RSF: Berê ti caran ev qas rojnamegerên jin nehatibûn girtin

RSF: Berê ti caran ev qas rojnamegerên jin nehatibûn girtin
RSF: Berê ti caran ev qas rojnamegerên jin nehatibûn girtin
RSF Rojnamegerên Sînornenas
  • 14 Aralık 2022 08:39

Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) rapora ser rewşa rojnamegerîyê ya 2022yan weşand.

RSF da zanîn ku li seranserê cîhanê îsal 533 rojnameger dema li ser karên xwe bûne hatine girtin û 57 rojnameger jî hatine kuştin.

Li gor rapora RSFê, girtin û kuştina rojnamegeran zêde bûye, 65 nûnerên medya dîlgirtî ne, 49 Rojnameger jî wenda ne.

Sazîya RSF, ku navenda wê li Parîsê ye, dîyar kir ku di sala 2022yan de bo mafên rojnamegeran paşdeçûneke cidî çêbûye ku bi hejmara 533 rojnamegerên girtî li gor sala borî %13,4 zêdebûneke rekorî çêbêye.

Ji rojnamegerên girtî, 432 profesyonel in, 83 ne profesyonel in û 18 jî xebatkarên medya ne.

Dîsa ji wan rojnamegerên girtî, bi tenê %36,4ê wan hatine mehkûm kirin, lê yên mayî hîn nehatine mehkemekirin.

Deloire: Rêvebirîyên otorîter û dîktatorîyê dilezînin ku zindanan bi rojnamegeran tije bikin

Sekreterê Giştî yê RSFê Christophe Deloire ser rapora sala 2022yan dîyar kir ku revebirîyên otorîter û dîktatorîyê dilezînin ku zindanan bi rojnamegeran tije bikin.

Deloire da zanîn ku ew rewş piştrast dike ku kesên berevanîya azadî, serxwebûna û pirhêlîya medya dikin divê bi hev re tevkarîyeke aktîf bikin.

RSFê bi raporê dîyar kir ku îsal 78 rojnamegerên jin yên girtî hatine tespît kirin ku ew hejmar jî li gor sala borî %30 zêde bûye.

Sazîya rojnamegeran dide zanîn ku hejmara rojnamegerên jin yê girtî berê ti caran ev qas zêde nebûye.

Li Çînê 110 rojnamegerên girtî hene ku ku ew welat li gor RSFyê li cîhanê girtîgeha herî mezin e.

RSF ji girtîyên li Çînê jî bal kişand ser Huang Xueqin ku ser bertîl û  perexwarinê, destdirêjîyên li ser jinan û gemara sanayîyê çêkiriye nûçe hazir kirine.

Li Myanmarê bi darbeyê sala 2021an re rojnamegerî rasterast hatiye qedexekirin û li wî welatî jî 62 rojnamevan di girtîgehê de ne.

Îran di rêza 3yan de tê ku li wî welatî 47 rojnameger girtî ne. Ji rojnamegeran Nilufer Hamedî û Elahe Mohammedi jiber nûçeyên ser mirina Jîna Amînî bi cezayê mirinê re rûbirû mane.

Li dû wan welatan, bi rêzê Vîetnam (39) û Belarûs (31) tên.

RSFê bal kişand ser rewşa Safîye Alagaşê

RSF di raporê de bal kişand ku li Tirkîyê 3 rojnamegerên jin û xebatkareke medya, jiber ku meda û produksîyonên wan nêzî PKK hatine dîtin, hatine girtin.

Sermeselê, rewşa Edîtora Jin Newsê Safîye Alagaş hatiye nivîsîn ku di sala 2019an de bi propagandaya rêxistina terorî hatibû sûcdarkirin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê re destpê kir û ji wê çaxê vir ve ji rojnamegerên herbê dişopînin 8 hatine kuştin.

57 rojnameger hatine kuştin

Di nav wan rojnamegerên kuştî de foto-nûçegîhan Marks Levin heye ku ji alîyê leşkerên Rûs ve hatiye kuştin. Nûçegihana BFM TV Frederic Leclerc-Imhoff jî di encama avêtina topekê de bi parçeyên şarapnelê caên xwe ji dest daye.

Îsal li seranserê cîhanê 57 rojnameger hatine kuştin ku ji wan 11an li Meksîka, 6an li Haîtî û 3yan jî li Brezîlya canên xwe ji dest dane.

Rapora RSF dide zanîn ku li seranserê cîhanê 65 rojnameger û xebatkarên medya dîlgirtî ne.

Ji wan dîlgirtîyan jî yek Olivier Dubois yê Fransî ye ku bi qasî 20 meh in li Malî, li ba komeke nêzî El-Qaydê girtî ye.

Hêjayî bîrxistinê ye, RSF partnera Botan Internationlê ye.