Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Roja Rojnamegerên ku nikarin bixebitin!

10/01/2023

Îro 10ê Çileyê Roja Rojnamegerên Li Ser Karê xwe ye. Lê li Tirkiyeyê hejmareke zêde ya rojnamegeran di vê rojê de yan di girtîgehan de ne yan jî bêkar in.

Hevseroka Komeleya Rojanamegeran ya Dîcle Firatê (DFG) Dicle Muftugolu dibeje,“li welatê ku 87 rojnameger di girtîgehê de bin ev roj nabe roja şahîyê encax dibe roja tekoşînê”

Li Tirkiyê qanuna 212an ku mafê rojnamegeran bi yasayî tê garantî kirin cara yekem di 10 Çileya 1961’an de ketiye meriyetê.

Ji wê rojê ve 10 Çileyê wekî Roja Rojnamegerên Li Ser Karê Xwe tê pîroz kirin.

Rojnamegerên li Tirkiyê di 2023an de di çi rewş û atmosferê de Roja Rojnamegerên Li Ser Kar Xwe pêşwazî dikin.

Azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyê di çi astê de ye? Werin em bi hevre lê binerin

DFG: Ji bo me tu carî nebûye rojeke wekî cejnê

Li gor daneyên DFG 87 rojnameger di sala nû de di girtîgehê de ne.

Li 68 rojnamegeran lêpirsin hatine vekirin.

Di dozên li 810 rojnamegeran hat vekirin de 76 jê ceza girtin.

Hevseroka DFGê Dicle Mûftuoglu tevî hempîşeyên xwe li ber Edliyeya Amedê li hev civîyan û ji bo hevalên xwe yên girtî daxwaza azadiyê kirin.

Muftuoglu di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rojnamegerên girtî. Wê dîyar kir ku roja ji bo rojnamegeran wekî cejn hatiya ragihandin ji bo wan tu carî nebû roja cejnê.

“Li şûna li ser karê xwe bin…”

Xwedîyê îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Qedrî Esen jî ji Botan Timesê re behsa vê rojê dike û dibêje,

 “Bi dehan rojnamegerên divê li ser karên xwe bin îro di girtîgehande ne, em ê çawa vê rojê pîroz bikin.”

Li gor Esen ev roj her çi qas ji bo rojnamegeran hatibe dîyarî kirin jî ji bo rojnamegerên Kurd ev ne rast e.

Wî got,“Rojnamegerên Kurd her rastî zext û binpêkirinan hatine.

Binpêkirinên mafê rojnamegeren yên li Tirkiyê bi raporên saziyên navnetewî jî hatiye piştrast kirin.

Rapora Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ya sala 2022yan eşkere kiri bû ku Tirkîye di nav wan 5 welatan de ye ku rojnameger lê nikarin karên xwe bikin.

Bixwîne:  https://botantimes.com/rojnameger-dibejin-mertalen-polisan-re-li-ber-azadiya-medyaye-digirin/

Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) jî dîyar kiribû ku li Tirkîyê 3 rojnamegerên jin û xebatkareke medya, jiber ku meda û produksîyonên wan nêzî PKK hatine dîtin, hatine girtin.

Bixwîne: https://botantimes.com/rsf-bere-ti-caran-ev-qas-rojnamegeren-jin-nehatibun-girtin/

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û