî de bi ser nakeve. Herwiha roman zêmareke alegorîk e û tê de amaje dike ku, li şuna ku zanist di xizmeta mirovan de be ji bo tunekirina potansiyela mirovan tê bikaranîn.

Di romana Diz û Seg de bi awayekî êşkere xeyalşikestina wî ya derbarê şoreşê xuya dibe. Lê divê were pirsin, gelo Mahfûz piştî şoreşê çima bêdeng mabû. Ji şoreşê hêvî çi dikir? Şoreşa ku bi destê çend serleşkeran pêk hatibû dê çi çareser bikira? 

Piştî çend salan gava ku sedemên wê bêdengiyê jê tê pirsîn wiha bersiv dide: Civaka ku min bi salan li ser dinivîsand, di şevekê de hat guhertin, û gelek nexweşiyên civakî yên ku min ber bi nivîsandinê ve biribûn, ji aliyê rejîma nû ve ji holê hatin rakirin [4].

Ew bersiv ne tenê li Misirê lê ji Meksikayê heta Kubayê, ji Rûsyayê heta Kenyayê li gelek deveran di warê guherîna civakê de nîqaşên li ser rola edebiyat û şoreşa sîyasî ronî dike. 

Mahfûz hêvî dikir ku çawa di çîrokên periyan de, periyan bi çoyên xwe her tişt diguherandin, di şevekê de, di nava civakê de bi destê şoreşger û serokên mezin dê guherînên ewçend mezin pêk bên. Ji ber wê yekê dev ji nivîsandinê berdabû. Lê tecrûbe kir ku guherînên ku wî hêvî dikirin pêk nehatin. Ya dilan nehatibû milan! Ew Misirê eynî wekî wê keştiya li ser Nîlê dilewlîbine.

Çawa ku Raymond Williams guherînên dused saliya dawiya Britanyayê wekî ‘şoreşa dirêj’ pênase kiribû Necîb Mahfûz jî piştî şoreşa leşkerî bala xwe bêhtir dabûbû şoreşa dirêj a Misrê. Gelo bi ser ketibû? Pêsîra xwe ji destên rêvebirên dewletan, serok û rêberên partî û cemaetan xelas kiribû? Tam na?          

Dema derbarê bûyera Romana Lewlibîna li Ser Nîlê ji Mahfûzî tê pirsîn, ew fîkrên xwe wisa îfade dike:

Di serdema Abdunnasir de rêvebiran zanibû ku niyêta nivîsên min xalis e û min ne ji bo tevliheviyê lê ji bo berjewendiya welatê xwe rexne dikirin. Ji ber ku haya Abdunnasir jî ji vê yekê hebû loma di çareserkirina qeyrenê de emanetî Amîr nekir û ji bo berjewendiya min ket dewrê [5].

Hêj nikaribû berjewendiyên welatê xwe û yên hêzên sîyasî û leşkerî ji hev safî bike. Belkî li benda şoreşekî din sekinîbû.

Gelo em kurd di nav ew qas raperîn û têkçûnan de em ê şoreşa xwe ya dirêj çawan bibin serî? 

Gelo di pêkanîna şoreşê de roleke nivîskaran û edebiyatê heye? Û pirsa dawî, gelo di vê şoreşa dirêj de hewce ye ku nivîskar bendeyên deriyên erkên siyasî bin?

Jêrenot

[1] Ala El-Asvani, Diktatörlük Sendromu, İletişim, 2020.

[2] Necib Mahfuz, Nil Üstünde Gevezelik, Hece, 2015.

[3] El- Asvani, hbr. 

[4] Rasheed El-Enany, Naguib Mahfouz: The Pursuit of Meaning, Routledge, 1993.

[5] El- Asvani, hbr. rp. 80.

*Remezan Alan, di gotara xwe ya “Reddiyeya Mînoriyekê” û teblixa xwe ya “Ji Reflekseke Zarûrî Heta Hêvîşikestinekê” da li dor wan pirsan çerx dibe û bi berfirehî analîz dike, Bendname, 2013.  


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Serdar Şengül

Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.

Te ev dîtıne?

Tarîxçeyek ji şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê û rola ciwanan di vê hunerê da

Bi raya rewşenbîrên kurd şanoya kurdî ji du hêlan ve ji bo

Gundî Çito Dimirin?

Bi hezaran telebeyên Moskow û Petersburgê havîna 1874an piştî ji mektebê derketin,

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,