Dîplomatê Sovyetê Semyon Ivanoviç Aralov di xatirayên xwe yên ser Tirkîyê da behsa meseleya Kurdan jî dike.
Aralov, ku demên pêşî yên cumhurîyetê li Tirkîyê çerx bûye û bi rêberê dewleta teze Mustafa Kemal Atatürk ra rabûye rûniştiye, dibêje wî rêberî gelek caran behsa meseleya Kurdan dikir.
Di xatirayan da Aralov dibêje Atatürk digot, meseleya Kurdan meseleyeka çetin e û zû bi zû ji hev dernakeve.
Meclîsa Tirkîyê, bi temsîlkarên milet, bi pirs û raporan, bi minaqeşeyên mezin bi dehan sal in ser vê meseleyê dide û distîne, lê tiştekî jihevderketî tune.
Kurdish Studies Center (KSC), ew merkeza lêkolîn û analîzan a bi sekna xwe ya objektîf guherîn û veguherîna Kurdan ji nêz ve teqîb dike, dawîya 2025an ra ser raporên ku kom û partîyên meclîsa Tirkîyê dane komîsyona biratî û demokrasîyê, raporek hazir kiriye.
Di raporê da KSC raporên AK Parti, CHP, DEM Parti, MHP û Yeni Yolê dide ber hevdu û gotina xwe dibêje.
Li gor xwendina KSCê, ser meseleya Kurdan partî li hev dikin ku mesele wanî nameşe û dermanek lazim e, lê şormîsal derman çi ye, wê çi wext, çito were xwarin kes ser van pirsan tiştekî nabêje.
KSC dibêje partîyan di raporan da seba qedandina mexdûrîyetan giranîya xwe dane ser pêşveçûna ekonomîk, lê pir behsa rindbûna psîkolojîk, kultûrî û hiqûqî nekirine.
Dîsa li gor xwendina KSCê, kuştinên faîlî meçhûl, koçberîyên bi destê zorê di çend neslan da travmayên mezin dane ser hevdu, lê di piranîya raporan da ya behsa vê nebûye ya jî hema di ser ra hin gotin hatine kirin.
KSC navê komîsyona ser biratî û demokrasîyê bi bîr dixe û dibêje tevî vî navê giran jî raporên partîyan dûrî vê giranîyê ne.
Rapor raber dikin ku, KSC dibêje, rapor raber dikin ku li Tirkîyê di mabêna îradeya çareserîyê û cesareta sîyasî da hîn jî mesafe heye.
Aralov sala 1922, sala 1923yan li Tirkîyê bûye. Ew Aralov, di xatirayan da dibêje, Atatürk digot, meseleya Kurdan meseleyeka çetin e û zû bi zû ji hev dernakeve.
Omer Faruk Baran
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.