Ji bo guhertina encamên hilbijartinê dengdar têne veguhastin

25/01/2024

Wisa tê zanîn ku ew veguhastinên hatine kirin, ji ber hinceta ewlehîya hilbijartinê hatine kirin. Eren dibêje mirov dikare bibêje ku heta niha çi caran evqas zêde veguhastina zabitan nehatîye kirin û li Amed û navçeyên wê hejmara zabitên ewlehîyê, ji bo ewlehîya hilbijartinê têra xwe zêde ne.

Hazirîyên hilbijartina rêveberîyên herêmî ya 31ê Adarê didomin. Partîyan namzedên xwe yên bajaran dîyar kirine û dîyar dikin.

Heta niha di medayaya kurdî da çendîn nûçe hatine weşandin ku ji bajarên cuda cuda yên tirkan bo bajarên kurdan dengdar hatine veguhastin.

Yek ji wan bajaran jî Îdir e ku dengdar bo hatine veguhastin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê AKPyê 2 hezar û 193 dengdar veguhastine Îdirê. Di hilbijartina giştî ya dawî da AKPyê bi ferqeka gelek kêm, bi hezar û 514 dengan qeyb kiribû. Avahîyên Ewlehîyê yek ji wan cihan e ku dengdar li ser hatine qeydkirin.

Baroya Amedê li ser vê yekê, daxwaznameyek bo Yüksek Seçim Kuruluyê (YSK) nivîsîye û şandîye. Daxwazname, di çaraçoveya hilbijartina rêveberîyên herêmî ya 31ê Adarê da, li ser tayînkirinên demkî û qeydîyên nufusan hatîye amadekirin û bo YSKyê hatîye şandin.

Baroya Amedê armanca daxwaznameya xwe wiha îfade dike: Baroya Amedê, di çarçoveya hilbijartina rêveberîya herêmî ya 31ê Adarê da, li ser tayînkirinên demkî û qeydîyên nufusan ji bo hilbijartineka adil û demokratîk daxwaznameyek şandîye ji bo ku qeydîyên nufusan careka din li ber çavan bê girtin û lêkolîn li ser îkametên demkî bêne kirin.

Tê dîtin ku li gelek bajar û navçeyan dengdar hatine veguhastin. Ew rêjeya veguhastina dengdaran, li ew cihên reqabeteka xurt di navbera partîyan da heye, ewqas krîtîk e ku dikare bibe sebebê guherîna encamên hilbijartinê.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren

Heta niha partîyên sîyasî li dijî vê yekê derketine û nerazîbûna xwe bo navçeyên rêveberîyên hilbijartinê anîne ziman. Lê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren destnîşan dike ku ev nerazîbûnên partîyan, ji alîyê rêveberîyên navçeyên hilbijartinê ve hatine red kirin, ji ber ku ew dibêjin veguhastina dengaran ji bo ewlehîya hilbijartinê hatine kirin.

Qebûlkirina vî tiştî ne mumkin e, Baroya Amedê bi daxwaznameyekê destnîşan kir, ev veguhastinên ji bo bajaran hatine kirin, ku îkameta wan ne li wan bajaran e, veguhastinên demkî ne û dê tesîreka mezin li ser encamên hilbijartinê bike.

Nahit Eren

Wisa tê zanîn ku ew veguhastinên hatine kirin, ji ber hinceta ewlehîya hilbijartinê hatine kirin. Eren dibêje mirov dikare bibêje ku heta niha çi caran evqas zêde veguhastina zabitan nehatîye kirin û li Amed û navçeyên wê hejmara zabitên ewlehîyê, ji bo ewlehîya hilbijartinê têra xwe zêde ne.

Bi awayekî eşkere tê dîtin ku ev hewildanek e ji bo guherîna encamên hilbijartinê. Divê ji alîyê ewlehîya hilbijartinê ve zemîneka adil ji bo hilbijartinê bê duristkirin.

Nahit Eren

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Engin Ölmez

Derçûyê beşa Edebîyat û Zimanê kurdî û Mastera bitez a kurdî ye. Olmez, ji bilî karê akademîyê li Mirza Basım Yayım Dağıtım Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi (Pirtukakurdi)yê wekî asîstan xebitîye. Wî edîtorîya 3 kitêban û redaktorîya kitêbekê kirîye. Li companîya Thotsê a Çînê karê deşîfrasyonê di zimanê kurdî da kirîye. Wî li ser malpera Kurdshopê, wek qunciknivîs li ser edebîyat, çand û hunerê nivîsîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsaran dixebite.

Te ev dîtıne?

Heke te nameyek ji xwedê re binivîsîya dê te çi bigota?

Di çarçoveya benameya Kurtepirsê da, me ji 22 kesan 14 pirs kirin.

KURTEPIRS: Ali Kemal Çınar

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota? Ka

KURTEPIRS: Sadiq Ûskan

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota? -Nizanim!