Rojnamegerên li Tirkîyê dijîn rojane rastî doz û sansûr û gefên girtinê tên. Rapora Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ya sala 2022yan van zehmetîyan piştrast dike.
Li gor rapora CPJê, Tirkîye di nav wan 5 welatan de ye ku rojnameger lê nikarin karên xwe bikin. Di reza yekem de Îran cîh digire û li dû wê Çîn, Myanmar, Tirkîye û Belarûs tên.
CPJ di rapora xwe de dide zanîn ki heta 1ê Kanûna 2022yan 363 rojnameger hatine girtin ku ev reqam rekora sala borî bi %20 derbas dike.
Di raporê de, CPJ balê dikişîne ser rewşa rojnamegerên Kurd û tê gotin ku di nîvê sala 2022yan 25 rojnamegerên Kurd hatine girtin.
Hevseroka DFGê Muftuoglu: Bi zexta li ser rojnamegeran dixwazin tirs û xofê çêbikin
Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran ya Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu jî ser girtina rojnamegeran got ku li Tirkiyê di nava salekê de rewş dijwartir bûye.
Li gor Muftuoglu bi nêzîkbûna hilbijartinan re zextên li ser rojnamegeran wê zêdetir bibe.
Ew dîyar dike ku hikûmet bi operasyonan dixwaze di nava rojnamegeran de tirs û xofê çêbike ku kes nikaribe hikûmetê rexne bike.
Rêvebirê TGSê Mustafa Kulelî: Çareya hikûmetê zindanîkirina rojnamegeran e
Yek ji rêvebirên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyê (TGS) Mustafa Kulelî jî da zanîn ku rêvebirên hikûmetê ji bo gel ji rastiyê haydar nebe çareseriyê di zindanîkirina rojnamegeran de dibîne.
Kulelî dîyar kir ku li Tirkîyê azadîya çapemenîyê tuneye û mafên agahîgirtinê yên gelan bi mertalên polîsan têne astengkirin.
Li Tirkîyê bi taybetî piştî hewla darbeyê ya 2016an bo rojnamegeran rojên dijwartir destpê kir.
CPJ dide zanîn ku her çiqas li Tirkîyê li gor salên berê hejmara rojnamegerên girtî daketiye jî azadîya medyayê bi metirsîyên mezin re rûbirû maye.