Aştî yan aşîtî?

  • 12/02/2024
Aştî yan aşîtî?
Zana Farqînî Fotoğrafı

Zana Farqînî

12/02/2024

Dibe ku îroj em ne xwedî ferhengeke ratnivîsînê ya li ser lihevkirî bin, lê bi ya min divê em wan xebatan û keda ji bo wan berheman hatiye dayîn, di ser guh re neavêjin, bala xwe bidin wan û ji wan sûd wergirin. Ji bo pêkanîna zimanekî hevgirtî, standard û hîn rasttir em gişt mecbûrî tevgerîneke berpirsane ne û divê em aliyên xwe yên eynî û manend zêdetir bikin, ne cudahiyên xwe yên zimanî.

***

Du aliyên zimên hene ku yek jê zimanê devkî û yek jî zimanê nivîskî ye. Eger bi awayekî giştî bê gotin, standardî di zimanê nivîskî de heye û hemû endamên wî zimanî jî gava bi zimanê nivîskî perwerde dibin, pê dinivîsîn û pê didin û distînin, hewce ye rîayet li rêsayên wî zimanî yên pejirandî bikin. Ji ber ku zimanê devkî xwedî devokan e, gelek guhartoyên/varyantên heman peyvê û hin qaydeyên cuda yên rêzimanî jî hene. Ji lew re mirov gava di nav zimanê xwe de tê dinyayê, pêşî zimanê xwe yê dayikê werdigire, lê herçî zimanê standard e, di berdewamiya jiyana xwe de her tim wî zimanî hîn dibe.

Zimanê kurdî yê nivîskî û standard hîn bi awayekî tam cihgir nebûye, kêşeyên wî yên ku li ser wan hîn lihevhatinek çênebûye hene. Yek ji van arîşeyan jî awayê rastnivîsîna peyvan e. Eger em nemaze ji bo zaravayê kurmancî bibêjin û mijarê sînordar bikin, hebûna gelek guhartoyên heman bêjeyê dike ku di warê nivîskî de alozî peyda bibin. Loma divê ev yek çareser bibe û ji bo zimanê standard awayek ji awayên heyî yên peyvekê bê tercîhkirin. Elbet ji bo hilbijartina awayekî jî pêwîst e mirov xwe ji tercîhên sûbjektîf dûr bigire û xwe bispêrê rêbazên zanistî. Ên wekî etîmolojî, morfolojî, qaydeyên rêzimanê, mentiqa darêjtina peyvan a di zimanê xwe de, nerîta rastnivîsîna peyvên zimanê xwe, serîlêdana li zaravayên xwe, siyaseta hevpar a zimanî û hwd. Her wiha divê mirov di çarçoveya plansaziya zimanî de jî tev bigere û wisan ranêziyekê li çareserkirina kêşe û gelemşeyên zimanê xwe bike.

Yek ji wan peyvên ku xwedî çend guhartoyan e, peyva aştiyê ye û ev bêje di zimanê nivîskî de mîna “aşîtî”yê jî tê bikaranîn. Ev rewş ne tiştekî asayî ye, loma dibe sedema çêbûna tevliheviyê bê ka kîjan ji hêla vekîtê, bi gotina din, ji aliyê rastnivîsînê ve rast e. Min berê jî li ser vê peyvê ramanên xwe aşkera kiribûn, lê xem nake, ji ber dewamkirina bikaranîna her du awayan, hewce dike mirov careke din jî li ser binivîse û nêrînên xwe bibêje.

Berî ez daxuyînim bê kîjan rast e û divê kîjan bê tercîhkirin, dixwazim pêşî serî li zimanên îranî bidim û paşê bala xwe bidimê bê ka di zaravayên kurdî de şekilên wê çi ne û ji bo zimanê nivîskî kîjan form hatiye hilbijartin.

Ev peyva “aştî”yê (aşitî, aşîtî, haşitî, haştî), di avestayî de “axştey” û “axştî”, di pehlewî de “aştî” û “aştîh”, di farisî de jî bi awayê “aştî” ye. Îcar di kurmanciya naverast (soranî) de “aştî” û di kirmanckî (kirdkî) de jî ew wek “aştî” û “haştî” heye.

Ev peyv, wek lêkera hevedudanî di kurmancî de mîna “aşt bûn” (aş bûn, haş bûn, haşt bûn) bi awayê têneper û bi şêweya têper jî mîna “aşt kirin” (aş kirin, haş kirin, haşt kirin) tên bikaranîn. Eger ji bo awayê rast yan jî ya tercîhkirî mirov hem zimanên îranî hem jî zaravayên xwe yên din wek referans hilde ber çav, nexwe divê şêweya “aşîtî”yê neyê pejirandin. Ji ber ku binyada peyvê halê hazir ne “” e û ji mînakan jî xweş diyar dibe bê çawan di hin devokan de “t” ji peyvê ketiye û di hinan de jî “h” hatiye pêşiya wê. Jixwe bêsedem nayê gotin ku ziman organîzmayeke zindî ye û bi qonaxa demê re bûyerên denganiyê, yên morfolojîk û semantîk lê diqewimin, loma dibe deng yan kîte ji peyvan bikeve yan jî berevajî vê lê zêde bibe.

Ji ber awayê “aşt”ê nêztirî formên zimanên îranî dixuye, bi ya me divê şekilê “aştî”yê ji bo zimanê standard ê nivîskî bê qebûlkirin û jixwe di kurdî de çêkirina navdêran bi paşgira /-î/yê jî pêk tê; mîna baş û başî, kurd û kurdî, parêz û parêzî, tirş û tirşî û hwd. Bi vî awayî, gava ew wek lêker “aşt bûn” û “aşt kirin” bên bijartin, dê di navbera zaravayên kurdî de jî hevgiriyek pêk were û jixwe di zimanê nivîskî de bi piranî meyl li ser awayê “aşt” û “aştî”yê ye. 

Di kurmancî de ji vê peyva hanê gelek bêjeyên din jî hatine piraştin, wekî aştîhez, aştîparêz, aştîperest, aştîperwer, aştîxwaz û aştiyane. Ji van nimûneyan bi xwe dixuye bê çawan peyv hema bibêje bi piranî ji awayê “aştî”yê hatine çêkirin, lê ne ji “aşîtî”yê. 

Gava zimanek were standardkirin, eger ji yekê zêdetir bilêvkirina peyvekê yan jî varyantên wê hebin, hewce pê heye yek tenê ji bo zimanê standard bê hilbijartin û ew rêbazên me li jorê behs ji wan kir, li pêş çav bên girtin û malbata zimanî jî divê qet neyê îhmalkirin. Tevgerîna bi awayê din, dibe ku bibe sedema encama pêkhatina helwesteke subjektîf.

Min bi xwe di hemû ferhengên xwe de ew şêweyên “aşt” û “aştî”yê wek awayê standard tercîh kirine û formên din jî refereyî wan kirine. Her wiha di xebata bi navê “Ji bo Rastnivîsînê FERHENGA KURDÎ (KURMANCÎ) – TIRKΔde, ew awa ji bo zimanê nivîskî hatine pêşniyazkirin. Ev berhema kolektîf, ku M. Malmîsanij edîtoriya wê kiriye, bi beşdariya Mustafa Aydogan, Newzad Hirorî, Huseyîn Kartal, Remzî Kerîm, Mahmûd Lewendî, M. Emîn Narozî, Reşo Zîlan û min ve hatiye amadekirin. Dîsan Koma Kurmanciyê ya ji bo ferhenga rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê jî, ev bi salan e xebateke wiha didomîne û heman form tercîh kirine. Di gel vê, Grûba Xebate ya Vateyî jî di ferhenga xwe ya bi navê “Ferhengê Kirmanckî (Zazakî) – Tirkî de” ji bo zimanê standard awayên “aşt” û “aştî” hilbijartine.

Dibe ku îroj em ne xwedî ferhengeke ratnivîsînê ya li ser lihevkirî bin, lê bi ya min divê em wan xebatan û keda ji bo wan berheman hatiye dayîn, di ser guh re neavêjin, bala xwe bidin wan û ji wan sûd wergirin. Ji bo pêkanîna zimanekî hevgirtî, standard û hîn rasttir em gişt mecbûrî tevgerîneke berpirsane ne û divê em aliyên xwe yên eynî û manend zêdetir bikin, ne cudahiyên xwe yên zimanî.

Şîrove*

%d