Dewlemendiyên me yên wenda

  • 25/03/2023
Dewlemendiyên me yên wenda
Serdar Şengül Fotoğrafı

Serdar Şengül

25/03/2023

Aimê Cêsaire di xebata xwe ya bi navê Dîskûra li ser Kolonyalîzmê de qala durûtiya kolonyalîstan dike û dibêje Ne Cortêz ê ku Meksîka ji banê Pîramîda Teocalli kifş kiriye, ne General Pizarro yê ku tevî arteşa xwe li ber payitexta Înkayan Cuzco sekiniye, ne Marco Poloyê li Cambuluc, payîtexta Kubîlay Xan, qet xwe wekî qasid yan pêşengê şaristaneyeke bilindtir îlan nekirine. Di serê wan de mîxfer, di deste wan de tîr û di rihê wan de kîn û hêrs hebû… Piştî kuştina însanan, werankirina qesr û qonax û perestgehan, talankirina mal û milkan, şewitandina pirtûkan dîskûreke kolonyalîst li ser kavilên wan înşa kirin”.


Îlûstrasyona Teocalliya Gewre, Tenochtitlan, Payitexta Aztekê, Wêne: Istock


Serdema ku Împeratoriya Îspanyayê pirtûkxaneyên Înka, Maya û Aztekan şewitandin li cografyayeke din, di Împaratoriya Osmanî de, Ewliya Çelebî di Seyahatnameya xwe de behsa sefera Bedlîsê û wêrankirina bajêr û pirtûxaneyeke gewre dikir. Çelebî di sala 1655an de tev li sefera bi ser Bedlîsê de dibe. Bi rûpelan behsa bedewiya qesr û qonaxên li wir, rez û zeviyan; peşketina zeneat û huneran, zerafeta zar û zimanan, esaleta jin û mêrên li bajêr û feraseta Mîrê Bedlîsê Abdal Xan dike. Her çiqas Ewliya Çelebî wekî seyyahekî bê nasîn jî divê em bizanibûn ku ji aliyekî ve ew peywirdarê dewletê bû û di seferan da refeqat li paşa û wezîran dikir û agahî ji bo wan berhev dikirin.

Fermandarê sefera Bedlîsê, Melek Ahmed Paşa, wan avahiyan wekî nîşaneyên şaristaniyê û serxwebûnê didît û ji ber vê xwest ku wan xera bike. Şer qewimî. Qedera bajarên Tenochtitlan, Tetzcoco û Yutacan ku bi destê îspanyolan hatibû werankirin bû para Bedlîsê jî. Pirtûkxaneya ku Abdal Xan avakiribû wekî pirtukxaneyên Aztek û Mayayan hat talankirin.

Kûlliyeya Şerîfiyeyê, Arşîva Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê


Paşa, kitebên pirtûkxaneyê derxist mezadê. Gava çavê Ewliya Çelebi bi wan kitêban ket ji ber bedewî, resenî (orîjînalî) û naverokê wan mat dimîne. Bi hezaran kitebên ilmî, dinî û edebî ku ji aliyê xetatên herî navdar li ser kaxizên giranbûha hatine naqşkirin; nusxayên orijinal ên ku ji welatên dûr hatibûn berhevkirin û herî zêde jî nêzî dused kitebên ku bi “xetên kefere û freng” derbarê atlas, cografyayê û anatomiyê de hatibûn nivîsandin û bi wêneyên “ciyawaz” hatibûn xemilandin wî matmayî kirin. Ew kitebên giranbûha di mezadê de yan ketin destê nezanan yan jî di bin lepan de peritîn.         

Di sedsala 19êmîn de dema ku Mîrektiyên Kurdan bi temamî hatin rûxandin, medrese û kitêbxaneyên di hîmayeya wan de ava bûbûn hatin xera kirin. Îro jî aqûbeta kitebên wan kitêbxaneyan nayê zanîn. Bi hezaran belkî dehhezaran kitêbên li ser ilmên cûr bi cûr windayî ne. Dîskura “kurdê nezan”, “tunebûna çanda bajarî”, “serdestiya çanda devkî” di vê peywendê de hat înşakirin. Alexandre Jaba, di salên 1850yî û 1860yî de, gava ku kitebên kurdan bê xwedî man, li aliyekî bi riya Mehmûdê Bazidî berhemên kurdî yên nivîskî kom dikirin û ew dibirin Petersbûrgê, li aliyê din jî digot “kurdên ‘eşîrî’ û ‘xwecih’ zimanê wan bêpar e ji taybetiyên bikaranîna hevpar, parçeyî û devkî ye, xwe naspêre nerîteke nivîskî.”

“Şaîrê Hurriyetê” Namık Kemal jî di sedsala 19emîn de wiha dinivîse: “Ji destê me bihata, ji bilî zimanê tirkî, divê me hemû zimanên li welatê xwe tune bikirana, îjar em rabin mîna çekeke manewî elîfabeyekê bidin destê ernawid, laz û kurdan ji bo nifaqê têxin nav me?” Namik Kemal jî têkiliya împeratoriyê û zimên baş fehmkiribû.

Kolonyalîst li alîyekî bi riya zor û şîdetê bajaran wêran dikin, zanîngeh û medreseyan ji holê radikin, pirtukxaneyan talan dikin û li aliyê din bi riya mekteb û kitebên nû dixwazin baweriyekê bi wan gelên kolonîzekirî re çêkin ku di rastiyê de ew ji çanda nivîskî û şaristaniyê bêpar in. Ya ji vê jî xerabtir û diltezîn ew e ku, rewşenbîrên hin gelên kolonîzekirî bi wê îdîayê îkna dibin û bi çavên kolonyalîstan li xwe dinêrin.

Wêne: SS, DESTNIVÎSÊN MECMÛ‘EYÊN KURD (21-22-47) ÊN DI KOLEKSÎYONA ALEXANDRE JABA DE (NÛBAR Û EQÎDEYA ÎMANÊ)

Çavkanî

Serdar Şengül, Bilgi, Toplum, İktidar:Osmanlı ve Cumhuriyet Modernleşmesi ile Karşılaşma Sürecinde Doğu Medreseleri, Teza Doktorayê Neçapkirî, 2008.

Mesut Yeğen, Devlet Söyleminde Kürt Sorunu, İletişim, 2011.

Nuri Fırat, Aşiret ve İsyan: Batının Kürt Algısı, Avesta, 2015.

Evliyâ Çelebi, Günümüz Türkçesiyle Evliya Çelebi Seyahatnamesi, 4. Cilt, 1. Kitap, YKY, 2010.  

Aimê Cêsaire, Sömürgecilik Üzerine Söylev, Doğu Kütüphanesi, 2005. 


Edîtor: Murat Bayram

%d