Xwendina metnên xirab jixwe ezab e, lê metnên baş jî hesûd in; metneka baş ji bo ku derîyê manaya xwe veke û zewqê bide xwendevanên xwe, eleqeyeka bêqisûr dixwaze, xwendevan divê bi enerjîyeka tam konsantreyê wê bin. Lewre xwendin, bi qasî ku nayê texmînkirin performanseka giran û cidî ye.
***
Li Diyarbekirê di rojên 16-24.12.2023yan de fuara kitêban hebû. Di dema vê fuarê de, hevalek li nêzîkî mala me rastî min hat, di destê wî de çend poşetên tijî kitêb hebûn. Me silav da hev. Got “Ez çûbûm fuarê. Nivîskarên me gelek zêde bûne. Min xwest dilê wan xweş bikim.” Min got “Te baş kiriye. Gelo tu yê bixwînî?” Bişirî. Got “Na.” Ez jî bişirîm.
***
Di nîva dawîn ya salên 1990î de li Diyarbekirê ez demekê îdarekarê partîyekê bûm. Di wê demê de carekê ez çûm şûbeya sendîkayekê. Di nav suhbetê de serokê sendîkayê derîyê odaya ku wekî depoyê bikar dianîn vekir. Tijî hejmarên kovarekê bûn, avêtibûn ser hev. Kovar bi Tirkî bû, ji alîyê hereketeka siyasî ve dihat weşandin. Got “Ji her hejmarê sed nusxa ji bo endamên me tînin. Em heqê wan didin lê naxwînin. Depo tijî dibe, paşê em didin yên ku kaxid berhev dikin.”
***
Min di kitêbeka Farisî de xwendibû. Rojekê, Harûnê Reşîd (736-809) ji Behlulê Dîwane (788-809) re dibêje “Ez ê ji bo xêra diya xwe ziyafetekê bidim. Li Camîya Kazimîyeyê kê nimêj kir bi xwe re bîne.” Behlul piştî nimêjê tenê heft kesî bi xwe re dibe. Harûnê Reşîd dibêje “Bi sedan kes tên wê camîyê. Me gelek xwarin çêkiriye!” Behlul dibêje “Rast e. Bi sedan kes hatin camîyê, lê te got ‘kê nimêj kir bîne’ te negot ‘kî hat camîyê bîne.’ Piştî nimêjê, ez li ber derî sekinîm, kî derket, min jê pirsî bê hela melayî di nimêjê de piştî sûreya Fatîhayê kîjan sûre xwend. Tenê van heft kesan zanî. Min fêm kir ku ewên din tenê hatine camîyê, lê van heft kesan nimêj kiriye.”
***
Paolo Colhoyî di romaneka xwe de wek menqîbe nivîsîye. Li Wîyanayê îlan dibe ku fîlozofekî navdar dê konferansekê bide. Salon tijî dibe, gelek kes jî li derve dimînin. Organîzator ji bo kesên derve ekraneka mezin datînin. Wext temam dibe lê anons dikin ku fîlozof dereng hatiye bajêr, konferans dê du saet paşê dest pê bike. Nîvê temaşekaran diçin. Saet dibe çar, anonseka din; dibêjin “Ji ber ku fîlozof di rê de westîyaye lewre konferans dê du saetên din texîr bibe.” Salon nîvî dibe. Saet dibe şeş, dîsa anons; dibêjin “Fîlozof dê xwarinê bixwe hê were.” Li salonê qasî pêncî kes dimînin. Saet dibe heft, fîlozof tê, derdikeve ser sehneyê. Li salonê di nav ewên li rêza pêşîn rûniştî de jinek heye, fîlozof bi lehnê serxweşan dibêje “Xanim tu êvarê nayê otelê?” Li ser vê gotinê tenê heft kes dimînin. A wê demê fîlozof dest bi suhbetê dike, dibêje “Gelî ezîzan, dereng destpêkirin û tiştên din perçeyek ji konferansê bûn. Çimkî ez ji tecrubeyên xwe dizanim, ji hezar kesî ancax heft kes fêm bikin.” Û fîlozof ji wan heft kesan re heta ber destê sibehê konferans dide.
***
Ji berê de meraqdarên xwedinê kêm in, çimkî xwendin karekî hêsan nîne. Herçî em kurd in, di nav me de kultura xwendinê ji kêmê jî kêmtir e. Îcar, di vê dewra înternetê de ku li ser medyaya sosyal zanîn û metin mînîmalîze bûne, îhtîyaca bi xwendina kitêban jî mînîmalîze bûye. Lêbelê tora înternetê û medyaya sosyal nebin jî, xwendin bi xwe lebateka giran e. Çimkî fêmkirin zehmetir e ji îfadekirinê (û ji nivîsînê jî). Bi îşaretên destan be, bi gotinê yan nivîsînê be, baş xirab, îfade bi awayekî çêdibe. Lê ji îfadeyê fêmkirin, bi taybetî têgihiştina ji metnekê, zêhn û zeka, sewîyeyeka zanînê, hişekî zelal û eleqeyeka cidî divên. Xwendina metnên xirab jixwe ezab e, lê metnên baş jî hesûd in; metneka baş ji bo ku derîyê manaya xwe veke û zewqê bide xwendevanên xwe, eleqeyeka bêqisûr dixwaze, xwendevan divê bi enerjîyeka tam konsantreyê wê bin. Lewre xwendin, bi qasî ku nayê texmînkirin performanseka giran û cidî ye. Di metneka baş de mana tazî nîne; di bin fîstanî de kiras heye, di bin kirasî de binkiras, di bin wî de… Yanî fêmkirin û têgihiştina ji metnekê tebeqe bi tebeqe ye; pêşî çi hatiye gotin, ya diduyan malzeme çawa hatiye bikaranîn û çawa hatiye gotin, ya sisêyan çima hatiye gotin û di bin gotina ku hatiye gotin de esas çi heye… Xwendevan divê xwe bide ber vê zehmetê û ew bi xwe van tebeqeyan keşif bike. Piştre, îcar dor tê ser alîyên hunerî û estetîkî. Lewre xwendineka baş karê her kesî nîne.
***
Juan Goytosolo (1931-2017) ne ku tenê nivîskarekî baş e, di eynî demê de roşinbîrekî muhîm e. Ji alîyê Franco (1892-1975) ve hatiye surgunkirin, lê piştî mirina Francoyê dîktator jî bi dilê xwe li surgunê maye, venegerîyaye Spanyayê. Di nivîseka xwe de behs dike, dibêje “Xortek hat ber min, got ‘Min romana te ya dawîn xwend, li xweşa min çû.’ Min got ‘Te cara diduyan jî xwend?’ Got ‘Nexêr.’ Min got ‘Ev tê wê manayê, yan tu xwendevanekî xirab î, yan min romaneka xirab nivîsîye.’” Yanî, metneka baş helbet divê xwe bide xwendin û li xweşa xwendevanî biçe; lê ne ku tenê carekê, divê xwe çendbare bide xwendin. Lewre, di hatin yan nehatina xwendina kitêbekê de esas ew (em bibêjin nivîskar) mesûl e. Berîya her tiştî, xwendina kitêbekê hezkirin yan heznekirina ji nivîskarê kitêbê bêrî ye. Çimkî berhem piştî ku hatiye weşandin êdî ji nivîskarê xwe cihê bûye. Lêbelê kes mecbûrî xwendina tu tiştî nîne û xwendevan hemalê nivîskarî jî nîne. Ji vê çendê, divê metin xwedîyê wê cewherê be ku ew xwe bide xwendin. Ji bo vê jî, nivîskar di dema nivîsandinê de divê xwendevanan ji xwe zîrektir û zanatir bizane; divê metna xwe mîna xweştirîn xwarinê servîs bike ku lezetê bide xwendevanan. Çimkî xwendin bi giranî karê zewqê ye; eger xwendevan ji xwendinê keyf û zewq û lezetê bigire, hewesa wî ya xwendinê jî, meraqa wî ya zanînê jî şiyar dimîne. Na, eger xwendevan çend car rastî metnên xirab were, bila keyf û zewq û lezet, herwisa hewes û meraq li wê bimînin, cesareta wî ya xwendinê namîne.