Weşanên Nûbiharê Tarîxa Meyafarqînê çap kir

Nıvîskar:
12 months berê

Weşananên Nûbiharê Kitêba Îbnu’l Ezreqê Fariqî ya bi navê Tarîxa Meyafarqînê çap kir û belav kir.

Zimanê kitêbê yê eslî erebî ye ku Emîn Narozî wergêraye kurdî.

Tarîxa Meyafarqînê kitêbeka lêkolînê ye derbarê Meyafarqînê da ku ji 616 rûpelan pêk tê.

Ev kitêb yek ji wan berheman e ku wekî ansîklopediyekê li ser bûyerên serdema navîn gelek agahiyên berfireh ên giring pêşkêşî xwîneran dike. Herçiqas kitêb li ser navê tarîxa Meyafarqînê hatibe nivîsîn jî ew gelek agahiyên berfireh û girîng ên tarîxî, kultirî û siyasî derbarê serdemên berê da jî dide, xasma jî yên sedsala şeşan/dozdeyan, ku Îbnu’l-Ezreq bi xwe jî tê da jiyaye.

Beşek ji nivîsara kitêbê

Ev kitêba bi navê Tarîxa Meyafarqînê, derheqê Dewleta Merwaniyan de çavkaniya sereke ye. Ji hêla Îbnu’l-Ezreq ve (1116-1181) hatiye nivîsîn, ku ew bi xwe jî ji Farqînê ye; lewma nîsbeta wî bi awayê el-Fariqî ye.
Belkî ji navê kitêbê yê Tarîxa Meyafarqînê tê gumankirin ku Îbnu’l-Ezreq, hew li ser bajarê Farqînê û bûyerên wê nivîsiye; lê ya rastî ew çawa li ser avakirina Farqînê ya kevnar ku di serdema Bizansî û Sasaniyan de pêk hatibû, agahiyên dûr û dirêj dide; herweha ew gelek agahiyên berfireh î girîng ên tarîxî, kultirî û siyasî derbarê serdemên berê de jî dide, xasma jî yên sedsala şeşan/dozdeyan, ku Îbnu’l-Ezreq bi xwe jî tê de jiyaye.
Ew, ji bilî agahiyên giştî li ser xelîfeyên Emewî û Ebasiyan digel desthilatdarî û xanedaniyên serdest û bindest ên hawirdorên xelîfeyan -mîna Buweyhî, Selçûqî û yên din-, ew li ser xanedanî û desthilatên tabi‘ên wan jî rawestiyaye. Ji nav wan jî ew bi taybetî li ser mîrnişînî û xanedaniyên ku li Meyafarqîn û Amedê digel navçe û herêmên ser wan hikûm kirine, disekine. Lê herî bêhtir jî ew agahiyên berfireh li ser desthilatdariya Hemdanî, Merwanî, Artuqî û Sekmanên Xelatê dide.
Herweha ew bi kurtî be jî li ser navçe û deverên ser Diyarê Bekir û hinek jî Diyarê Muder (Tor) rawestiyaye. Û carna jî şaxa xwe avêtiye heya Welatê Jorîn û Qafqasan; mîna Abxaz, Gurc û yên din jî. Çawa ku kêm-zêde tibabek agahî li ser dewleta Zengî û ya Eyyûbiyan jî daye.
Wî li ser dema Nûreddîn Zengî, rêwingiya ber bi Misrê ve ya Şêrkoh îbn Şadî û biraziyê wî Selaheddînê Eyûbî û rêwîtiya Necmeddîn Eyyûb ya dûvre jî agahiyên kurt dane.
Weşanxaneya Nûbiharê, sala 2014an pêşîn çapa vê kitêbê ya Erebî -bi amadekariya Dr. Kerîm Farûq el-Xûlî & Yusuf Baluken- weşandibû, vêga jî çapa wê ya Kurdî/Kurmancî -bi wergera Emîn Narozî- diweşîne.
 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Li Îranê di du rojan de 11 girtî hatine îdamkirin – Jimara Kurdên îdamkirî bûye 100

Li gorî rêxistineka mafên mirovan, li Îranê di du rojên dawî de

Xelata Nobelî ya Kîmyayê ya 2024ê ji bo lêkolînên li ser proteînan hatiye dayîn

Akademîya Zanistê ya Swêdê biryar daye ku Xelata Nobelî ya Kîmyayê ya

Xelata Nobelî ya Fîzîkê ji bo “hînbûna makîneyî” hatiye dayîn

John Hopfield û Geoffrey Hinton Xelata Nobelî ya Fîzîkê ya sala 2023yê