Botan International û Komeleya Medyaya Dîjîtal bi piştgirîya Sefareta Almanyayê ya Enqereyê dest bi projeyeka “xurtkirina medyaya herêmî” kiriye.
Di projeyê de 28 kes dê cih bigirin û dê li ofîsa Botan Internationalê ya li Diyarbekirê bê rêvebirin, koordînatorê projeyê Murat Bayram e.
Ji 8 rojnameyên Diyarbekirê 8 rojnameger û 5 rojnamegerên serbixwe dê bibin beşdarên projeyê. 12 rojnameger û pisporên xwedan tecribe dê meha Nîsanê dersan bidin. Paşê 6 rojnameger dê di pêvajoya projeyê de, 7 mehan şîretkarîya beşdaran bikin.
Wahdet Uçar dê edîtoriya berhemên li botantimesê bê weşandin bike. Her berhem dê pêşiyê li rojname û platformêm rojnamegerên beşdar belav bibe paşê li botantimes.com bêne berhevkirin. Ji bo belavkirina her nûçeyekê Botan International dê wek TL bedelê 100 Euro brût / 80 Euro net bide beşdaran. Bername 10 mehan didome.
Tekane kesa bi dildarî dixebite pispora meteryalên perwerdeyê Zuzan Berwarî ye. Ew ji 19 zimanan li zanîngehên wek Harvard, UCLA û Marylandê meteryalên perwerdeyê kontrol dike û yek ji edîtorên TOEFL û IQ Testê ye.
Di nav mamosteyan de Mehdî Mutlu (Waar TV), Hatice Kamer (BBC), Mahmut Bozarslan (AFP), Beril Eski (The Washington Post), Vecdî Erbay (Amed Spor), Sertaç Kayar (Reuters), Omer Faruk Baran (Perxudres Podcast).
Di nav pisporan de ekonomîst Îbrahîm Yeşîlçîmen, parêzer Şîraz Baran û endazyara bilind a kompîternasîyê Nêrgiz Malal hene.
Beşdar dê di mehekê de hînî standart û teknîkên medyaya dîjîtal yên di standardên navneteweyî de bibin û 7 mehan bi şîretkarîya 6 pisporan dê ji bo desgeh û platforman nûçeyan çêbikin.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.