Peyvên xwerû yên Kurdî hindik bin jî pir bin jî, hîç problem nîne. Tiştê muhîm ew e ku Kurdîya me xwedîyê sîstemeka aîdê xwe ye. Û herçî peyv in, dixwazî yên kokxerîb yan peyvên xwemalî bin, hemî bi hev re repertuwara peyvan a zimanê me tînin meydanê û em gişan li gorî qeydeyên zimanê xwe bikar tînin.
***
Her ziman dixwaze xwediyê repertuwareka dewlemend ya peyvan be. Çimkî peyv ji alîyê kapasîteya îfadekirinê ve îmkanên zimanan firehtir dikin. Ji vê çendê, derîyê her zimanî ji peyvan re vekirî ye. Em dikarin peyvên zimanê xwe bi awayekî giştî li ser sê beşan tesnîf bikin: 1. Peyvên Kurdî, 2. Peyvên Kurdî yên kokxerîb û 3. Peyvên xerîb
Peyvên Kurdî
Di zimanê me de tesbîtkirina peyvên xwerû Kurdî, yanî peyvên ku tenê Kurdî ne, zehmet e. Çimkî dema ku em bala xwe didin ser repertuwara peyv yan jî lêkerên Kurdî, hema bibêjin, koka pirranîya wan di zimanên din yên Îranî de jî heye. Hetta, koka gelekên wan di zimanên famîlyaya hîndûewropî de jî heye. Mesela, koka peyvên mîna “av, baran, berf, bizin, bexçe, çav, çil, dest, deşt, du, ga, giya, guh, gul, hesin, kirin, masî, mast, nan, rû, sed, serî, sor, şêr, şivan, şîrîn, tepe, xwarin, xwendin, yek, zêr…” ku di carekê de tên bîra merivî û hê bi sedan peyvên din ku di Kurdîya me de hene, di zimanên Îranî yên din de jî hene. Lê mimkun e ku hinek peyv tenê di Kurdî de hene; yan jî, tenê di diyalekteka Kurdî de hene. Mesela, wek “beybûn, çem, çiya, kulîlk, war, welat…” Divê meriv baş li ser bixebite ku bikaribe tesbîteka tekûz bike.
Peyvên Kurdî yên kokxerîb
Peyvên ku bi dirêjîya tarîxê yan jî di demeka nêzîk de ji zimanekî din ketine nav zimanê me û em wan li gorî fonetîka xwe telafuz dikin, bi herfên alfabeya xwe dinivîsin, em dikarin wan wek “peyvên Kurdî yên kokxerîb” pênase bikin. Çimkî van peyvan xwe entegreyî zimanê me kiriye û bi temamî bûne malê zimanê me. Em çend mînakan bidin: aqil (ji Erebî), berber (ji Îtalyanî), çakêt (ji Înglîzî), dans (ji Fransî), dikan (ji Sumerî), efendî (ji Yûnanî), îdeal (ji Latînî), kaxid (ji Farisî), mandalîna (ji Spanyolî), mûrc (ji Ermenî), oda (ji Tirkî), qereqol (ji Moxolî), rîhan (ji Suryanî), semawer (ji Rûsî), sibat (ji Îbranî), xezal (ji Aqadî) …
Ev kategorîya peyvan di zimanê me de bi nîsbeteka gelek zêde hene. Beşeka wan rasterast ji zimanekî ketine nav Kurdîya me lê gelekê wan di nav zimanan de gerîyane, paşê ji zimanek ketine nav Kurdî. Mesela, peyva “kursî” Sumerî ye. Ji Sumerî ketiye Aqadî, ji Aqadî ketiye Îbranî, ji Îbranî ketiye Erebî, ji Erebî ketiye Kurdîya me û Farisî û Tirkî.
Çend sal berê, li gundekî bajarê Qeyserîyê, di kolandineka arkeolojîkî de tabletên bi zimanê Sumerî hatin dîtin. Arkeologan û zimannasan ev peyvên jêrîn ku îro di zimanên wek Erebî, Farisî, Îbranî, Kurdî û Tirkî de têne bikaranîn, di nivîsên li ser wan tabletan de tesbît kirin:
ahîze, eqreba, belaş, emlak, erbab, esîr, geber, heram, îcar, îsbat, kîs, kîra, lîsan, mehrem, mezbeta, mewta, muzakere, necar, qebir, reîs, sifteh, şaqûl, şemsîye, tercuman, xerb, xeta, xinzîr, wekîl, zikir, zurîyet
Em van hemî peyvan nas dikin, manaya wan jî dizanin û gelekê wan di zimanê xwe de bikar tînin. Lê em dibêjin qey Erebî ne. Feqet xuya ye ku pirranîya wan wê demê di zimanê Sumerî de hebûne. Zimanê Sumerî ji vir bi çar-pênc hezar sal berê hebûye û li ser tabletan hatiye nivîsîn. Lê bi demê re zimanên din, em bibêjin zimanê Aqadî ketiye şûna Sumerî, paşê Aqadî jî ji nav jîyanê vekişîyaye. Lêbelê peyv mane, ziman bi ziman gerîyane, hê jî hene. Lewre peyv, çi zimanê ku wan di nav xwe de qebûl bike û bikar bîne, xwe dikin malê wî zimanî.
Peyvên xerîb
Peyvên ku ji zimanên din ketine nav zimanê me û di warê nivîsînê de wek eslê xwe têne nivîsîn, divê em wan wek “peyvên xerîb” pênase bikin. Mesela, peyvên mîna: cafe, check-up, cv, e-mail, Facebook, flashback, fuel-oil, Gmail, Google, Instagram, iPhon, maouse, Messenger, online, reyting, Twitter, selfie, WhatsApp, Youtube, Zoom…
Ev kategorîya peyvan hem bi awayê nivîsînê, hem bi awayê telafuzê xerîb dimînin, xwe entegreyî zimanê me nakin. Lê em wan rojane bikar tînin, îhtîyaca me bi wan heye.
Netîce, peyvên xwerrû yên Kurdî hindik bin jî pir bin jî, hîç problem nîne. Tiştê muhîm ew e ku Kurdîya me xwedîyê sîstemeka aîdê xwe ye. Û herçî peyv in, dixwazî yên kokxerîb yan peyvên xwemalî bin, hemî bi hev re repertuwara peyvan a zimanê me tînin meydanê û em gişan li gorî qeydeyên zimanê xwe bikar tînin.