Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Beştaş: Me ji wan re gotibû werin, Girasun: HDPyê Maseyê Şeşane hişyar kir!

10/01/2023

Meral Daniş Beştaşa cihgira hevserokên Pariya Gelan a Demokratîk (HDP) li ser dîyarkirina namzetekê ji bo serokkomariya Tirkiyeyê ji Middle East Eyeyê (MEE) gotiye:

‘Me ji her kesî re got ku em amade ne bi her aliyên ku bi van prensîban bawer in re danûstandinan bikin, lê ti kesan hewl nedaye ku bi me re hevdîtinê bike an jî teklîfekê pêşkêş bike’

HDPyê di 08.01.2023ê de eşkere kir ku ji bo hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê de ew ê namzetê/a xwe diyar bike.

Li gor nûçeya Ragip Soyluyî ji bo MEEyê çêkiriye lêkolînerê berpirsê RAWESTê Roj Girasûnî jî diyar kiriye ku HDPyê bi vê kiriyara xwe Maseyê Şeşane hişyar kiriye.

Bixwîne: Li ser biryara namzet-dîyarkirina HDPyê kê çi got?

Girasûnî diyar kiriye, HDP ji wê yekê bêhinteng bûye ku Maseyê Şeşane dema guh dide ÎYÎ Partîya neteweperest fikrên wê yên li ser hin mijaran paşguh dike.

MEE malperek e ku navenda wê li Londona Qiralîya Yekbûyî ye û li ser Rojhilata Navîn nûçeyan çêdike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan