Serboriyên Otostopê – I: Ji Qoserê Heta Semsûrê Cotek Sol û Gula Reş

Çawa derketim, baranê lê kir. Ez bi şimika xwe mam, nedibû wisa wê sermê û şiliyê bi şimikê herim. Mirov şairekî sewdaser û xayis be jî wisa nake helbet. Hatim li qehwê rûniştim dîsa. Qey dilê Murad bi halê min şewitî ku di wê navberê de ji derdorê bo min pirsa soleka kevn dikir û dît jî, ya heta Semsûrê dikare min îdare bike. Xwediyê qehweyê hat û cotek bota kevn danî ber min go ev ji şimika te baştir dixuyê.

***

2023 bo min wekî kabûsekê bû ku çi ji ber stresa xwe ya kevneşopî, çi ji ber xayisiya şairiyê, çi jî û belkî jî zêdetir ji yên din ji ber gêjîtiya xwe di rê de min gelek serboriyên tewş û komîk tecrubekirin. Ji ber ku niha gelekî kenê min pê tê û caran ji hevalên xwe re behsa wê dikim, dixwazim vê hefteyê behsa wê serboriya xwe bikim.

26ê Çileyê ji Mêrdînê hatim Qoserê û ji wir bi otostopê çûm gundê xwe yê ku ev nêzî deh sal in neçûmê û niha yanî wê gavê ligel hestên bêrîkirina têkel bi xerîbiya salan û rûyên ji zû ve hatine jibîrkirin. Dîtina rûyên ku demê û nedîtinê ew guherandine, her dem min hestyar dikin. Werhasil, sedema çûna min ne bêrîkirin ne jî kesera zaroktiyê bû. Beriya 26ê meha ewil ya 2023yan tirê li gundiyekî me xist ku mala wan li Îzmîrê bû. Piştî çend rojên  li ser pirê bi birînên giran ên nexweşxaneyê, kurikî emrê Xwedê kir. Bi çend salan ji min biçûktir bû Imran û bawer kin bêzerartirîn mirovê dinyayê bû ku di temamê emrê xwe yê hejar de ne dilê kêzikekê jê maye ne jî giyayek ji pêlêkirina wî aciz bûye. Yekî wisa bêdeng, deynekir, di halê xwe û di qenciya xwe de dijiya. Di febrîqeyekê de karker bû û di şiveqeka bi mij de gava dixwaze derbasî aliyê din ê rê bibe, tira ku bi sur’et tê, lê dixe. Mirina wî ya ciwan û nas ez gelekî xemgîn kirim, ew anîn gundê wî ku lê defin bikin, ji loma şîna wî jî li gund danîn. Çûm şînxaneya gund ya ku hêj nehatibû temamkirin, min serxweşî da birayên wî û li wê derê rûniştim hinekî, demê ez jî gelek guherandibûm ji loma xeyn ji çend kesan kesî ez nas nekirim. Bê silav û kilava wextên zaroktiyê ez bi erebeyekê vegeriyam Qoserê, mala xwişka xwe, wê şevê li wir mam.

Rojtira din sibê zû hişyar bûm lê nehiştin ez zû derkevim, hêj hefteyek berê min bo xwe plan çêkiribû ku herim Rihayê, hevaleka xwe bibînim û ji wir herim Xelfetiya ku min gelekî methê gula wê ya reş bihîstibû. Niyeta min ew bû wekî şevekê li Xelfetiyê bibînim, gula wê, jin û peyayên wê, şora wê ya berçemî bibihîzim û ji wir lêxim herim çend rojan li Semsûrê bimînim. Heta ku min xwarin xwar û ji mal derketim, hatim axziyareta ku cihekî guncan e bo otostopa berev Wêranşar û Rihayê. Xweşbextane zêde nesekinîm û tirekê ez hildam. Şofêrê wê zilamekî ciwan û esmer bû û bi dengekî zêde bilind di telefonê de diaxivî. Yên li miqabil wî ew hêrs dikirin û ji hêrsan gava diqîra min digot niha wê têkeve hundirê telefonê, aliyê din bikuje û were.

Hewce ye bibêjim ku di wê maweyê de ez ditirsiyam kerba wan di serê min de jî derxe helbet. Loma çawa telefon digirt ji bo ku bêdengî neyê asta aciziyê, min yekser pirs jê dikirin an jî qala xwe dikir ku bala wî here ser tiştekî din. Ji Bazîdê bû mêrik û wekî her kurdê hay ji nasnameya xwe heyî, aciz û birûmet bû dîsa, kurdiya mêrik mehiyabû û eger min di kurdî de israr nekira wê çend hevokên xwe yên serma Bazîdê ji devê xwe berneda. Qedereka dirêj em wisa çûn, telefon, çêr, qîr, bêdengî, hewla danîna sohbeteka mecbûrî, tirs û meraq. Bi van hestan û vê rewşa derasayî me xwe gihand qonaxeka bêhnvedanê ya li kêleka rê, li wir pismamê wî beriya me sekinîbû, em daketin, camêr xwarinek îkramî min kir, paşê me çaya xwe vexwar û em rabûn.

Mêrik go abê ez pîsqopat im hinekî, dixwazî tu bi Gökhan (pismamê wî) re here, wê baştir be bo te, biner ez bo te dibêjim. Min go abê mala te ava, xebera te ye, wisa çêtir e. Ez çûm mekîna Gökhan, min sola xwe ya ku hêj bîst û pênc roj berê li Wanê kirîbû û gelekî jê hez dikir, derxist, dilê min hebû ku wê têxim hundir tirê. Ji bo ku herî jê neweşe û hundir edem nebe, min ew li ser piştê danî, lê Gökhan go, tu wê daynî çavîk/pêlekana tirê ya ku derî tê serê, dê baştir be. Min go çê dibe ji wir bikeve, bawer nekir, axir, min sola xwe xist wê pêlekanê, derî girt û tir meşiya.

Gökhanê ku berê min jê re gotibû ez ê herim Rihayê, ji min re got ku ew dê di nav bajêr re neçe, min go xem nîne, min li cihekî nêzîkî bajêr dayne, besî min e. Temam. Temam. Di rê de ji ber ku min nekarî xwe bigihînim hevala xwe, min biryara xwe guherand. Ez dê li ser rêya Xelfetiyê peya bibam. Bi berawird pismamê wî, sohbeta Gökhan xweştir bû lê ew jî gava mesele dihat ser siyasetê dîno mîno dibû. Ji lewre min berê sohbetê da kar û serpêhatiyên wî yên şofêriyê. Rusya, Ozbekistan, Azerbaycan,  Îran, vodka û kimiz, qeşa û bêrî, heta em gihîştin cihê ku ez ê lê peya bibim, Gökhan gelek meseleyên balkêş gotin. Li cihekî nêzî rêya serekî ya Xelfetiyê tir sekinî, gava min destê xwe avêt sola xwe, qirçîniyek ji dilê min çû, lew tenê ferek ket kestê min, fera din ketibû. Ez li ber xwe ketim lê min zêde neda der.

Çîrokê hêj nû dest pê dikir. Gökhan jî aciz û mehcub, şimikek da min, min go heta bajêr ez ê pê îdare bikim. Me xatir ji hev xwest û ez daketim rêya din a ku qederekê diçû û li wir digiha rêya Xelfetiyê. Erebeyekê ez hildam heta wê rêyê û ez peya bûm, ew jî bi aliyê Sirûcê ve çû. Hêdî hêdî dibû êvar, ji ber ku hewa xweş bû, şayişa min hêj negihiştibû wê astê ku bitirsim, ber bi aliyê Xelfetiya gula reş ve meşiyam. Ji aliyekî ve jî carê min li pişt xwe dinerî bê ka dê mekîneyek were an na. Piştî ku çend deqeyan meşiyam texsiyeka sor hat û li min sekinî, heta gundekî nêzîk ê li ser devê rê diçû. Ketimê, me zêde xeber neda, şofêr yekî ciwan bû û wisa tê bîra min ku xeberdan bo wî tiştekî bêçine bû. Ji lewre bêdeng, ez rûniştim. Li gund peya bûm dîsa, ro hema bêje çûbû ava lê derdor hêj ronî bû têra xwe, bi meşê ji gund derketim. Di rê de erebeyeka din ez hildam heta Xelfetiyê. Gava gihîştim Xelfetiyê êdî tarî ketibû erdê, hewa jî piçekî cemidîbû. Anku hewa ne li gor wê yekê bû ku pêxwas, bi şimikê bigerim. Yekser çûm her du dikanên solan. Nimareya piyê min 45 bû û min li her duyan jî solek li gor xwe nedît. Aciz, derketim çûm, min xwarinek xwar. Xelfetî, bajarokekî ecêb e, heta tu bibêjî biçûk e ku bi tenê cadeyek xwe ya zêde ne dirêj hebû. Ya rast ne cade, lê rê bû ew ku bajar kiribû du şeq.  Ji ber alayên tirkî yên hema bêje li ser her dikanê û ji ber tirkiya zêde û çavên ku bi dîtina kesekî xerîb hinekî pehn dibûn carna, min xwe rihet his nekir, min go hema herim Xelfetiya Kevn a li ber çem. Lê vê carê dîsa erebe tune bû biçimê. Li ser rê sekinîm, çend kesên din wekî min erebe dipan, min ji yekî pirsî ka çawa dikarim herim Xelfetiya Kevn, mêrik camêr bû, go tu nikarî wisa herî, li benda min be gavek din erebeyek dê here wê derê, tu jî bi me re were. Min qebûl kir helbet, ereba hat, di rê de min behsa sedema hatina xwe kir û pirsa cihekî mayînê kir, niyeta min ew bû ku li hostelekê bimînim, serê xwe bişom, di ber dilê xwe yê pêxwas bidim û xweş razim.

Wisa nebû, hemû hostel tije bûn. Hemû. Qey 4-5 heb hebûn ew hemû yan na. Wê zivistanê Xelfetiya dêris sond xwaribû ku qenciyê li min neke. Yek ji xwediyê hostelan, go hosteleka me ya din heye, di tadîlatê de ye, dixwazî li wir bimîne îşev, ne xerab e go. Bo min öğrencî û kurd indirimi jî kir. Dê betanî û balîf filan jî bianiya, di dil xwe de min go heke ev hebin, ez ê kêfa gurê pîr bikim. Em çûn wê derê, birê xwe şand bo betanî, balîf û tiştên din. Go te bivê soba ceyranê jî heye lê hewce nake zêde, hundir germ e. Min jî jê bawer kir, temam xem nîne, ez ê îdare bikim. Îdare nedibû, yê dîtine dizanin, xaniyên bi keviran hatine lêkirin, zivistanan ecêb sar û bi hêwî ne, germkirina wê li hêlekê, hilma hêwiyê bêhn li min diçikand, qilêra derdorê jî bi ser de. Min deyax nekir û li Muradê xwediyê hostelê geriyam, abê ez qefilîm, ka bi xêra xwe soba ceylanê bîne. Anî, ez û hundir piçekî germ bûn, germê kir ku ez ji bêhna hêwiyê jî aciz nebim êdî, xweş bû ew û ez wisa razam.

Murad berî nîvro hat, ez bi erebeyê hildam û birim cem serayên ku gulên reş lê dihatin hilberîn. Du sê serayên biçûk bûn li ber çem. Çûm ya ewil, çend zilamên cilên kevn ên leşkeran li xwe kiribûn, li wir dixebitîn. Di înternetê de min li ser gula reş hindek tişt xwendibûn şeva din û wisa tê bîra min ku hinan digot ev gul hema bêje temamê salê şîn e. Derew bû, xunçeyên wê zepitî bûn û li ber bişkivînê bûn belkî. Min çend caran ew tewaf kir, baş bala xwe dayê, lê ji ber telefona kameraya wê şikestî, min nekarî çend wêneyê wê bigirim. Ji wir derketim, bi Murad re çûm qehweyê, Murad tostek bo min xwest ku ne tost bû, hema nîv nanê semûn bû ku bêhna  sucuxê lê kiribûn. Piştî tost û çayê, min da xwe ku bidim rê, herim Semsûrê.

***

28ê mehê bû. Çawa derketim, baranê lê kir. Ez bi şimika xwe mam, nedibû wisa wê sermê û şiliyê bi şimikê herim. Mirov şairekî sewdaser û xayis be jî wisa nake helbet. Hatim li qehwê rûniştim dîsa. Qey dilê Murad bi halê min şewitî ku di wê navberê de ji derdorê bo min pirsa soleka kevn dikir û dît jî, ya heta Semsûrê dikare min îdare bike. Xwediyê qehweyê hat û cotek bota kevn danî ber min go ev ji şimika te baştir dixuyê. Xebera wî bû. Wek wî çivîkê ku di çîrokê de bûk dida bi tûtûkê min, şimik bi botê da û derketim. Heta 40 km nêzî Semsûrê xweş çûm, heta wê derê hewa jî xweş bû. Ji cihekî şûnde hewa ji nişka ve xerabû, ewil bayekî sar rabû, paşê berfeka hûrik lê şid, xwe da rex bê û ez hingavtim. Erebe jî nedisekînin. Di hundir xwe de ji xwe re dijûnan didim û ji aliyekî ve jî bêbiryar im, gelo herim petrola ku qederekê ji min dûrtir bû an li şûna ku heta wê derê bimeşim, li cihê xwe bisekinim. Fikra duyem maqûltir bû. Li bin berfa ku hêj nedabû çokan, sekinîm hinekî din, erebeyek hat û ez hildam, çend xort tê de bûn.

Heta rêya ku dizivire Semsûrê em xweş hatin, li wê derê ew bi aliyê Besniyê ve zivirîn ez jî çûm li ser rêya Semsûrê sekinîm ku zêde nemabû jê re. Berf tunebû li wê texmê, lê baraneka xweş dibariya. Şil bûm, hebûna botê û nebûna berfa nîv saet berê ez kêfxweş kiribûm loma baran zêde ne di bala min de bû. Erebeyeka biha li ber min sekinî, du zilam û xortek tê de bûn, yê xort şofêr bû û kurê zilamê bi navê Ismet bû, zilamê din jî xizmê wan bû, ji nav zeviya xwe dihatin. Kek Ismet û kurê xwe mamoste bûn, me behsa xwendinê û zimanê xwe filan kir. Gelekî kêfa kek Ismet ji min û kurdiya min re hat, ji ber wê qey xwest ez bibim mêvanê wan, israr jî kir bes min qebul nekir ku bi bota xwe ya feqîrhal biçim maleka nenas.

Ez li sûkê peya kirim, baran hêj dibariya, min berê xwe da mixazeya solan, Floyê da ku heman sola ku min wenda kiriye bibînim. Tunebû, min solek bi eynî rengî dît, ew kirî, li xwe kir û bota Xelfetiyê avêt, hevalê min ê ku ez dê bibûma mêvanê wî ji ber karekî acil rojek du roj berê çûbû cihekî din, hevalek din jî anegorî wî nebedî bû. Li xana mamosteyan jî cih tunebû, hostel û otel jî gelek biha bûn. Hindik mabû herim ber golikan. Min digot bi kêmanî ez dê 4-5 rojan bimînim, bajêr xweş nas bikim lê hindik mabû li derve hişk bibim. Çûm kafeyekê rûniştim, çayek tiştek vexwar, fikirîm hinekî, wargeh hat bîra min. Li wargehê geriyam, gotin em karin te biezzimînin. Vê yekê ez gelekî şa kirim. Wê şevê li wargehê mam, piştî du rojên xerab, têr razam. Sibê zû derketim derve, min taştêyeka xweş xwar û dîsa bi otostopê, bi hezar û yek xem û kêfxweşiyên li serê rê gihîştim Sêwregê, li wê derê min dostê xwe Mem Al dît, em qederekê rûniştin bi hev re, paşê dîsa bi otostopê derbasî Amedê bûm. Beriya erdhêjê bi hefteyekê ev di serê min re derbas bûn. Bila li vir jî bimînin da ku dem û bîra neyar nikaribin pê.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir