Festîvala Çanda Kurdan a Parîsê dest pê kiriye

Festîvala Çanda Kurdan a Parîsê dest pê kiriye Wêne: (MA)
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

2. Festîvala Çanda Kurd a Parîsê ku ji bo Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer ên li Parîsê hatin kuştin, dest pê kiriye.

Di destpêkirina festivalê da bi beşdariya endamên nûnerên saziyên kurdan û komên foklorê, li avahiya Şaredariya Parîsê ya 10emîn meşek hat lidarxistin.

Di vekirinê bernameyê da Tîma Govendê ya Rojbîn Parîs, Meral Alkan û Ulaş Kelaşîn derketine ser dikê.

Senatorê Parîsê Rémi Féraudî di vekirinê bernanmeyê da axivî û got, “10 Parîs mala Kurdan e. Ji bo şaredariyê mazûvaniya çalakiyek wiha rûmet e.”

Festîval dê heta di 12yê Gulanê da berdewam bike.