Netewe li ser axê û di nav welatan da najîn, ew di zimanan da dijîn. Hemî pêşkevtin û hebûna neteweyan di zimanên wan da ye. Neteweya ko bi zimanê xwe danûstandineka navxweyî li ser têgehiştina xwe ya ji xwe û Cihana xwe neke, neteweyeka ber bi mirinê ye; bi zimanê xwe divê ji xwe û ji Cihana xwe fehim bike. Bê danûstandin û peyivîna bi zimanê xwe di nav neteweya xwe da di çi tiştekî nagehe û bê paşerroj e.
Vê peyivîn û danûstandinê jî çawa ko ziman divêt, wesa jî zelalî ya zimanî divêt. Hindek tişt, wekî hunerî, bi nezelalîyê zengîntir dibin. şiir ew şiir e ya çend mane jê biçin û şair bi zîrekî ya xwe wesa bi peyivan û zimanî û mejî û têgehişita xelkî dileyîze ko kes bi diristî nezane ka merema wî çi bû û di yek demê da gelek mehna ji şiira wî bihên fehimkirin. Lê Hindek tşit hene dibê di kopîtka zelalîyê da bin. Zanist bi giştî wesa ne: fîzîya, kîmîya, jînnasî (bîyologî), aborî, matmatîk, pizişkî, … felsefe û qanûn jî, civakinasî û rewannasî jî, weha ne. Her gava di her yek ji van bîyavên zanînê da nezelalî hebe, dê şaş-têgehiştin hebin û şaşîyên têgehiştinê dê pêşkevtinê bi paş bêxin; an hema dê civakê ber bi paşkevtinê bibin.
Nimûneyeka vê meseleya nezelalî ya zimanî di van sê peyivan da ye ko serdêrra vê nvîsîyara me ne: kultûr, rewşenbîrî, rewşenbîr.
Li Başûrê Kurdistanê, arêşeyek heye bi navê “Rewşenbîrî”yê. Wezaretek heye ko navê wê “Rewşenbîrî” ye. Beranbera wê di pirranîya zimanên Cihanê da “kultûr” heye. Li alîyê dî, komeka “rewşenbîran” hene. Ew kesên dizanin navê xwe binvîsin, û nemaze bizanin bi tîpên zimanê ingilîzî navê xwe binivîsin “rewşenbîr” in!
Anko ew tiştê ko di pirranîya zimanên Cihanê da dibêjinê “kultûr”, di zimanê kurdî da bûye xizima herî-herî nêzîk ya “rewşenbîran”. Arêşe çi ye? Arêşe ew e ko carê hema ji destpêkê ve me ev peyiv di nav xwe da û bi zimanê xwe gengeşe nekirine û em bi zimanê xwe li ser wan peyivan û wan têgehiştinan nepeyivîne. Me ev “tişt” û ev têgehiştin wekî “tirrimpêl”ê, wekî “radîyo”yê, wekî “mobîl”ê ji derve wergirtine. Rast e ev peyiv ne “tişt” in, wekî tirrimpêlan, lê çawa ko me çi dewrek di dahînana tirrimpêlan da nebûye, wesa jî me nedizanî ka ev têgehiştin çi bûn. Hema bi şev û rojekan hindek xwîndewarên me yên ko şehrezayê zimanên Ewropayî (an wekî ko dê paştir bibêjim, hema bibêje zimanê tirkî ya osmanî) bûbûn ew peyiv jî înan nav zimanê kurdî. Lê ji ber ko şaş hatin heta niha jî em kurd di gelek tiştan da raste-rê nebûne.
Kultûr
Di zimanên Ewropayî da, heta berî sedsala nozdehê, peyiva “kultûr”ê nedihat bikarînan. Dîroknasên zimannasîyê behsa wê peyivê di nivîsîneka Markûs Tûlîyusê Kîkero (Marcus Tullius Cicero (b. 106ê berî Îsayî-m. 43ê berî Isayî)), desthilatdar û feylesofê romî da dikin. Nivîsînên Kîkeroyî bandoreka gelek mezin li ser edebîyata ewropayê bi giştî hebûye. Gelek kes dibêjin ko edebîyata ewropayê heta sedsala 19ê an zarvekirina şêwazê wî an karvedana li dijî şêwazê wî bûye. Ew di kitêba xwe ya pênc-bergî ya bi navê Gengeşeyên Tuskûlanî da dibêje “felsefe pêgehandina ruhê ye” (Cultura animi philosophia est), anko hemî ruh bi felsefeyê digehin kopîtkê. Lê misoger vê mehnaya “çandinê” çi peywendîyeka weha mezin bi zarava “kultûr”ê di Cihana Nûdem ve nîne. Ew zêdetir her nêzîkî mehnaya çandinê bi xwe, perwerandin û xudanikirinê ye.
Bi giştî wesa dihêt qebûlkirin ko peyiva “kultûr”ê bi vê mehnaya xwe ya nû ve cara pêşîn li ser destê mirovnasê (antropologîstê) Almanî Gûstavê Klem (Gustav Klemm (b. 1802-m. 1867)) gehişt rewacê. Herçend e di zimanê Almanî da, berî wî jî kesên mîna feylesofê navdar Imanuelê Kant (Immanuel Kant (b. 1724-m. 1804)) û feyleseofê navdar Yûhan Gotfrîdê Herder (Johann Gottfried von Herder (b. 1744-m. 1803)) û zimannas û feylesofê navdar Vîlhelmê fon Humbolt (Wilhelm von Humboldt (b. 1767-m. 1835)) behsa kultûrî kiribû, lê mehnaya ko wan di kar dikir zêdetir nêzîkî mehnaya perwerandin û pêgehandinê bû. tiştê ko Klemî kir ew bû ko ev mehnaya nû da peyiva kultûrê. Wî li sala 1843ê bergê yekê ji kitêba xwe bi navê Dîroka Giştî ya Kultûrê Tixmê Mirovan (Allgemeine Culturgeschichte der Menschheit) belav kir. Wî heta sala 1852ê bergê dehê jî ji wê kitêbê çap kir. Paşî, li salên 1854 û 1855ê du bergên dî çap kirin û navê wan kir Zanistê Kultûrî yê Gşitî.
Babê rewannasîya ezmûnger (Experimental Psychology), rewannas û feylesofê Almanî Vîlhelmê Wûnt (Wilhelm Maximilian Wundt (b. 1832-m. 1920)) navê bergê dehê ji kitêba xwe ya bi navê Rewannasîya Gelêrî (Völkerpsychologie) kir “Kultûr û Dîrok” (Kultur und Geschichte). Ew di berperên 3 heta 36ê da behsa “konsepta kultûrê” anko mefhûma kultûrê dike. Ew behsa wê dike ko kultûrê hizirî (fikirî) heye û kultûrê keristeyî (materîyal) (geistige und materielle Kultur). Ew behsa ducemserîyeta xwerisk-kultûrê ya sedsala 19ê jî dike.
Di nav Cihana ingilîz-zimanan da kesê ko berî hemîyan peyiva kultûrê bi kar îna mirovnasê ingilîz yê navdar, Edwardê Taylor (Edward Burnett Tylor (b. 1832-m. 1917)) bû. Wî li sala 1871ê kitêba xwe ya bi navê Kultûrê Destpêkanî (Primitive Culture) çap kir. Lê peyiva “kultûr”ê heta 50 salan piştî çapbûna wê kitêba wî ya wesa giring jî nekevt nav çi ferhengeka giştî ya zimanê ingilîzî. Pşitî wê jî, heta nîvîya sedsala bîstê jî, ingilîzên Brîtanyayê hind bi sîngekê vekirî peyiva “kultûr”ê bi kar neîna û Amerîkî di vî warî da ji ingilîzan pêşengtir bûn.
Fransî di wergirtina peyiva kultûrê da ji ingilîzan jî serhişiktir bûn. Di zimanê fransî da peyiva “şehrewarî” anko sîvîlîzasyonê ji bo wan deravan dihat xebitandin. Di zimanê fransî û ingilîzî da, peyiva “şehrewarî” anko sîvîlîzasyonê ji bo wê mehnayê dihat bikarînan ya ko di zimanê Almanî da dibû “kultûr”. Ev peyiva sîvîlîzasyonê ji zimanê latînî hatibû nav zimanên fransî û ingilîzî û mehnaya wê grêdayî “jîyan û edetên bajarîyan” anko xelkê şehran bû. Merem jî ew bû ko wî coreyê jîyanê ji jîyana xelkê “hov” û berber cida bikin. Lê ingilîzan mehnayeka negotî ya dî jî jê werdigirt: wan xwe şehrewar didît û xelkê dî dibê li ser destê wan hatiba şehrewar anko kedîkirin. Ev kedîkirin jî zêdetir mehnayeka grêdayî bindestkirineka sîyasî bû. Lê Almanan ji şehrewarîyê dîsa her zêdetir mehnayeka şêwazê jîyanê fehim dikir. Li goreyê ferhenga Almanî ya navdar, Grîmê, ji zardevê Kantî ve dihêt gotin ko, “em bi … Huner û zanistî dihên perwerandin, û bi komeka dilovanî û nerimî yên civakî şehrewar dibîn” (Wir sind … chaft cultiviert, wir sind civiJisiert … zu allerlei gescllschaftlichcr Artigkeit und Anstandigkeit …).
Li vêderê pêdivî ye tiştekê dî jî bibêjîn: hema di binetara xwe da, wesa dîyar dibe ko mehnaya kultûrê di zimanê Almanî da li ser bingehê wê têgehiştina cida ya felsefî peyda bûye. Mirov dikare bibêje ko wekî Jan Jakê Rosoyî, Almanan jî şehrewarî wekî xirabkirina qencî yên mirovahîyê didît. Lewma kultûrê zêdetir mehnaya perwerandinê hebû heta mehnaya jîyana civakî ya dewletan û bajar-dewletan.
Wûntê almanî cidatîyeka dî jî diêxe navbera kultûr û şehrewarîyê da. Li goreyê wî, kultûr li ser bingehê neteweyan e û şehrewarî li ser bingehekê mirovanîyê berfirehtir e. Ji bo nimûneyê, Almanan, fransîyan, polonîyan, îtalyayîyan û ingilîzan her yekî li ser bingehê neteweyên xwe kultûrê xwe heye, lê hemî di şehrewarî ya ewropayî da hevpar in. Her bi vî rengî mirov dikare bibêje ko her yek ji kurd û tirk û fars û ereban wekî çar neteweyên vê herêmê kultûrê xwe yê neteweyî heye, lê hemî di şehrewarîyekê da hevpar in.
Alîyekê dî yê cidakirina mehnayan jî hebû. Ji ber ko kultûr bi perwerandin û pêgehandinê ve girêdayî bû, nemaze di zimanê ingilîzî da, cidatîyeka dî jî hat nasîn. Her wekî hat gotin, ingilîzan dereng peyiva kultûrê wergirt. Û bi rengekî ji rengan kultûr jî mîna “kultûrê texa bijare û xwîndewar” wergirtîye: karên hunerî, edebîyat, zanist, … Lê “kultûrê xelkê nexwîndewar” li nik wan bû “folklûr”.
Niha ko me zanî ka ewropayîyan peyiva kultûrê ji kî derê înaye, dema wê ye ko bizanîn ew peyiv çawa hat herêma me jî.
Di zimanê tirkî da peyiva “kultûr” hema wekî hemî zimanên ewropayî dihêt bikarînan. Di zimanê erebî da jî hema bibêje “seqafet”ê cihê xwe girtîye û çi gengeşe li ser nahên kirin. Di zimanê farsî da jî, êdî peyiva “ferheng” bi tivavî li şûna peyiva “kultûr”ê rûnişitîye. Lê arêşe di zimanê kurdî da ye.
Li destpêkê, gelek ji kurdan her peyiva kultûrê bi kar diîna. Paşî, hindî ez dizanim, diktor Nûredîn Zaza yê rehmetî peyiva “çand”ê li şûna wê bi kar îna. Niha jî pirranîya kurdên ko li tirkîyê, sûrîyayê û kurmancên ko li Ewropayê dijîn eger nebêjin kultûr dibêjin “çand”. Kurmancên ko li îraqê dijîn zêdetir kevtine bin bandora sorranîyê. Di sorranîyê da, li destpêkê her kultûr dihat bikarînan, paşî peyiva “rewşenbîrî”yê cihê wê girt. Niha jî bi sergêjî û tevlihevîyeka mezin, hindek dibêjin “kultûr”, hindek dibêjin “rewşenbîrî” û hindek jî (nemaze kurdên ko li îranê dijîn) dibêjin “ferheng”.
Li destpêkê dibê bibêjim ko min çi arêşeyên mezin digel peyiva “kultûr”ê nîne. Arêşeya min digel peyiva rewşenbîrîyê ye. Ez dê piçekê behsa wê bikm û paşî dê vebigerrim ser peyiva “kultûr”ê.
Rewşenbîrî
Bi sedema serkevtina Napolyonî li Ewropayê û dagîrkirina Misrê bi destê leşkerên Fransayê, civakên bisilmanan li sedsala nozdehê şehrezayên ziman û kultûrê fransîyan bûn. Di wan salan da, ji ber Şoreşa Fransayê û hebûna feylesofên wekî Muntenîyê, Voltêr, Monteskîyû û Rosoyî û bihayên civakî-sîyasî yên Şoreşa Fransayê, ne hema li Rojhlata Navîn, lê li Ewropayê jî xelk dikevt bin bandora Fransayê. Rewşa sîyasî-civakî-hzirî ya wê demê rewşek bû ko dibêjinê “Enlaytinment” anko “rewşengerî”.
Rewşengerî anko Enlaytinment qonaxeka dîroka Ewropayê ye ko hindek kes dibêjin bi hizirên feylesofê fransî Reneyê Dekart (René Descartes (b. 1596-m. 1605)) dest pê bû. Hindek kes jî destpêka wê vedigerrînin çapbûna Binemayên Matmatîkî yên Felsefeya Xweriskî (Philosophiæ Naturalis Principia Mathematica), kitêba navdar ya ingilîzê bilîmet û zana, Ishaqê Nîyoton (Sir Isaac Newton (b. 1643-m. 1727)) li sala 1687ê.
Em bawerîyê bi her yek ji van jî bînin, rewşengerî qonaxek e ko pşitî qonaxa “Şoreşa Zanistî” dihêt. Qonaxa zanistî bi kesên wekî Kopernîkusî û Galîloyî dest pê bû û bi kesên wekî Nîyotonî gehişt kopîtka xwe. Êdî bawerîya xelkî bi zanistan zêdetir bû û behsa azadîyê, veqetandina desthlatê ji dêra fileyan, sîngfirehîya dînî, bawerîya bi qanûna xweriskî li beranberî qanûna dînî, … dihat kirin. Feylesofên ingilîz yên wekî Fransîsê Bêkin (Francis Bacon (b. 1561-m. 1626)) û Canê Lak (John Locke (b. 1632-m.1704)) rê li ber alîyên felsefî yên wê şorreşa zanistî xweş kirin. Lewma hindek kes karên Dekart û Nîyotonî wekî destpêka rewşengeryê dihesibînin. Ev bawerî ya wan kesan e ko zêdetir li dîroka hizirê dikolin.
Lê bawerîya giştî ya dîroknasan ew e ko mirina şahê Fransayê, Lûwî yê Çardehê (Louis XIV) li sala 1715ê destpêka qonaxa rewşengeryê ye. Luwî yê Çardehê 72 salan şahînî kir û di vê da heta niha çi şahekî ser ji wî nestandîye. Nebûna azadîyên civakî-sîyasî-dînî di dema wî da bûn sedema wê ko mirina wî wekî serdemeka nû di dîroka Ewropayê da bihêt dîtin. Fransaya dema wî desthilata herî bihêz ya Ewropayê bû. Ew pşitevanekê jidil yê zanayan, zanistvanan û hunermendan bû. Di dema wî da Akademîya ya Zanistan ya Fransayê hat damezirandin ko heta niha jî yek ji şehnazîyên fransîyan e.
Piştî mirina wî Fransa kevt nav pêlên şoreşeka civakî-sîyasî ya mezin, bi rengekî ko li sala 1789ê Şoreşa Fransayê jê peyda bû. Di wan salên berî şoreşê da û piştî wê jî bawerîyên qonaxa rewşengeryê peyt û mukim bûn. pirranîya zana û xwîndewarên Osmanîyan jî kevtin bin bandora wê şoreşê. Lewma navê wan kesên ko kevtibûn bin bandora wê qonaxê di zimanê tirkî ya osmanî da bû “munewwerulfikir” anko “rewşenhizir”.
Paşî kurdan, nemaze li Silêmanîyê, navê wan kir “rewşenbîr” anko “rûnakbîr”. Ew gengeşe heta niha jî berdewam e ka bibêjin “rewşenbîr” an bibêjin “rûnakbîr”. Lê şaşî ne di “rewşen” an “rûnak”ê da ye. Şaşî ew e ko di zimanê kurdî da, nemaze di kurmancîyê da, “bîr” zêdetir ji bo “zakîre”yê anko memorîyê li kar e, ne ji bo hizirînê. Anko li şûna rewşenbîr û rûnakbîrê başitir e ko bihêt gotin “rewşenhizir” an “rûnakhizir”.
Wekî we tê der îna, di zimanê osmanîyan da, navê wan kesên ko kevtibûn bin teisîra qonaxa rewşengeryê ya Ewropayê, û nemaze jî Şoreşa Fransayê, bû “rewşenhizir” (munewwerilfikir). Lê di zimanên Ewropayî bi xwe da çi grêdaneka bi vî rengî xurt di navkirina xelkî da nebû. Pşitî damezirandina komara Atatirkî êdî tirkan dest ji gelek peyivên bi koka xwe erebî yên dema osmanîyan ber da. Peyiva ” munewwerilfikir ” jî yek ji wan peyivan bû. Êdî tirk jî wekî ewropayîyan dibêjin “entelektwel”.
Lê di zimanên ewropayî da çi peywendîyeka zimanî ya rasterast di navbera qonaxa rewşengeryê û navê texa kevtî bin bandora wê da nîne. Li Ewropaya berî sedsala 19ê, ko xwîndewarî kêm bû, digot mirovên xwîndewar yên ko ne di zanîngehan da bûn “belletirist” an “homme de lettires” anko “mirovê xwîndewar”. Di zimanê ingilîzî da, cara pêşîn li sala 1813ê Lord Bayron (George Gordon Byron (b. 1788-m. 1824)) peyiva “entelektwel”ê bi kar îna, ew jî hema bibêje wekî tirranepêkirin. Lê wekî texeka civakê heta salên dûmahîya sedsala 19ê jî wê peyivê cihê xwe di zimanên ingilîzî û fransî da bi diristî negirtibû. Anko bi ser wê ra ko peyiva “entelktwel” carcar bi pesindan û carcar jî bi henekî ve ji bo kesên xwîndewar û ehlê nvîsînê, bi taybetî kesên ko tiştên rexneyî û civakî dinivîsîn dihat gotin jî, lê di zimanên ingilîzî û fransî da ew peyiv nebûbû navê texeka bijare ya civakê.
Lê rewş li Lehistan anko Polonya ya bindestê Rûsîyayê piçekê cida bû. Li wê demê texeka bijare û xwîndewar ya polonîyan hebû ko gelek neteweperwer bûn û ji bo xweserîya Polonyayê û rizgarbûna ji bin desthilata Rûsîyayê dixebitîn. Wî çaxî, feylesofê polonî, Bronîslavê Tirentovskî (Bronislaw Trentowski (b. 1808-m. 1869)) peyiva “întelîcensîya”yê ji bo texeka bijare yên bajarî yên derçûyên zanîngehan bi kar îna ko dê bi armancên neteweperwerane û bihayên civakî yên bilind ji bo serxwebûna Polonyayê û rizgarbûna wê ji bindestîyê bûban pêşengên neteweya Polonyayê. Herçend e ko rewşengerîya Polonyayê di bin bandora rewşengerîya Ewropaya Rojavayî da dest pê bû, lê ji ber rewşa bindestîyê û cidatîya kawdanên civakî-sîyasî-dînî yên Polonyayê her zû ji armancên wê rewşengerîya lîberal ya zanistbawer dûr kevt. Ew zêdetir kevt bin bandora rewşengerîya Almanyayê, lê rewşengerîya Almanyayê çend “îdeal” bû, ya Polonîyayê hind “ruhanî” û “dîn-binyad” bû. Li pirranîya welatên dî yên silavî (anko Ewropaya Rojhilatî) û hema Rûsîyayê bi xwe jî, her zû texeka civakî bi navê “întelîcensîya”yê hat pênasekirin.
Hat gotin ko tirkên osmanî peyiva “munewwerilfikir”ê li şûna entelektwelên ko kevtine bin bandora rewşungeryê bi kar îna. Paşî di dema komara Atatirkî da, wekî gelek peyivên bi koka xwe erebî munewwerilfikir jî hat havêtin û niha tirk li şûna wê her wekî Ewropayîyan dibêjin “entelektwel”. Tirk peyiva kultûrê jî her wekî Ewropayîyan bi kar dînin.
Di zimanê kurdî da, wesa dîyar e ko li destpêkê ji ber bandora hizira osmanî peyiva “rewşenbîr” anko “ronakbîr”ê wekî paçve anko tercimeya peyiva osmanî hat çêkirin. Lê paşî, ji ber bandora zimanê erebî (nemaze li îraq û sûrîyayê) ew peyiva “rewşenbîr”ê ji bo kultûrê hat gotin. Anko di erebîyê da “seqafet” (ثقافة)ê cihê kultûrê girt û “museqqef” (مثقف)ê jî cihê entelektwelê. Her bi wî rengî jî di zimanê kurdî da, li îraq û sûrîyayê, rewşenbîrîyê cihê seqafetê girt û rewşenbîrê jî cihê museqqefê.
Hêrve wêve, car car peyiva kultûr jî dihat gotin. Paşî Dr. Nûredînê Zaza yê rehmetî peyiva “çand”ê li şûna peyiva kultûrê ava kir. Niha gelek ji kurdên ko ji xeyala dilê xwe bi kurdîyeka petî dinvîsin, ez jî demekê ji wan bûm, li şûna peyiva kultûrê dinivîsin “çand”. Ev çand derbazî sorranîyê jî bûye û nemaze sorranîzarên nêzîkî hizira PKKyê (an bibêjim yên ko xwe zêdetir nêzîkî parçeyên dî yên kurdistanê dibînin) jî li şûna rewşenbîrîyê dinivîsin “çand”.
Heta vêderê jî mirov dikare bibêje ko arêşe ne gelek mezin e. Lê, rewşek peyda bûye, nemaze pşitî zêdebûna torrên ragehandina civakî (soşîyal medyayê) yên wekî Fêsbookê, ko êdî her kesê bizane navê xwe jî binivîse rewşenbîr dihêt hesibandin.
Di zimanên wekî ingilîzî û fransîyê da, rewşenbîr wekî texeka bijare ya civakî gelek dîyar û bertesk e. Gelek caran ew mirovên akademî, mirovên xudanên pîşeyan, wekî pizişk û endazyar û civaknas û zimannasan jî venagire. Li Ewropaya Rojhilatî û nemaze li Rûsîyayê, întelîcenisîya her zû wekî texeka civakî hat qebûlkirin. Zanistvan, zanayên zanîngehan (akademîsîyen), dersdêr, rojnamevan, nivîsînkar û edîb wekî întelîcenisîya dihatin nasîn. Li Polonyaya bindestê Rûsîyayê ko dixwast xweserîya xwe bi dest ve înaba, an li Rûsîyaya ko ber bi marksîzimê ve diçû, li her du deran, întelîcenisîya xudana dewrekê civakî, dewrekê pêşengîya civakî bû. Lê li Ewropaya Rojavayî, ev dewrê pêşengîya civakî gelek zeq nebû. Mirov dikare bibêje ko pêla bûnbawerên (egzîstensîyalîstên) şoreşgêr yên Fransayê, kesên wekî Jan Paulê Sartre (Jean Paul Sartre (b. 1905-m. 1980)), zêdetir ji entelektwelên welatên dî yên Rojavayî dewrekê civakî ji bo xwe didît.
Ferheng
Di zimanê kurdî da, wekî zimanê farsî, me peyiveka kevin heye bi navê “ferheng”ê. Ev peyiv gelek kevin e, di zimanê pehlevî da “firaheng” e. Paşî bûye “ferheng”. Para yekê (fer) mehnaya ber bi pêşê dide, “ـheng” jî li vêderê bi mehnaya rakêşanê ye. Bi kurtî, ferheng di zimanê pehlevî da bi mehnaya perwerandin û pêgehandinê bûye, wekî “bildung”-a zimanê Almanî. Peyivên dî yên ko ev “ـheng” têda be gelek in. Mehnaya “aheng”ê ko niha em ji bo hefleyan bi kar diînîn “qesdkirin” bûye, xwe rakêşan û amadekirin ji bo tşitekî: min ahenga çûnê kir; min qesda çûnê kir. Di farsîyê da “hencîden” bi mehnaya rakêşana şîrî ji kavlanî û weşandina wê ye, me di kurdî da “hincinîn” heye, hûrhûrkirina tşitekî bi şîrî, bi kêrê, an bi derzîyan. Di farsîyê da ferhîxten heye, bi mehnaya museqqefkirinê, edebikirinê, perwerdekirinê.
Di hemî edebîyata klasîk ya farsî da, ji dema Firdewsî û berî hezar salan ve heta niha, ferheng wekî kultûr û edeb û tore hatîye gotin. Di Mem û Zîn-a Ehmedê Xanî da jî ferheng her bi wê mehnayê hatîye. Xanî ji zardevê Bekrokê pîs ve, di wesfandina Stîyê da weha dibêje: Ewreng sezayê text û Ewreng/Ferzane bi eql û ferr û ferheng. Anko ew wesa hêjaya text û erşan e/bi aqil û şiko û ferhengê xwe jî ferzane anko gelek zana ye.
Dîsa li dereka dî jî di heqê Mîrî da dibêji: Mîrê bi weqar û eql û ferheng/Tacdîn û Bekir xwe dane ber çeng.
Lê di demekê da zerdeştîyên ko ji Îranê revîbûn Hindistanê navê qamûsên xwe kir ferheng. Di zimanê farsî da jî, di van 60-70 salên çûyî da, anko piştî “Luxetname”ya Elî Ekberê Dêhxoda (b. 1879-m. 1956) êdî navê qamûsan bû “ferheng”. Me kurdan jî wekî wan kir û me jî navê qamûsan kir ferheng.
Li îranê, dema li sala 1915ê “Ferhengistan” anko Akademîya Îranê hat damezirandin, wê ferhenigstanê navê wezareta “mearif”ê kir “ferheng”. Anko li wê demê jî giranîya mehnaya “ferheng”ê her perwerandin bû. Me dît ko di zimanên Ewropayî da jî, her ji dema Kîkeroyê romî heta dema Kantî jî, mehnaya peyiva kultûrê bi giranî her perwerandin û pêgehandin bû.
Paşî dema mehnaya kultûrê kevt nav zimanê farsî, nizanim çawa, êdî “ferheng” li şûna “kultûr”ê hat bikarînan û ji neçarî navê wezareta mearifê anko ferhengê guhart û kir “wezareta fêrkirin û perwerandinê”.
Welhasil, niha me çar peyiv ji bo “kultûr”ê hene: 1. kultûr bi xwe, 2. rewşenbîrî, 3. çand, 4. ferheng. Li alîyê dî, me “rewşenbîr” bi tenê heye li beranberî “entelektwel”ê. Rast e ko rûnakbîr jî heye, lê mehnaya wan ne gelek dûrî heve.
Çareser
Bi dîtina min çareserk ew e ya ko di demekê da Dr. Nûredînê Zaza kir. Anko peyiva ko ji bo kultûrê dihêt bikarînan cida be ji wê peyivê ya ji bo entelektwelan dihêt bikarînan. Di vê deravê da, ez ne digel peyiva “çand”ê bi xwe me, lê hizira hindê ko me du peyiv ji bo seqafet û museqefê hebin bi dilê min e. Dibe ko hindek kes bibêjin ma çi ye ko çawa di zimanê erebî da museqef û seqafet hene, bila me jî rewşenbîr û rewşenbîrî hebin.
Kultûr, wekî ko piçekê bi berfirehî hat gotin, gelek alîyên jîyana mirovan vedigire. Dîn, ziman, riftarên civakî, edetên gelêrî, tîtalên civakî, bihayên sincî (exlaqî), zanistên mirovî, zanîn, bawerî, çîvanok (mîtologî), huner, qanûn, dameziryayîyên civakî-sîyasî, … Hemî dikarin di bin seywana peyiva “kultûr”ê da bihên cemandin. Lê peyiva “rewşenbîrî”yê astekê gelek bilindtir ji gelek ji wan tşitan diîne hizira mirovî. Anko hema nakeve serê min ko mirov xweş-xweş bibêje hemî tiştên “kultûrî” rewşenbîrî! Ev tiştekê dî jî diîne bîra min ko baş e mirov eva min gotî têkhilî wê neke: Hindek ji mirovnasan cidatîyeka di astekê dî da jî dikin. Bi dîtina wan kultûr hemî ew tiştên serî ne bi mercekî ko berhemê texa bijare û xwîndewar ya civakê be. Li beranberî wê hemî ew tiştên serî dema berhemên xelkê sade û nexwîndewar bin dibin “folklûr”. Lê ya ez dixwazim bibêjim ew e ko bi dîtina min, “rewşenbîrî” hêşta astekî ji “kultûr”ê jî bilindtir e, her çi nebe “qonaxa rewşengeryê” diîne bîra mirovî.
Peyiva “rewşenbîr” bi xwe ji bo her kesekî ko li Cihana derve dibêjinê “entelektwel” piçekê bi arêşe ye. Ji alîyekî, peyiva “rewşenbîr” hêşta paşmaya hizira “rewşengeryê” ye, ko ne merc e her kesê dibêjinê rewşenbîr li goreyê pîvanên wê felsefeyê û wê qonaxê be. Ji alîyê dî jî, di peyiva “entelektwel”ê da tiştê dihêt bercestekirin bikarînana hizir û hişmendîyê ye, ne wesfandina wê bi tarrî an ruhnîyê. Anko di dema “rewşengeryê” da tekez li ser wê bû ko hizira Ewropayê ya berî sedsalên 18 û nozdehê “tarrî” û paşvemayî bû, lewma ew feylesof û zanayên dema rewşengeryê hatin da mirov ji wê tarrîtîyê rizgar kiriban. Niha, dema mirov bi kurdî bibêje “rewşenbîr” mirov zêdetir nêzîkî vê mehnayê dibe, ko merema gelek ji me jî ne ev e.
Li ser bingehê eva hat gotin, ez dibêjm ko li şûna peyiva “rewşenbîr”ê mirov bibêje hizirmend, bîrmend, hizirvan, … an her tiştekê dî ji vî babetî. Eger hûn bibêjin ma çi ye, bila rewşenbîr bimîn û cihê xwe girtîye, hingî bi min baş e ko peyiva “rewşenbîrî”yê ji bo kultûrê bihêt havêtin.
Encam
Bûna peyivekê ji bo rewşenbîran û rewşenbîrîyê ji ber van sedemên min li serî gotin tevlihevîyekê çê dike. Baştir e ko yek peyiv derbirrînê ji herdu mehnayan neke. Gelek sedem ji bo vê gotina min hene:
1. Dibe ko yek ji sedemên wê ko hema niha bi sanahî hemî kes xwe rewşenbîr dibînin û xelk jî bi sanahî navê hemî kesan dike rewşenbîr ew be ko ji alîyê peyivsazîyê ve rewşenbîrî û rewşenbîr gelek nêzîkî hev in.
2. Peyiva kultûrê hindek beranberên kurdî jî hene ko ji wan ya herî şaş “rewşenbîrî” ye, bi wan sedemên me li jorî behis kirin. Peyiveka dî, ko ev çend sal in dihêt bikarînan, “çand” e. Ev çand peyiveka bê-dîrok û serbihur e di zimanê kurdî da û paçve anko tercimeyeka deq-û-deq ya “kultûr”ê bi mehnaya wê ya kevin ya “çandin”ê ye. Mirov dikare bibêje ji ber ko hatîye gotin û li hindek deveran cihê xwe girtîye berbijareka baş ya peyiva şaş ya “rewşenbîrî”yê ye. Lê, peyiveka dî jî heye ko kurdên Rojhlatê Kurdistanê bi kar diînin û di klasîkên me û farsan da jî heye, ew jî ferheng e. Rast e ko em û fars jî peyiva “ferheng”ê ji bo qamûsan jî bi kar diînîn, lê çaresereka vê meseleyê di zimanê kurdî da ew e ko “ferheng” dema behsa qamûsê dike dibe mê (jib o mînakê, ferhenga Kurdî-Ingilîzî), û dema behsa “kultûr”ê dike dibe nêr (ferhenê kurdan kevnar e).
3. Peyiva rewşenbîr û xizmên wê yên wekî rûnakbîrê du şaşî yên veşartî di zikê xwe da hene: yek ew e ya ko min got paşmaya felsefî-hizirî ya qonaxa rewşengerîya Ewropayê ye ko dibe ko merema çi kesekî ji me yên ko vê peyivê bi kar diînîn ne ew qonax û saloxetên wê bin. Du. Di zimanê kurdî da, bi kêmanî di zarê kurmancî da, “bîr” ne hizirîn û fikir, lê zakîre û memorî ye. Nahêt bîra min, tu hatî bîra min, min ji bîr kir, biîne bîra xwe, … anko hêşta rewşenhzir ji rewşenbîrê baştir e.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.