Mario Vargas Llosa, Îrlanda û ‘Xewna Keltê’

Karekter ne li Îrlandayê, lê belê bi hezaran kîlometreyan dûrî Îrlandayê gava dibe şahidê kirin û gotinên peywirdarên dewletên dagirker hişyar dibe. Êdî berê xwe dide welatê xwe û rizgariya welatê xwe. Navê romanê silavekê dide dema beriya dagirkeran û weke xewn û xeyalekê yan jî weke daxwaza xilasiya xelkê îrlandî der tê pêşiya me.

***

“Roger Casement çi hewce be, ew kir.”

W. B. Yeats

Nizanim, gelo van rojên nexweş, li vê erdnîgariya xwînmij û di nav ewqas mirovên xwîndar da edebîyat dikare hinekê bêhna me fireh bike û hinekê derûniya me rihet bike? Gelek caran tişta ku edebiyatê li ber dilê min şêrîn dike ji gotina tiştekî nû bêtir, gotina çîrokeka nas e. Weke romana Mario Vargas Llosa ya bi navê Xewna Keltê (El sueño del celta).

Nivîskar di 2010 da xelata Nobelê wergirt, Komîteya Nobelê hin sedemên xelatgirtina nivîskar nîşan kir, ew jî; derheqê hêza îqtîdar û saziyên îqtidarê da vegotineka sade, derheqê berxwedanên şexsî, serhildan û têkçûnên mirovan da jî teswîrên serkeftî bû. Mario Vargas Llosa nivîskarekî ji sedsala 20an e û mijarên wî ji sînorên welatî wî, ji Peruyê heta Ewrûpayê heta Efrîqayê û heta Amazonê diçin. Gelek kes romana El sueño del celta weke çîroka xwe û çîroka miletê xwe dikarin bixwînin.

Xewna Keltê qala Roger Casementê bi navê xwe yê Îrlandî qala Ruari Mac Easmainn dike. Çi korqeder e ku weke sembola dagirkeriyê, mixabin hê jî hemû dinya wî welatparêzê Îrlandî bi navê wî yê îngilizî nas dike û dixwîne. Girêdana jiyana wî ya şexsî û çîroka welatê wî   çîrokeka mezin e, lê çîroka welatên din yên hatine dagirkirinê jî çîroka hevbeş ya gelek miletan e. Roger Casement Îrlandî ye bi salan weke dîplomatekî Brîtanyayê xebitiye. Ev diplomat li Kongo û Amazonê rastiya dagirkeriya dewletên Ewrupayê û barbariya mirovan dibîne. Li Kongoyê zilma Qralê Belcîkayê û li Amazonê jî wahşetên şirketên Britanyayê îfşa dike. Qetlîam û neheqiyan rapor dike û dengê wan însanên weke kêzikeka bêqîmet hatine kuştinê digihîne dinyayê. Mirovên ku hatine şewitandinê, mirovên ku dest û piyê wan hatine jêkirinê bi raporên xwe dike rojeva dinyayê. Lê ev bûyer û rapor tenê di derheqê xelkê Kongo û Amazonê da nîne, ev rapor di heman demê da di derheqê welatê wî da ye. Ev tecrûbeya îrlandîbûna wî jî tîne bîra Roger Casement, Brîtanyayê yanê dagirkerê welatê wî li ber çavê wî eşkere dike. Axir karekterê Xewna Keltê li welatê kolonyal hişyar dibe û dibîne ku welatê wî Îrlanda jî di bin dagirkeriyê da ye. Ferqa wî û ferqa mirovên Kongo û Amazonê tune ye.

Roman ji sê beşan pêk tê. Beşa Kongoyê, beşa Amazonan û beşa Îrlandayê. Roman, qala salên 1883-1916an dike, di wan salan da ne tenê Kongo û Amazon, Îrlanda jî di bin dagirkeriya welatekî din da ye. Lê belê haya karekter heta demeka dirêj ji vê rewşê tam tune ye. Korbûna karekter helbet rewşa Kurdan tîne bîra me. Gava Roger Casement weke dîplomatekî Brîtanyayê ji bo menfeata dewleta ku welatê wî dagir kiriye dixebite, zilm û tunekirina Ewrûpiyan ya li ser miletên bindest rapor dike, li welatê wî jî hin kes hemberî dagirkeriya Britanyayê şer dikin. Casement ji bo bikaribe zilma li ser mirovên bindest kêm bike di derheqê peywirdarên welatên kolonyalîst da raporan dinivîse. Her çiqas ew rapor bibin dengê mirovên mirî jî nabin xilasiya mirovên sax û her dagirkerî dewam dike. Roger Casement gava li Amazonê ye li pey pirsekê dikeve û meraq dike ev xelkê li Amazonan ji ber çi li hemberî dagirkeran li ber xwe nadin? Bersiveka pir balkêş dide û dibêje “Dagirker beriya bedena wan mirovan rihê wan dorpêç dikin, hêza wan a berxwedanê beriya bedena wan dikujin, felç dikin. Êdî ew mirov nizanin çi hatiye serê wan û berê kî bûne.” Helbet ev tesbît derheqê kurdan da jî fikrekê dide me. Nivîskar bala xwendevanan dibe dagirkirina beden û ruhî. Serkeftina dagirkeran jî bi şideta wan a sîstematik ve girêdide.

Karekter ne li Îrlandayê, lê belê bi hezaran kîlometreyan dûrî Îrlandayê gava dibe şahidê kirin û gotinên peywirdarên dewletên dagirker hişyar dibe. Êdî berê xwe dide welatê xwe û rizgariya welatê xwe. Navê romanê silavekê dide dema beriya dagirkeran û weke xewn û xeyalekê yan jî weke daxwaza xilasiya xelkê îrlandî der tê pêşiya me, ji ber ku Kelt weke peyvekê tê maneya bêtirs, wêrek, şervan. Xelkê amazonan ditirsiyan û xilas nebûn, lê belê îrlandî dixwazin xilas bibin û natirsin. Gava em wan risteyan dixwînin rewşa karekterê me li me nastir dibe, karekter dibêje “di vê rêwîtiyê da min welatê xwe keşf kir, min ne tenê rûyê dagirkeran, hebûna xwe ya Îrlandî jî nas kir.” Karekterê me Roger Casement di sala 1916an da gorî Brîtanyayê weke kesekî sîxur û xayîn, gorî Îrlandayê jî weke kesekî leheng û welatparêz tê darvekirin. Cinazeyê wî piştî sala 1960an teslîmê Îrlandayê dikin. Beriya   dardakirinê karekter tenê li ser mesela zimanê Gaeliyê xemgîn dibe û dibêje ez dê nikaribim temamî zimanê xwe hîn bibim û pê ra ji bo îrlandiyan qala ziman û rola zimên dike. Têkiliya wan û ya bi zimanê dagirkerê wan jî weke rewşa kurdan e. Roger Casement dibêje “mixabin êdî îngilîzî bûye zimanê hevpeş yên îrlandî ya û kîngê Gaelî azad bû İrlandayê jî azad bibe.”

Di heman salan da li Kurdistanê jî gelek bûyer û bobelat diqewimin. Dagirkeriya ku dixwaze bi cî bibe dest bi qetlîam û planên xwe dike. Li Kurdistanê jî gelek kes di rêwîtiyekê da ne, di axirîya wê rêwitiyê da hinek rêya xwe wunda dikin hinek jî digihijên qonaxeka din. Roger Casement çavên wî yên girtî vedibin. Ziya Gökalp jî tene çavê xwe negire, pişta xwe jî li miletê xwe dizivire. Casement di dema xwe da ji ber têkiliyên xwe yên homoseksuel bi destê Brîtanyayê tê biçûkxistin, lê tarîx qîmetên fikren wî îspat dike û Mario Vargas Llosa di profîla lehengekî da kêmasî û bêqîmetiya hilbijartinên cinsî nişan dide. Roger Casementê lehengê romanê dibe ku ji Roger Casementê real zêdetir fikir bide xwendevanên xwe, piştî wan rêwîtiyên xwe yên dûr û dirêj welatê xwe yê heqîqî nas dike û dibêje “Bobelata tê serê Brîtanyayê xilasiya Îrlandayê ye” û îro Îrlandî Roger Casement weke lehengekî netewî bibîr tînin. Kurd jî   Ziya Gökalp weke bavê fikrên dagirkerê xwe bi nav dikin. Helbet Kelt yan jî Sêva Sor her tişt ji xewnekê dest pê dike.

Têbînî

Llosa Mario Vargas, Kelt Rüyası, (Werger: İpek Kut) Can Yayınları, İstanbul, 2021.

T24, binêrin: https://t24.com.tr/haber/hayatimiz-uzerine-ortulen-o-ince-tul,122317

Vahap Coşkun, İki “Ziya” (1): “Başı Kurşunsuz Ziya” ve “Başı Kurşunlu Ziya”, Independet, binêrin: https://www.indyturk.com/node/101286

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir