Botan Times| 09/04/2025
Pirtûka bi navê “Kartalê Kurdistanê Yado” ya ku ji alîyê Kamuran Alî Bedirxan û Herbert Oertel ve hatiye nivîsandin, bi çapa xwe ya duyemîn ji Weşanxaneya Avestayê derketiye. Ev roman ku di sala 1937an de li Almanyayê bi zimanê almanî hatiye weşandin, ji alîyê Îlhamî Yazgan ve hatiye wergerandin.
Di vê pirtûkê de lehengê Kurd Yado, ku wek sembola cesaret, mêrxasî û fedakarîyê di dîroka berxwedana Kurdan de cih girtiye, tê vegotin. Kamuran Alî Bedirxan û Herbert Oertel bi vê berhemê, di şexsê Yado de têkoşîna azadîyê ya gelê Kurd radixe ber çavan.
Naveroka pirtûkê
“Kartalê Kurdistanê” (bi almanî “Der Adler von Kürdistan”) bi awayekê serkeftî behsa gelê Kurd, nirxên wan, têkilîyên civakî, dînamîkên çandî û bi taybetî jî daxwaza azadîyê dike. Nivîskar di vê pirtûkê de bi romana xwe hem ji alîyê estetîk hem jî ji alîyê naverokê ve berhemeka hêja afirandiye û Yado xistiye nav edebîyata Kurdî.
Wek wergervan Îlhamî Yazgan dibêje: “Bi vê berhemê, hem nivîskar, hem jî Yado yê ku di romanê de careka dî hatiye afirandin, bi hurmet tên bibîranîn.”
Derbarê Kamuran Alî Bedirxan de
Kamuran Alî Bedirxan (21 Tebax 1895, Stenbol – 6 Kanûna pêşiyê 1978, Parîs), parêzer, nivîskar û siyasetmedarekê Kurd bû. Ew kurê Emîr Alî Bedirxan û birayê Celadet Alî Bedirxan e. Xwendina xwe ya lîseyê li Lîseya Galatasarayê qedandiye û paşê li Zanîngeha Stenbolê xwendina hiqûqê kiriye.
Di sala 1918an de bû yek ji damezrînerên Civata Bilindkirina Kurdistanê (Kürdistan Teali Cemiyeti). Piştî hilweşîna Împaratorîya Osmanî, wî û birayê xwe Celadet Alî Bedirxan hewl dan ku yekîtîya eşîrên Kurdan ava bikin, lê bi ser neketin. Di sala 1922an de bi birayê xwe re çû Almanyayê. Piştî wê demê, ew li Surîyeyê bi cih bû û dest bi karê parêzerîyê kir li Beyrûdê.
Di navbera salên 1942-1946an de, roleka girîng di weşana kovara “Roja Nû” de lîst ku bi Kurdî û Fransî li Beyrûdê dihat weşandin. Piştî serxwebûna Surîyeyê di sala 1946an de, karê wî yê kovarê ji dest çû û jiyana wî ya siyasî li Surîyeyê sekinî. Ji ber vê yekê, koçî Parîsê kir û di sala 1948an de li Enstîtuya Zimanên Rojhilatî û Medenîyetan (INALCO) dest bi karê mamostetîyê kir.
Berhemên Kamuran Alî Bedirxan
Kamuran Alî Bedirxan xwedîyê gelek berheman e:
- Dilê qurên min. Ji giyanê bavê min – helbestên Kurdî, 1923 Şam
- Işık Karı – helbest, 1935 Berlîn
- Xwendina Kurdî, 1935, Şam
- Der Adler von Kürdistan (Kartalê Kurdistanê) – bi hevkarîya Herbert Oertel, 1937, Berlîn
- Kürtlerin durumuna ilişkin muhtıra, 1948 Parîs
- Le Kurde Sans Peine (pirtûka dersê), 1953 Parîs
- Langue kurde, 2 berg, 1953 Parîs
Çavkanî:
- Botan Times
- Weşanxaneya Avestayê
- Wîkîpedîya, ensîklopedîya azad
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.