Di destpêka sedsala 19an de gava ku Goethe têgeha ‘edebiyata cîhanê’ bi kar anî, bi qewlê xwe dixwest ku xwe ji qefesên edebiyata neteweyî rizgar bike û per û baskên xwe ji bo asîmanên edebiyatên din veke. Helbet Goethe, û li pey wî jî Marks, ku di Manîfestoya Komûnîstê de behsa rabûna sînoran bi pêşengiya bûrjûvaziyê û ‘pêkanîna dinyayê’ dikir, feyza xwe ji ‘herîkina kapîtalê (sermayeyê) li seranserê dinyayê û avakirina bazareke yekpare’ digirt. Yên ku sînorên neteweyan radikirin, serkêşiya ‘sermayeyê’ jî dikirin. Ji ber wê yekê, nisbet bi serdemên berê dê zêdetir têkilî di navbera ziman û edebiyatan da çêbûya.
Şîdeta mezin ya ku rê li ber sermayeya li seranserê dinyayê vedikir, hêj nebûbû mijara rexneyan û ji ber vê yekê ew nêrîn û hêviyên erênî li bendê bûn ku gava sînorên teng ên neteweyan radibin, gel dê bêtir têkiliyan danin, nêzî hev bibin û edebiyat jî dê di asteka cîhanî de kamil bibe. Lê ew hêvî pêk nehat. Ji ber ku sermayeyê bi qasî ku sînor radikirin, li şûna van sînoran, sînorên nû didanîn. Bûrjûvaziyê dawî li hin neyeksaniyan dianî yên ku aristokrasîyê ava kiribûn. Lê belê ji aliyê din ve bûrjûvaziyê li seranserê dinyayê neyeksaniyên nû jî saz dikirin.
Bi ser de jî, hêj di sedsala 15emîn de xebatên ziman û gramerê ketibûne bin xizmeta împaratorîyan. Di sala 1492yê de, humanîst û zimanzanê îspanyolî Antonio de Nebrija, yekemîn pirtûka xwe ya gramerê di nav zimanên ewropî de qedand û îthafî Keybanûya Îspanyayê, Isabellayê kir. Nebrija, di pêşgotina pirtûka xwe de hêvîya xwe wisa eşkere kir: “Zimanê Kastîlyayê dê bibe nîşana împaratoriya cîhanê, ku hêvîdar e Îspanyayê ava bike.” Piştre, gotina humanîstê îtalî Lorenzo Valla ya “ziman her tim hevrêyê împeratoriyê bû.” li îthafa xwe ya bo Keybanû Isabellayê zêde kir. [1]
Li ewropayê zimanên neteweyî, di heman demê de wekî zimanên emperyal derketibûn meydanê. Ziman, wekî amûrên serdestiyê hatin bikaranîn û di gelek cihan de kolonyalîzm bi qedexekirina zimanan, tunekirina metnên nivîskî hukmê xwe temam kir. Edebiyat bû yek ji amûrên kolonyalîzmê.
Lê belê ber bi dawiya sedsala 19an ve ji kelecan û coşiya serê sedsalê tiştek nemabû. Li ewropayê piştî têkçûnên mezin pêla şoreşê cihê xwe ji bo reşbînî û bêhêvîtiyê hiştibû. Sicîla mêtîngeriyê her ku diçû xerabtir dibû û ew sicîla hovane îfşatir dibû, parastina diskûra medenîkirinê êdî bi hêsanî nedihat parastin.
Di destpêka sedsala 20an de li derveyî ewropayê bi dehan netewedewlet ava bûn û wan dewletan di warê çand û edebiyatê de rê û rêbazên mêtîngeriyê pejirandin. Loma, di bin siya lêrasthatinên kolonyal de ‘edebiyata cîhanê’ ava nebû ku di destpêkê de Goethe û Marks mizgîniya pêkhatina wê didan.
Piştî salên 2000î mijara edebiyata cîhanê careke din li derûdorên akademiyê vejiyan. Pêla ku Edward Said bi xebatên ‘Oryantalîzm’ û ‘Çand û Emperyalîzm’ê da destpêkirin, bi beşdariya teorîsyenên ji ekol û mektebên cûda berfirehtir bû û derbarê babetên kolonyalîzm, postkolonyalîzm û temsîlê de kulliyeteke mezin hate afirandin. Teorîsyenên ji koloniyên berê û ji metropolên ewropa û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê zend û bendên xwe badan û li hemberî hev hatin. Em wekî kurd hêj jî di vê qonaxê de ne.
Di warê rexne û teoriya edebiyata kurdî de jî di vê qonaxê de geşedanek pêk hatiye. Tematîk û problematîkên edebiyata modern, postmodern û postkolonyal, di nav nivîskar û rexnegirên kurdan de tên nîqaşkirin. Di navbera mêtîngeriya ewropayê û welat/dewletên kurd lê niştecih de wekhevî û hevterîbiyek heye; tecrûbeyên dij-kolonyalîzmê di navbêna gelên kolonîzekirî û gelê kurd da yek ji mijarên nîqaş û serêşiyê ye.
Di vê çarçoveyê de, ez dê çend hefteyan li ser hev, bi nivîsên xwe yên tematîk û bi problematîkên edebiyatên cîhanê, ji perspektîfeke postkolonyal beşdarî van nîqaşan bibim. Çend hefteyên pêşiya me ez dê bi helsengandina kitêbekê, bi şexsiyetekî yan jî bûyerekê van nîqaş û guftûgoyan gurr bikim.
Dixwazim bi xwendina Le Hekarî Demsalek [2] a Ferit Edgü dest bi analîza xwe ya yekem bikim. Le Hekarî Demsalek, romaneke pir navdar e û fîlma wê jî bi qasî romanê deng dabû. Nîviskarek, ji bo wezîfeya leşkerîyê sirgûnî Hekarî diknin û tecrûbeyên xwe yên li Hekarîyê vedibêje. Ji ber ku nivîskar yekî muxalîf û çepgir bû û zilm û tehdayî li gel nedikir, derbarê romanê de nêrîna giştî pozîtîf e. Lê eger em ji nêz ve li romanê binêrin kod û klîşeyên mêtîngeriyê berçav û şênber dibin.
Roman ji aliyê şeklê pênasekirina lehengê romanê ve, ku nivîskar bi xwe ye, dişibe romana Robinson Crusoe ya Daniel Defoeyî. Hekarî jî wekî giravekê tê pênasekirin ku lehengê romanê wekî Robinson di encamê qezayeka keştiyê de bi tesadûfî li ser lûtkeyên çiyayên wî çavên xwe vedike.
‘Qeza’ û ‘girav’ wekî du metaforan in ku ji bo veşartina têkiliyên kolonyal hatine bikaranîn. Metafora qezayê, faktorên ku keştiyê û kaptanê ew aniye wan ‘giravan’ li derveyî analîzê dihêle. Metafora giravê jî têkiliyên bajarên kolonî bi metropolên mêtînger vedişêre. Edgü, qet behs nake cihekî ku nîva nifûsê wê ji leşkeran pêk tê [3] çawa dikare wekî cihekî tek û tenha tê pênasekirin. Û qet behsa dîrokê nake ya ku wan lêşkeran anîye ser wan çiyayan.
Gelo kîjan dîrok û diskûra edebiyatê Robinson Crusoe û Ferit Edgü li keştiyekê siwar kirin û bi rêya qezayekê yek avêt qeraxa avê û yê din jî li serê çiyayan danî, ku ew war û diyarên biyanî li derveyî zeman û zimanên dinyayê mane û careke din daxilî nav dinyayê bikin?
Robinsonê ku di serdema geşedana bûrjûvaziyê de jiyabû, ew hez û baweriya wî hebû ku wezîfeya xwe bi cih bîne. Ew qet behs neke jî, leşkerên Brîtanyayê têra xwe piştgirî dane wî. Lê kesên wekî Ferit Edgü, ku ji aliyê dewleta xwe ve wekî sirgûn bo ‘koşeyê welatê xwe’ hate şandin da ku wekî mamosteyekî xizmeta xwe ya leşkeriyê bike, nekarî di bin çavdêriya dewletê de ne rola xwe ya perwedekirinê bi cih bîne ne jî dijî dewleta xwe derkeve. Di bin tesîra pedagojî û dîskûra dewletê de nekarî tevî wî gelî ji bo rizgarbûnê şer bike. Gava ku bi bêçaretiya xwe re rû bi û dimîne, di destê wî de melankolî û fanteziyên pornografîk ên mêtingeriyê dimînin [4].
Romana Robinson Crusoe wekî yek ji sembola edebiyata mêtînger tê pênasekirin û zanîn, û li hemberî wê çend romanan hatine nivîsên ku dîroka lêrasthatinên kolonyal ji devê gelên giravê neqil dikin [5]. Ew roman ji aliyê asta hunerî ve jî gelek bilind in. Ne tenê reaksiyonek e, her wiha bi hişmendiyeke kûr midaxele û sererastkirin in jî. Edebiyata cîhanê ya tê behskirin ne bi herikîna sermayeyê ne jî bi tesîra yekalî ya mêtîngeran, lê belê dê bi berhemên gelên ku zimanên wan hatine qedexekirin, hebûna wan hatiye înkarkirin ava bibe û bikemile.
Girêdayî vê peywenda li jorê, em vê pirsyarê arasteyî xwe jî bikin: Gelo bersiva edebiyata kurdî li hember romana Le Hekarî Demsalekê çi bû/ye?
Çavkanî:
[1] Serdar Şengül, Gramer û Agir: Du Amûrên Emperyalîzma Lînguîstîk, https://botantimes.com/gramer-u-agir-du-amuren-emperyalizma-linguistik/
[2] Ferit Edgü, Le Hekarî Demsalek, (wer. Nejdet Kaya), Cervantes, 2020.
[3] hbr., r. 7
[4] Ji bo analîza fantaziyên kolonyalên bnr. Haymatlos Suat, Sömürgecinin Gözündeki Pornografik Çukur: Hakkâri’de Bir, Batman’da Dört Mevsim, https://sonhaber.ch/somurgecinin-gozundeki-pornografik-cukur-hakkari/
[5] Michel Tourniner, Cuma ya da Pasifik Arabı, Ayrıntı, 2021; J.M. Coetzee, Foe, Can, 2022.