Komek lîstikvan, şanoger û hunermendan li YouTubeyê dest bi bernameyeka bi navê “tiştên fehş” kiriye. Ronî Battê, Deno Ozer û koma Tirş û Tehlê di beşa yekem de henekên nekomîk kirin.
Li gor lîstikê kesek “henekên genî, bêtam û tehl” dike û yê li hemberê wî divê lê nekene. Heger keniya li şûna wî kesek dî tê, bi vî awayî çerxa lîstikê digere.