Sîmir Rûdan behsa albûma "ez ê gîtara xwe" dike
Di vê bernameya taybet a Botan Timesê de, hunermend û muzîkjenê navdar Sîmir Rûdan mêvanê weşana me ya zindî ye.
Lîstika "Xewna şeveke havînê" ya nivîskar William Shakespeare, bi derhênerîya Ferhat Faqî ji bo şanoyê hatîye amadekirin. Çîroka wê li daristaneka nêzîkî Atînayê derbaz bûye.
Di lîstikê de Oberonê şahê perîyan û Tîtanîaya keybanûya perîyan, li ser text û serwerîyê pev diçin. Oberon ji bo ku zirarê bide Tîtanîayê sêhreka taybet bi kar anîye û mirovên ku bi tesadufî ketine daristanê bûne qurbanê vê sêhrê.
Di dawîyê de Oberon hay ji xeletîya xwe bûye, sêhir rakirîye û hemû bûyerên ecêb bûne wek xewneka şeveka havînê. Lîstikvanên serekê Berfin Emektar, Halit Aslan û Mesut Erenci ne.
Derhênerîya lîstikê Ferhat Faqî pêk anîye û arîkarên derhêner Şilan Alagöz û Zeycan Ateş in. Di amadekarîyên dekorê de Hacı Ayer, Ferhat Feqî û İlyas Alçay cih girtine. Kostûm ji alîyê Beyan Mahbanu ve hatine amadekirin û Yeşim Çoşkun tevî Esra Ekinci koreografîya lîstikê pêk anîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...