Ban Kultur ji bo festîvaleka navneteweyî li 5 şanogeran digere!

31/03/2026

Ban Kultur, dengên ciwan û navdîsiplînî bi yek ji platformên herî navdar ên Ewropayê festivala Beyond the Black Box re dicivîne. Di vê rêwîtiyê de, ku li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê pêk tê, em li 5 hunermendên ciwan digerin ku dixwazin şanoya xwe bigihînin qada navneteweyî û bi hunermendên Ewropî re pêwendîyê deynin. Bangawazîya me ji bo hunermendên ku li Amed, Mêrdîn, Êlih û Wanê dijîn an jî bi van bajaran re girêdayî ne hatîye amadekirin.

Derbarê Festîvalê: Beyond the Black Box
Beyond the Black Box; qada ku ji şêwazên klasîk ên şanoyê dertê, xebatên taybetî yên cih û performansa hunerê li navendê digire. Ev festîval mala hilberînên orîjînal û cesur e ku sînorên asayî radikin.

Dîrok: 11–17 Gulanê 2026
Cih: Monty, Antwerpen, Belçîka
Fokus: Xebatên cih-taybetî, performans û ceribandinên disîplînlerarası

Kî Dikare Serlêdan Bike?
Li şûna ku em li ser paşxaneya we ya pîşeyî bisekinin, em li ser armanc û vîzyona we disekinin

Disîplîn: Ger di hunerên dîtbarî, performans, dans, şano, hunera deng, vîdeo-art, enstalasyon an jî hunerê bi van qadan re têkildar hilberînî dikî, tu dikarî serlêdanê bikî.
Profîl: Ger di navbera 20–35 salî de yî; xwendekar, derçûyî an jî hunermendekî/a serbixwe yî, deriyê me ji te re vekirî ye. Em ti şertê girêdayî sazîyan nagerin.
Taybetmendiya Lêgerîn: Ji me re ya girîng; nêrîna ku şêwazên heyî dipirse, nêzîkatiyeke hestiyar a cihê û vekirîbûna ji hevkariya navneteweyî re.

Pêvajoya Nirxandinê:
Nirxandina portfolyoyê, nameya niyetê û bersivên serlêdanê. Heger hewce be, hevpeyvîneke kurt dibe ku bê xwestin.

Piştgiriya Ban Kulturê (Piştgiriya Tevahî)
Ji bo ku 5 hunermendên hilbijartî karibin bi tevahî konsantrasyonê di pêvajoyê de bin, em hemû barê operasyonal ê vê rêwîtiyê hildigirin ser xwe:

Veguhastî: Bilêtên çûn û hatinê yên Tirkiye–Belçîka têne dayîn.
Mayîn û Xwarin: Organîzasyona mayîn û xwarinê li Antwerpenê tê pêşkêşkirin.
Gihîştina Tevahî: Ji bo hemû performans, panel û çalakiyên di bernameya festîvalê de akreditasyona tam tê dayîn.
Network: Ji bo naskirina curator û hilberînerên Ewropî têkilî dê bên avakirin, di dema festîvalê de rêberî tê dayîn.

Proseya Serlêdanê
Ji bo ku em te û hunera te nas bikin, amadekirina belgeyên jêrîn bes e:

Portfolyo: Dosyayek ku hilberînên te pêk tê (PDF an jî girêdana dîjîtal)
Nimûneyên Xebatê: Wêne, nivîs, girêdana vîdyoyê an jî tomarkirina deng
Nameya Niyetê: Nameyek kurt (herî zêde 500 peyv) ku rave dike çima ev ezmûn ji bo we dema rast e û hûn li Antwerpê çi xeyal dikin.
Jiyanname(CV):
Serlêdanên xwe bi hemû belgeyên xwe re di yek dosyaya PDF de li [email protected] bişînin.

Hûrguliyên Girîng

Daxuyaniya Dawî: 12ê Nîsana 2026
Eşkerekirina Encaman: Dê li ser BAN Bilet were ragênandin.
Nîşe: Di vê bangê ya yekem a Ban Kultur de, ji ber nêzîkbûna dîroka festîvalê, pêşî dê ji hunermendên ciwan ên ku astengiya vîzeya Schengen nîne re bê dayîn.

Di Derbarê Me de: BAN Kultur
Ban Kulturr; inîsiyatîfeke çandî ya serbixwe ye ku ji bo gihandina hunermendên ciwan û navdîsiplînî yên ji Tirkiyeyê bo qada navneteweyî, anîna hilberîna herêmî û torgilokên gerdûnî li hev û avakirin a pirek çandî hatiye avakirin. Em bawer dikin ku huner sînorên cografî û disîplîner derbas dike, û yên afirîner ên ku di çarçoveyên çandî yên cihêreng de dicivin hev vediguhêzin.
Bi her bangê re, em armanc dikin ku hunermend li ser platformên navneteweyî xuya bibin, ezmûnên ku meraqa xwe bigine bijîn û hevkariyên mayînde çêbikin.
Wek Ban Kultur em ji hêza hunerê ya ciwan bawer dikin û em li bendê ne ku vê rêwîtiyê bi were bimeşin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Xewna şeveke havînê li ser dikê ye