Têbîniyên Amerîkayê IV

“Hooo Todii, what shall we do?”

Ji aş û baş…

Milan Kundera jî çû ser dilovaniya Xwedê… min romana wî ya Varolmanın Dayanılmaz Hafifliğiyê, ji çapa wê ya pêşîn xwendibû (Weşanên İletişimê, bi wergera Fatih Özgüvenî, 1986), di 88an de ji Hezexê rabûbûm çûbûm Edeneyê, ji bo dest bi perwerdehiya xwe bikim, kitêb, ji nava walêza kekê min derketibû, hingê li Erziromê, li Zanîngeha Ataturkî, bi zor û heft belayan felsefe dixwend, pêşniyara wî bû, wek dibêjin, serê min gêj bûbû ji xwendina romanê, dû re, li Edeneyê, di beşa wênesaziyê de em bi hevalan re ketibûn qirika hev, seba ku Marksîstan jê hez nedikir (hez nekiribûn), min jî xwe wek Marksîstekî didît, lê çi b’kim, min ji Kundera jî hez kiribû! Kumê li ser pêçiyên jinikê bilindbûyî (li ser bergê romanê) ji min re ne xerîb bû, min bi nîgarên René Magritteî dizanîn, hezkirina wî ya ji kumikan jî.

Milan Kundera

Axirî soxirî, min Bextiyar Elî piştî bi salan nas kir, xwend, dubare, sêbare xwend, bi saya serê Besam Mistefa û Weşanxaneya Avestayê. Bextiyar Elî, di sala 2017an de bi xelata Nelly Sachsê hatibû perûkirin, çima dibêjim, ji ber ku heman xelat dabûn Milan Kunderayî jî, Margaret Atwood û Javier Marías jî. Kundera, bêyî ku li ser kurdan, têkoşîna wan û kambaxa dewletan gotinekê bike (ma gotinek çi ye?), çû ser heqîya Xwedê. Min di nivîseke din de qala Edward Saidî jî kiribû, hingê kabira yeqîn nedikir ku Sedam tiştên wehakîno bi xelkê xwe(!) bike. Ne yekî gazindok im, lê nezanî bextewarî ye… ku ne bextewarî be jî tiştekî nêzî wê ye.

Bextiyar Elî

“Hema bêje piştî Şerê Duyemîn yê Cîhanê, rastî kambaxtirîn rojên saw û sehma Stalînîst tê. (…) Li wir, mamosteyê Marksîzmê hewl dide ku bîrdozîyeke hunerî ya sosyalîst bi pêş ve bibe: Civaka Sovyetê hinde bi pêş ketiye ku, nakokîya bingehîn êdî ne di navbera baş û xerab de, di navbera baş û jê baştir de rû dide. Bi vî awayî (hemû tiştên ku ji binî ve nayên qebûlkirin) encax li “aliyê din” (mesela li Amerîkayê) dikare hebe û ji wir, ji derve, dikare fena tiştekî xerîb (mesela wek sîxurekî) têkeve nav cîhana baş û jê baştir.” [1]

Mamosteyên me jî ji vî kabirayê hişavêtî ne kêmtir bûn, ew jî qaşogiravî Marksîst bûn (her yek ji bizavekê dihat) û ji Cegerxwînî (ji her tiştekî kurd yan kurdî) hez nedikirin, paşê, ango piştî bi salan awayekî ji awayan veguherîn (ne ber bi başîyê ve) û di dilqê Kemalîstekî de reenkarne bûn, hatin û bi me ve zeliqîn.

***

Ji Nazim Hikmet heya bi Ferit Edgüyî…

Şa’irê tirk Nazim Hikmet di nameyeke xwe de [nameyên ku di navbera salên 1943-1950î de ji Girtîgeha Bursayê bo Memet Fuatî hatine nivîsîn], li ser pirsa miletbûyînê, şert û mercên wê radiweste, ku hingê kurê wî tîtalekî nozdeh salî ye.

Nazim Hikmet Ran

Hikmet, di serê nameyê de sersala wî pîroz dike û jê re dibêje; “Tu saleke din jî mezin bûyî, ez jî salek mezin bûm. Di navbera me de hîn tiştek nehatiye guherîn.” Heye ku li ser pirsên Memet Fuatî (bi tenê texmîn dikim ku kurê wî başebaş bi vê pirsê serwext nebûye û jê pirsîye), pirsa miletiyê weha hatiye danan: “Ewilî em rave bikin bê milet çi ye. Milet kategorîyeke civakî, anku wateyeke, têgiheke civakî ye. Gava em dibêjin milet, komeke mirovan tê bîra me. Û di vê koma mirovan de divêt hin tiştên hevpar hebin. Ev tiştên hevpar, muşterek çi ne? Ziman e gelo? Anku em dişên navê miletîyê li komeke mirovan bikin, yên ku bi heman zar û zimanî dipeyivin? Nexêr, em neşên. Bi tena serê xwe ziman têrî vê nake.” [2] Dû re mînakinan dide Hikmet; Amerîkayî û Ingilîzan, Tirkên Anatolyayê û Turkîstanîyan, Îtalyan û Îspanyolîyan, Rûs û Ûkraynayîyan dide ber hev, ro dike û dipîve û dibêje, “Kêm û zêde bi heman zimanî dipeyivin, lê Amerîkayî mileteke cuda ne, Ingilîz cuda; Tirkên Anatolyayê mileteke cuda ne, Turkîstanî cuda…” û gotina xwe didomîne: “Nexwe yekîtîya zimên jî ne bes e.” [3] Li gor bawerîya wî, ol jî têrî miletbûyînê nake, bi dirêjahiya nameyê, dîsan bi hin mînak û berawirdkirinan, li ser kêşeya olî, sînoran, miletên din, kêşeya aborîyê, geşedanên teknîk û çînan [kapîtalîzm û bûrjûwazî] bi hûrgilî disekine û mînakeke balkêş dide ji kurê xwe re; “Di nava sînorên me de Ermenî jî, Orim jî, Kurd jî dijîn. Îcar ku em rabin û zimên, ol, dewlet û sînorên dewletê bikin yek û ji vê koma mirovan re bibêjin milet, ku di van her sê xisûsan de mûşterek in, ev jî nabe.” [4] Nazim Hikmet, kerê xwe mehkem girê dide û gotina xwe tîne ser meseleya esil; “Îja em dê bi çi teherî miletî pênase bikin? Milet ku ji wê koma mirovan re dibêjin, yên ku li dora heman bazara naxweyî, anku li dora aborîyê kom bûne, bi heman zimanî dipeyivin, di nava heman sînorên dewletê de ne û xwedîyê xwe û heman dîrokê ne. Ev wesfên bingehîn yên ku miletan dike milet, encax bi avakirina bazara naxweyî pêkan e.” [5]

Ya rast, mijara vê nivîsarê ne gilîgotinên wî yên derbareyî şert û mercên miletbûyînê bû, Nazim Hikmet, di nameya xwe de ya ku ji Kamûran Bedirxanî re şandî (Hêvî, Îlon 1983, Enstîtûya Kurdî ya Parîsê), bi kurt û kurmancî bal kişandibû ser biratiya gelê Tirk û Kurd, wekî bi çi awayî her du milet digihîjin azadîyê, mafên xwe yên netewî û mirovî.

Kamuran Bedirxan

Şa’irê gewre ji şimikê heya kumikê komûnîst bû, bi xewn û xeyala civakeke bêçîn jiyabû, lê di heman katê de neteweperwerekî am û tam bû û ji bo felatê (ji bin nîrê Osmanîyan, ji emperyalîzmê û ji fen û fûtên wê) piştgirîya Kurdan xwestibû. Bêguman çepgirên tirk û kurdên me yên ku hêkên yek mirîşkê bûn, piştî belavbûna nameya navborî, xwe tê werkirin. Şa’irê gewre daxwaza arîkarîyê dikir û di heman demê de dixwest bibe arîkar jî. Eynî fena vebêjerê Demsalek Li Hekarîyê ya Ferit Edgüyî [Serdar Şengül di nivîsa xwe ya bi sernavê Keştiya Ferit Edgü, Girava Hekarîyê û Edebiyata li ser Sînorên Dinyayê [6] de di ser têgiha giravê re geryaneke têrtije dike di vê berhemê de], gava digot; Vê carê ez im xwedîyê pirsê. Belkî bi awayekî din e lê dîsa wate yek e: Ez çawa dikarim alîkarîya te bikim? Ez ji bo te dikarim çi bikim? Çûnkî, dengê dawîyê ew e, wisa hest bi xwe dike. Yan jî zanayekî navê xwe jibîrkirî ye, rê winda kirî. Lewre Kurdistan, warê Pocahontasa Disneyê ye, vekehîkirin (veşaristandin) û vemeşrûkirina mêtingerîyê, desthilatiya nijadî bi retorîkeke din dibilîne ji xwecihan re; erê lê “teşabetên” li deverê jî malê wî ne, belkî bi hinek perwerdehiyê dê karibin derûdora xwe bibînin, dinyayê fam bikin, ji mûzîkê, ji edebiyatê, ji şi’rê, ji wênesaziyê, ji dans û şeraba baş fam bikin, helbet ji evînê jî!

Ferit Edgü

Bi wateya xwe ya herî zelal, “wêjeya mêtinger”, li ser berhemeke ku karîgeriyê li pêvajoya kedxawriya emperyalîst kiriye (û dike) yan jî di dagîrkirina herêmeke coxrafîk de bi awayekî aktîf cî girtiye (û digire), derdikeve pêş. Em gotinê hêsantir bikin, di destpêka qonaxa dagîrkerîyê de –û wer xuya ye ku bi dirêjahiya dagîkeriyê– hêza dagîrker, ji bo mirovên wî (helbet yên bijarte; yên wek nivîskar, mamoste, şa’ir, wênesaz, roşinbîr, ramanfiroşan) li deverine cuda bijîn –ne ji bo geştiyariyê, ne ji bo sûrên Amedê, kenîştên li Mêrdînê bi çavên seriyan bibînin yan, tikegoşt û mastê gundan biçêjin– berê wan dide mêtingehên xwe. Heke em mînakek bidin, dîsan mînaka herî beloq dê Demsalek Li Hekarîyê ya nivîskarê tirk Ferit Edgüyî [7] be; Demsalek Li Hekarîyê [8]beşeke balkêş, her weha am û tam û herifînkar a wêjeya mêtigêr e, yek: ji ber ku li welatekî dagirkirî derbas dibe, dudu: aliyên xwe yên civakî û aborî hene (qaşogiravî Edgü, li kir û kiryarên dagîrkeriyê jî radiweste), sisê; nîqaşê li cîhaneka ku destên mêtingêr nagihijîyê [9] nake, dike gelo?

Heye ku tu nîqaş, ji nîqaşên derbareyê “post-kolonyalîzmê” yên ku berê wan li dil û mejiyê Kurdistanê ne, tewştir, wextkujtir û bêçunetir nîn in; tewş in ji ber ku tu berhemên me yên ku di qonaxa kutabûna mêtingerîyê yan dagîrkeriyê de hatine nivîsîn nîn in (ma dê çawa hebin!?), wextkuj in, lewre tu kilamên me yên ku piştî dagîrkeriyê hatine çêkirin nîn in, bêçune ne, lewre tu fîlmên me yên ku yarîyên xwe bi rewşa kambax a dagîrkeriya berîn (yan bi tiştekî dinê) dike, nîn in. Mêtingeran, aqilê serê me rût kirine û dikin jî. Aloziyeke xwe ya din jî heye, peyva post-kolonyal, ji bo gelekan kutabûna qonaxa mêtingeriyê nîşan dide, a duduyan bi pêdagirî li ser pergala mêtingeriyê radiweste, lê gelo çawan dibe hîn em ji bindestiyê rizgar nebûyîne, bi derûnîya ku piştî qonaxa mêtingeriyê derdikevine mexderê, xwe şaşomaşo dikin? Şikestinên çandî, newekheviyên bingehîn, mohrên civakî û trawmaya ku li ser me hatiye ferzkirin, diyariyên kê ne? Em bi kê re alvêrê dikin? Me bes –bi kir û kiryarên wê yên berîn– bendefiroşî nedîtibûn li Kurdistanê, lê me awayên wê yên postmodern dîtin, bi kir û kiryarên dermirovane yên cerd û cûrdên Daişê, di qirna bîst û nizanim çendemîn de li pêş çavên dinyayê gişî em bûn şahidê vê trajediyê jî.

Mûzîkjenê Zîmbabweyî Oliver Mtukudzi di strana xwe ya Todiiyê de (1999) dibêje; “Hooo Todii, what shall we do?[10]

Ez jî nema dizanim.

Têbînî:

[1] Varolmanın Dayanılmaz Hafifliği (The Unbearable Lightness of Being), Milan Kundera, Werger: Fatih Özgüven, Weşanên İletişimê, r. 259-260, Çapa 32emîn, Stenbol, 2007.

[2] Oğlum, canım evladım, Memedim, Cezaevinden Memet Fuat’a Mektuplar, Nazım Hikmet, Weşanxaneya de’yê, 1968. r. 19. 

[3] Heman berhem. r. 20. (n.n.)

[4] Heman berhem. r. 20. (n.n.)

[5] Heman berhem. r. 20-21. (n.n.)

[6] Bnr. Keştiya Ferit Edgü, Girava Hekarîyê û Edebiyata li ser Sînorên Dinyayê, Serdar Şengül, Botan Times, lînka nivîsarê: https://botantimes.com/kestiya-ferit-edgu-girava-hekkariye-u-edebiyata-li-ser-sinoren-dinyaye/

[7] Keştiya Ferit Edgü, Girava Hekarîyê û Edebiyata li ser Sînorên Dinyayê, Serdar Şengul, Botan Times (08/07/2023).

[8] Lînka bendê: https://botantimes.com/kestiya-ferit-edgu-girava-hekkariye-u-edebiyata-li-ser-sinoren-dinyaye/

[9] Herî dawî bi piştgirî û mêhvandariya DİTAMê, li Amedê, rêzepanelên li jêr sernavê Tigris Konuşmaları-Guftûgoyên Tîgrîsê hat lidarxistin. Pirsa sereke jî balkêş bû: “Divêt kurd çi bikin?” Li ser vê, em dikarin li ser kêş û vekêşên hiş û bîra ku cî dide (didin) çalakiyên bi vî rengî (ku zehf in), bipeyivin, çi ku heke pirs, “Divêt kurd çi nekin?” bûya, bi îhtimaleke mezin em dê di qonaxeka din de bûna. Lewre, pirsa “Divêt kurd çi bikin?”, ji bibîrxistina pergala kolonyal bêhtir (di ser vê re hildiperike), xwe dispêre bîr û boçûneke heyî ya destpêkê. Hingê çaresazên ku xwe bi gengeşiyên pirsa mêtingehê kuştine, dibin tiştekî din, ew aqilmendên me yên heta hetayê ne! Cihdaxwaza têrkirina çavqulîya (bêtetmînî) roşinbîrên tirk û yên “me”, encax di şêwr û mişêwrên wehakî de dikarin pêk bên. Bihagoyekî te hebe, baş e, lê heke du bihagoyên te hebin, dê baştir be. Axirsongî, em hîn di keştîya Ferit Edgüyî de ne û bejî hîn jî xuya nake. Di beşa Biryar Hate Dayîn de, beloqtir dibe merem; Vê carê ez im xwedîyê pirsê. Belkî bi awayekî din e lê dîsa wate yek e: Ez çawa dikarim alîkarîya te bikim? Ez ji bo te dikarim çi bikim? Bersiv, wan mirovên ku min ji zimanê wan fêm nedikir da (bi alîkarîya wergêrekî):Tu nikarî şivantîya me bikî. Ji ber ku tu mêrg û çîmenan, gur û kûçikan jî nas nakî. Cot bi te nabe, paleyî bi te nabe. Ji ber ku wekî me axa te jî nîne. Heke perê te hebin selefxurî bi te dibe. Selefxurîya çi? wer min pirsî. (Demsalek Li Hekarîyê, ji wergêrra Brahîm Ronîzer) Vê carê dê Tanıl Bora be xwediyê pirsê: “Ez çawa dikarim alîkarîya te bikim?

[10] Ji bo guhdarîkirina stranê https://www.youtube.com/watch?v=bUegP24Z_gQ