Hevpeyvîneke dîrokî (1962) ya ligel Kamiran Bedirxan li Botan Timesê diweşe. Ev hevpeyvîn cara ewil e diweşe û belav dibe bi rêya Botan Timesê bo cemaeta kurdan. Ev qeydî dê sûdmend be bo lêkolerên kurd derbarê kurdan da.
Ez derbarê vê hevpeyvîna Barbro Karabuda de ya ligel Kamiran Bedirxan, cara pêşîn di rojnameya swêdî ya bi navê Dagens Nyheter de rastî nûçeyekê hatim: “Hevpeyvîna Televîzyonê li ser Iraqê”. Nûçe ligel wêneyekî Barbro Karabuda û Kamiran Bedirxan hatibû weşandin. Di vê nûçeyê de, berî nîşandina dokumentar/hevpeyvînê, wiha tê gotin: “Televizyon îşev saet 22.10-22.25an roportaja aktuel diweşîne ku Barbro Karabuda li wir li ser rewşa krîtîk ya li Iraqê ligel emîrê kurd Kamiran Bedirxan dipeyîve. Dr. Bedirxan pêşengê têkoşîna azadiya kurdan yê li derveyî Kurdistanê ye. Wî berî niha li New Yorkê daxwazên gelê xwe pêşkêşî dorberên Yekitiya Neteweyan kiriye. Hevpeyvîn bi hesabê Televîzyona Swêdê li Parîsê pêk hatiye û berî niha firotibû Televîzyona Fransayê” [1]. Ev nûçe paşê du caran dîsa derkete pêşiya min, carekê dema min derbarê mijara Barbro Karabuda de nivîsek amade dikir [2], carekê jî dema min derbarê mijara kurdan de ya di çapemeniya swêdî de pirtûkek [3] dinivîsî, hate rojeva min.
Pirs û bersîv bi fransizî ne. Barbro Karabuda bi qasî 16 pirsan ji Kamiran Bedirxan dike, ew jî bersîvên van pirsan dide. Pirsên pêşîn li ser mijarên wekî nifûs, cînarên kurdan, koka kurdan in. Çend pirs li ser rewşa kurdên li Başûrê û Mistefa Barzanî ne. Pirsên wekî xweserî û serxwebûnê jî dibin mijarên hevpeyvînê. Hin pirs li ser têkiliyên kurd û Amerîkayê û li ser rola Kamiran Bedirxan in di van têkiliyan de. Rojekê piştî weşandina vê hevpeyvînê rojnameya Svenska Dagbladet bi çend gotinan giringiya hevpeyvîna derbarê dîrok û hewldanên kurdan de yên ji bo azadiyê, tîne bîra xwendevanên xwe [4]. Barbro Karabuda di vî wêneyê jêrîn de û di wêneyê nav hevpeyvînê de, çawa em dibînin kincên cihê li xwe kirine.
Wisa xuya dike ku Barbro Karabuda û zimanzan Kamiran Bedirxan li Parîsê û li Swêdê çend caran hev dîtine. Kamiran Bedirxan di sala 1971an de hatiye Swêdê û li wir bo komeke kurdan kurseke zimanê kurdî daye. Vê demê ligel wî hevpeyvînek hatiye kirin û di rojnameyeke swêdî de weşiyaye [5]. Dema me berî çend salan hin wêneyên Kamiran Bedirxan yên dema ku wî li Swêdê mamostetî dikir, bi rêya twitterê weşand, gelek bala kurdan kişand.
Barbro Karabuda kî ye? Barbro Karabuda (1935-2017) rojnamevan û nivîskareke swêdî ye. Ligel wênekêş û nivîskarekî tirk Güneş Karabuda (1933-2018) zewiciye. Berî zewacê paşnava wê Gidlund bûye. Wan li Parîsê hev nas kiriye. Barbro Karabuda heta mirina xwe bi dehan pirtûk nivîsîne û bi sedan nivîs weşandine. Mijareke bingehîn ya weşanên wê, rewşa kurdan bûye. Di sala 1960an de bi pirtûka xwe ya bi navê Rohilata Firatê-Li Welatê Kurdan weşand [6]. Min berî çar salan bi twîtekê giringiya vê xebatê wiha anîbû ziman: “Nivîskara swêdî Barbro Karabuda di salên 1960yan de, ew dîwarê tabu û bêdengiyê bi qelema xwe qelaşt ku pirsgirêka kurdan li Tirkiyeyê dorpêç kiribû” (27-5-2020). Piştî vê pirtûkê çavekî hêzên polîs û îstixbarata Tirkiyeyê hertim li ser wê bûye, hatin û derketina wê ji Tirkiyeyê gelek caran bi girtin û bi lêpirsînan derbas dibe. Rojnamevaneke muxalîf û wêrek bûye. Hertim bo mafên kurdan û parastina çanda wan dengê xwe bilind kiriye. Nasiya xwe daye navdarên kurd, bi wan re bûye heval û dost wekî Kamiran Bedirxan, Tarik Zîya Ekîncî, Yaşar Kemal û Selahadîn Rastgeldî. Mêrê wê Güneş Karabuda (1933-2018) wênekêş û nivîskar bûye. Wî ligel jina xwe gelek fîlmên dokumentî çêkirine. Salekê berî mirina Barbro Karabuda min bîyografîyeke dirêj li ser wê amade kir û di kovara Dîroka Kurd de weşand. Wê demê gelek nexweş bû. Ji ber vê yekê nikaribû bersîvekê bide min. Lê piştî demekê wê ev mesaja jêrîn bi rêya emailê ji min re şand: ”Rohatê Hêja. Spas ji dil bona nivîsa te ya di Dîroka Kurd de. Çi xebateke lêkolînî ya nedîtî! Min ê zû spasî te bikira, lê ez nexweş bûm/nexweş im. Ji we re hemiyan xweşiya çêtirîn dixwazin!” (31-3-2016). Wisa xuya dibe ku nivîsê gelek ew şa kiribû, bi vê mesajê kêfxweşiya xwe dîyar kiribû. Derbarê jîyana Barbro Karabuda û mêrê wê Güneş Karabuda de hin çavkaniyên balkêş hene [7].
Di sala 1961an de Barbro Karabuda bi ekîbekê diçe hêla Agiriyê û Cizîrê. Ekîb ji Barbro Karabuda, birayê wê Krister, mêrê wê Güneş Karabuda û wênekêşê navdar Ara Güler pêk tê. Çawa tê zanîn li gorî Quranê Keştiya Nûh li ser Çîyayê Cûdî, li gorî Încîlê li serê Çîyayê Agiriyê daniye. Bi kurtî vê keştiya efsûnî cara pêşîn li Kurdistanê xuya kiriye. Barbro Karabuda û hevalên wî li ser vê mijarê fîlmekî dokumentî amade dikin û fîlm paşê di Televîzyona Swêdê de tê nîşandin [8]. Çawa xuya dibe di destpêka salên 1960an de Barbro Karabuda bi van sê berheman ango pirtûka xwe ya li ser kurdan (1960), fîlmê dokument li ser Keştiya Nûh û Tofanê (1961) û amadekirina hevpeyvîna ligel Kamiran Bedirxan (1962) bala swêdiyan kişandiye li ser dîrok û çanda kurdan.
Pênc sal derbas bûn, îsal (2024) min xiste hişê xwe ku ez ê kopyayeke vê dokumanter/hevpeyvînê peyda bikim û li ser wê tiştekî binivîsim û bidim nasîn. Min ji rojnamevan Beşîr Kavak ku di Radyoya Swêdê de dixebite, rica kir ji bo ku kopyayeke vê dokumenter/hevpeyvînê peyda bikim. Wî jî bi alîkariya hevalekî xwe, kopyayeke wê ji arşîvên Televîzyona Swêdê derxist û gîhande min. Him ji bo vê alîkariyê û him jî bo wergera hevpeyvîna jêrîn gelek spasî hevalê Beşîr Kavak dikim.
Hevpeyvîn Ligel Kamiran Bedirxan (1962)
Emîr, her dem pir zehmet bûye mirov agahiyên rast ên li ser hejmara kurdan li Rojhilata Navîn bi dest bixe. Ez ji we bipirsim, çend kurd li Rojhilata Navîn dijîn?
– Nifûsa Kurdistanê 12 milyon e. 6 milyon kurd li Kurdistana Tirkiyê, 4 milyon li Kurdistana Îranê û nêzî 2 milyon jî li Kurdistana Iraqê dijîn. Li Sûriyê jî kêmaniyeke girîng a nêzî 500.000 kesî heye.
Gelo ferqên mezin ên berbiçav di navbera kurdan û cîranên wan de hene?
– Ez bawer dikim hene. Kurd bi eslê xwe hindo-ewropî ne, lê cîranên wan, wekî mînak tirk bi eslê xwe altayî û ereb jî samî ne. Di navbera me û îraniyan an jî farisan de xizmatiyek heye ji ber ku ew jî bi eslê xwe hindo-ewropî ne û zimanê me jî zimanekî hindo-ewropî ye.
Rewşa siyasî ya kurdan li van welatan çawa ye?
– Kurdistan di navbera sê dewletan de hatiye parvekirin: Tirkiye, Îran û Iraq. Li Tirkiyeyê rewş gelek xerab e ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê heta hebûna gelê kurd jî înkar dike. Di çarekê sedsalê de wan xwe hînî wê yekê kirine ku ji kurdan re bêjin ‘tirkên çiyayî’. Li Îranê rewş ne wisa ye. Hikûmeta Îranê tu caran hebûna gelê kurd înkar nekiriye. Li Îranê parêzgehek bi navê Kurdistan heye. Rast e ku daxwazên me yên ji bo rizgariya çandî û aborî ya gelê kurd hîn nehatine pejirandin, lê hikûmeta Îranê qet nebe hebûna gelê kurd înkar nake. Li Iraqê, hûn dizanin ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Kurdistana başûr hate ilhaqkirin, dihat îdiakirin ku Iraq, beşa erebî ya Iraqê, bê Kurdistana Başûr ji aliyê aborî ve ne bikêrhatî ye û ji aliyê leşkerî ve nedihat parastin. Lêbelê, diviyabû Kurdistana Iraqê xweseriya xwe bi dest bixista, li gorî Peymana Sevrê, an jî daxuyaniya hikûmeta Brîtanyayê ya sala 1922an an jî li gorî xala 3yem adestûra sala 1958an.
Piştî şoreşa Iraqê ya 1958an, wisa xuya dikir ku we kurdan ji Qasim hez dikir?
– Erê, lê di 1920 û 1919an de dema ku Tirkiye ji bo serxwebûna xwe têdikoşiya jî wisa bû. Kurdan, bi dilsoziyeke mezin, aliyê tirkan girtin. Û di dema amadekirin û muzakereya Peymana Lozanê de, rêzdar Îsmet Înönû gelek caran got ku Tirkiye welatê du gelan e: tirk û kurd. Lêbelê gava dijwarî derbas bûn, ev tişt hemû hatine jibîrkirin. Heman siyaset ji aliyê Qasim ve jî hate şopandin. Di destpêkê de, Qasim ji rewşa xwe ne pir bawer bû, lewma wî xwe li kurdan girt da ku li dijî hêmanên li dijî şoreşê şer bike. Lê dema ku wî bawer kir ku rewşa wî êdî têr xurt e, êrîşî kurdan kir.
Û îro, li Iraqê çi diqewime?
– Îro şer heye, lê şerên mezin berê çêbûne. Îro nêzîkî hemû Kurdistana Iraqê di bin kontrola kurdan de ye. Kurdan kontrola bajarên mezin ên Kurdistana Iraqê, wekî Mûsil, Kerkûk, Silêmanî an Hewlêrê negirtine da ku sivîlan ji êrîşên hewayî biparêzin. Ez bawer dikim ku hûn vê dizanin, ji ber ku hemû çapemeniya cîhanê jixwe li ser vê mijarê nûçe belav kirine. Artêşa Iraqê ku nikare şervanên kurd têk bibe, bi tirsokî êrîşî gundên sivîlan dike û jin û zarokan dikuje.
Mustafa Barzanî yê ku serokatiya tevgera kurdî li Iraqê dike kî ye?
– Mustafa Barzanî neviyê malbateke pir kevn û rêzdar a ji Kurdistana Başûr e. Ew ji aliyê Komara Mahabadê ve wekî general hatibû tayînkirin û mirov dikare bibêje ku ew îro bi rastî jî qehremanê neteweyî yê kurd e.
Çima jê re dibêjin generalê sor?
– Ev çîrokeke pir kevn e. Di sala 1925an de, dema kurdan li dijî hikûmeta Tirkiyeyê serî hilda, Mustafa Kemal îdia kir ku îngilîz li pişt pişta kurdan in. Wê demê Tirkiye hevalbendê Yekîtiya Sovyetê bû. Îro Tirkiye hevalbendê Rojavayê ye, lewma general Gürsel dudilî nekir ku bibêje: “Em dizanin kî li pişt Barzanî ye”. Ez bawer dikim ku general Gürsel hemtemenê min e û di vî temenî de divê mirov hinekî cidîtir be, ne wisa?
Çend leşkerên kurd hê jî di nav artêşa Qasim de ne ku li dijî hêzên kurdî yên Barzanî şer dikin?
– Niha dibe ku heta 8000 leşkerên kurd hebin, lê wisa xuya nake ku ew hatine şandin ji bo ku li dijî hêzên kurdî şer bikin, ew bêhtir li herêma sînorî ya ber bi Kuwêtê ve ne.
Wisa ye, hûn niha tenê parastina doza kurdan li Iraqê dikin?
– Erê, rast e. Bi ser de jî, heta li Iraqê jî, wekî ku hûn baş dizanin, em dixwazin rêzê li yekparebûna erdnîgarî bigirin, yanî kurd naxwazin ji Iraqê veqetin. Lê ew dixwazin di çarçoveya Iraqê de dewleteke serbixwe hebe.
We demekî berê seredana Amerîkayê kir?
– Erê. Ez li New York û Washingtonê bûm. Min bi derdorên pêwendîdar re têkilî danî û ez ê di nêzîk de dîsa herim wir. Armanca sereke ew e ku em hewl bidin komîsyoneke lêkolînê bişînin Kurdistana Iraqê da ku jenosîdên li dijî gelê kurd hatine kirin belge bikin.
We daxwaza piştgiriyê ji Amerîkayê kir?
– Hûn bêguman dizanin ku di New York Timesê de daxuyaniyek ji general Barzanî heye, lê ez nizanim ew çiqas rast e.
Gelo alîkariya derve ji bo gihîştina armancên we pêwîstiyeke mutleq e?
– Ez nikarim bibêjim ku em bi temamî hewceyî alîkariya derve ne. Lê ji bo sivîlên ku niha di rewşeke xerab de ne, bê mal û star in, û li ber zivistanên dijwar ên Kurdistanê ne – piştî mehekê em ê 20 pileyên jêr sifirê bibînin – em bi rastî daxwaza alîkariyê ji cîhanê dikin da piştgiriyê bide kurdên mexdûr ku hejmara wan ji 100,000î derbas dibe.
Gelo rewşa navneteweyî ya niha ji bo xweseriya kurdî li Iraqê guncav e?
– Ez bawer dikim ku em di serdemeke wisa da dijîn ku hemû gelên cîhanê azad dibin. Lewma ez fêm nakim çima divê kurd jî mafên xwe yên xweseriyê bi dest nexin.
Ger hûn xweseriya kurdî li Iraqê bi dest bixin, dê îmkanên we yên sûdwergirtina ji petrolê ya li ser axa we çi bin?
– Helbet dê bi hikûmeta Iraqê û şîrketên petrolê re lihevhatinek çêbibe. Em ne wekî ku tê gotin, kesên bêhnteng in. Em tenê li pey mafên xwe ne. Em dixwazin, wekî hemû gelên cîhanê, xwedî şertên jiyaneke mirovî û birûmet bin.
Mirovî gelek tişt li ser nakokiyên di navbera eşîrên kurdan de bihîstine. Gelo kurd nikarin bi hev re di aştiyê de bijîn?
– Bêguman kurd dikarin bi hev re bijîn, lê li cem hemû gelan cudahiyên fikrî hene. Gelên herî pêşketî yên cîhanê li ber çavan bigirin, hûn ê bibînin ku her dem cudahiyên fikrî û zehmetî hene.
Rola we ya kesane di rewşa heyî ya kurdan de li Iraqê çi ye û di xweseriyeke muhtemel de dê pozîsyona we çi be?
– Niha ez nûneriya wan kurdan dikim ew kurdên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ez li Ewropa û Amerîkayê hewldanên curbecur dikim. Gava ku Kurdistan serbixwe bibe, ez ê yek ji welatiyên herî bêîdîa yê vê komarê û vê dewletê bim.
Çavkanî
[1] TV Intervju om Irak, Dagens Nyheter, 22-10-1962.
[2] Rohat Alakom, Barbro Karabuda Kürtlerin Ülkesinde, Kürt Tarihi, nr 22/2016.
[3] Rohat Alakom, Di Çapemeniya Swêdî de Dîroka Kurdistanê, Apec, 2019, rûp.47, jêrenot 98.
[4] TV Rutan, Svenska Dagbladet, 23-2-1962.
[5] Dagens Nyheter, 22-10-1962.
[6] Barbro Karabuda, Öster om Eufrat-İ kurdernas land, 1960.
[7] Güneş Karabuda, İndim Zaman Bahçesine, YKY, 1998. Gülseren Engström, Geçmişle Kolkola-Güneş Karabuda, Cem Yayınları, 2009.
[8] Noak och syndafloden, Dagens Nyheter, 24-12-1961.