Mizgînîya Newrozê: Deşta Geverê bi berfînan xemilî


Navenda Nûçeyan
Newroz mizgînîya biharê ye. Bi hatina Newrozê re deşt û zozanên Kurdistanê bi kulîlkên rengîn xemilîn.
Ji wan cîhan yek jî deşta Geverê ye ku bi xweşikayîya xwe balê dikişîne.
Deşta Geverê piştî zivistana dûdirêj xwe bi berfînan xemiland.

Pîştî berf helîyan û demsal bû bihar berfînan jî pişta xwe dan Çîyayê Cilo û serê xwe hildan.
Çîyayên ku hêj berf li ser in bi berfînên sipî re dîmeneke bêhempa derxistiye holê.

Emrê berfînan tenê hefteyeke ango 10 roj in.
Piştî 10 rojan deşt rengê xwe diguherîne û rengeke din li xwe dipêçîne.
Wênegir Vedat Atli li deşt û zozanên Kurdistanê gav bi gav digere wêneyên rengîn kom dike.
Ew bi xwe xebatkarê tenduristîyê ye. Lê demeke dirêj e deşt, zozan û çiyayên Kurdistanê digere.
Ew dibêje, “Ez dixwazim xweza û jingeha welatê me binasim û bidim nasîn. Ji ber wê ez digerim.”

Wênegir Vedat Atli ji bo bajarê xwe got;
Deşta Geverê di biharê de herf heftê rengeke digre. Heta Hezîran e ev berdewam e.
Ger hûn jî bixwazin vê guherîna rengên cuda bibînin, herin Geverê û derkevin çiyayên bilind. Bêhneke fireh hildin û dengê çûkên welatê me guhdarî bikin.
Her hefteyek Gever bi rengekê cuda ye ji ber wê jê re dibêjn Gevera rengîn.
Xelkê Geverê dibêjin, “Havînan toz û xemam e û biharan wekî buka baranê rengîn e.”