Ji Zimanên Pîroz ber bi Zimanên Neteweyî û yên Qedexekirî ve

Yên kêm, biçûk, nehêja û xwedî wesfên xerab tên dîtin û binavkirin, lê herçî yên serdestan in, ew ên herî bipêşketî, baş û çê tên wesifandin. Serdest xwe bi her tiştên xwe ve di ser bindestan re digirin. Lê têkbirina vê ferasetê bi nerazîbûn û têkoşînê mimkin e.

***

Ji hin kesan kirê zimanên serwer ku ji wan re zimanê neteweyî û zimanê fermî jî tê gotin, tim wiha tekûz, kemilî û xwedî vê rewşa xwe bûne û wekî hev jî hêja bûne. Lê dîrok tiştekî din dibêje û ev asta zimanan a roja îroj ew gihîştinê, nebûye. Îcar kesên netewe-dewleta xwe ava kiriye, bi tesîra rabêjiya fermî, zimanên bêstatu mane kêm dibînin û li dijî wekheviya zimanan radibin. Zimanê xwe wek zimanê şaristaniyê û zimanên din jî wek zimanên hoveber, îptidayî û lipaşmayî dibînin. Em careke din daxuyînin, rewş qet ne wisan e û yên haya wan der heqê vê de ji dîrokê heye jixwe baş bi vê yekê dizanin. Gelek zimanên neteweyî yên a niha, berî modernîteyê xwedî rewşeke zimanên cihkî yanî lokal bûn. Wek nimûne, li cîhana Rojava ev zimanên neteweyî yên niha li ber zimanê latînî û yûnanî, ku ew wek “zimanên pîroz” dihatin pejirandin, bêprestîj bûn û hîç paxav bi wan nedihat kirin.

Di encama tevgerên Reform, Ronesans û Modernîteyê de, ku ew li Ewrûpayê bi pêş ketin û geşe bi xwe dan, gelek tişt û têgihîştin guherîn. Piştî ramanên neteweperwer û tevgerên neteweyî derketin holê, ew zimanên ji wan re dihat gotin zimanên cihkî, zimanên gelêrî yan jî zimanên amê, giringî bi wan hat dayîn û ew bi qîmet bûn. Bi qonaxa demê re, bere bere serweriya wan “zimanên pîroz” jî têk çû. Hem di birêvebirin û perwerdeyê de hem jî di warê çalakiyên aborî û jiyana rojane de zimanên cihkî li şûna wan zimanan cihê xwe xweş kir û ew bûn zimanên serwer.

Di pey Şoreşa Fransiz re, gava dewletên neteweyî hatin damezirandin bi şûn de, nirxeke pir zêde bi zimanê neteweyî û çandê hat dan û qedirê wan hat girtin. Der heqê vê yekê de fikir û nêrînên fîlozofê alman Johann Gottfried Herder gelek balkêş in, wiha dibêje: “Ew ê mirov dike mirov ziman e. Berî hebûna zimên behskirina ji mirov bêmehne ye, ji lew re ziman di heman demê de raman e. Mirovên zimanê hevpar dipeyivin, merheleya pêşî ya neteweyê pêk tînin.” Loma jî ziman yek ji wan hêmanên herî sereke yên ku neteweyekê dikin netewe, hat dîtin û ji bo bipêşxistina zimên dest bi xebatan hat kirin. Ji nav zaravayan jî ya herî berbelav, a pir zêde pê dihat axaftin hat hilbijartin, ew hat standardkirin û geşkirin/vejiyandin.

Bi taybetî ji sedsala 18’an pê ve li ser zimên xebat zêde bûn, pirtûkên li ser rêziman û ferhengan hatin amadekirin. Di navbera zimanan de jî wekhevî hat çêkirin û “zimanên pîroz” û zimanên cihkî jî bûn xwedî heman statuyê. Lê ev wekhevî piştre tenê bû ya di navbera zimanên fermî/neteweyî de.

Bi kurtasî li cîhana Rojava rewş wiha çêbû. Îcar “zimanên pîroz” ên cografyaya me jî hebûn. Wekî erebî û farisî (nemaze ji bo wêjeyê). Bi sedên salan ev her du ziman zimanên herî raser û serdest ên alema îslamê bûn. Lê belê ya herî “pîrozwer” zimanê erebî bû. Wisan dihat bawerkirin ku ew ne tenê zimanê vê dinyayê, yê axiretê ye û roja mehşerê jî mirov bi wî zimanî mehkeme dibin. Heta dibêjin gava mirî tê definkirin, melek bi zimanê erebî jê pirsan dikin û yê bi vî zimanî nizanibe bersiva xwe bide, weylik li wî û halê wî be!

Ev erebiya ku lînguya frankaya pîroz a cografyaya îslamê bû, gava xelîfeyê ebasiyan El-Memûn di sedeyê 9’an de navendeke bi navê Beytul Hikme ava dike, ji ber çalakiyên wergerê yên li vê saziyê, gelek di bin bandora farisî û yûnanî de jî dimîne.

Tevgerên nûjen ên ji Rojava derketine, civakên derî Rojava jî xistin bin hîkariya xwe û wan kir ku di wan civakan de jî pêvajoyên mîna wan biqewimin. Netewe-dewletên xwe li ser tekîtiyê, bi gotina din li ser monîstiyê damezirandine, çendî di destpêkê de wekheviya di navbera zimanan de parastibin jî lê piştre wan ew gelên ji netewetiyên cuda yên hildan bin serweriya xwe, tevî hemû mafên wan red kirin. Bi polîtîkayên asîmîlasyonîst, bi qedexekirina zimanan, hewl dan gelên ne ji xwe di nav etnîsîteya serdest de bibişêvin. Bi teorî û pênaseyên ku bi nêrîn û çavên serweran hatine çêkirin jî bend li pêşiya givirîn û geşedana wan kişandin.

Bi van jî neman, angaştin û hîn jî îdîa dikin ew xwedî çanda herî raser in, zimanê wan jî yê herî bipêşketî û tekûz e û nemaze yên ne ji wan kêmî xwe dibînin, wan biçûk dikin û dikin da ew xwe kêm bibînin, xweziya xwe bi serdestên xwe bînin, bibin yek ji wan û bi vî awayî jî şad û bextewer bibin. Daxwazên wan ên mîna ziman, çand û nasnameyî ku mafên wan ên mirovî, çandî û demokratîk ên yên herî bingehîn in, bi nijadperestiyê, bi neteweperestiya etnîkî sûcdar dikin.

Ew ên dibêjin zimanê wan zimanê zanist û şaristaniyê ye, naxwazin bizanin bê tevî ew qas hewl û xebatên sadekirin û xwerûkirina zimanê xwe jî hîn li ser zimanê wan hemûyan tesîreke pir a wan “zimanên pîroz” heye û wan ji van zimanên hanê gelek peyv û term wergirtine. Çendî zimanekî saf û xwerû nebe jî lê gava ji zimanên bêstatu, zimanên bêdewlet tê behskirin, ev rewş ji bo van zimanan dibe kêmasî. Lê qisûr qedexekirina zimanan e, çêkirina hiyerarşiya ya di navber zimanan de ye. Ew tiştên berê li wan hatibû kirin, niha ew bi xwe li yên bin destî xwe dikin û zimanê xwe hêja û pîroz lê belê yên din jî kêm û bêqîmet bi nav dikin.

Di dema împaratoriyan de, di wexta serweriya wan “zimanên pîroz” de bêqîmetkirin, bêîtibarkirina zimanan hebû, qedexekirin tune bû. Di dema modernîte û demokrasiyê de îcar hem bêîtibarkirin hem jî asîmîlasyon û qedexekirin heye. Lê navê vê serdemê serdema demokrasî û netewe-dewletan an jî dewletên neteweyî ye, ku xwedêgiravî ev serdem ji serdemên bihurî bipêşketîtir e, mirov gihîştine maf û azadiyên xwe, ew bûne ferd û ji evd û bendetiyê rizgar bûne. Ev hişk vir e, tenê wesfên serdestî û bindestiyê guherîne. Kî bindest be bi her tiştê xwe ve bindest e û li ber yê serdest ne xwedî tu tiştekî xwe ye. Bi kurt û kurmancî bêstatutî tiştekî wiha ye. Yên kêm, biçûk, nehêja û xwedî wesfên xerab tên dîtin û binavkirin, lê herçî yên serdestan in, ew ên herî bipêşketî, baş û çê tên wesifandin. Serdest xwe bi her tiştên xwe ve di ser bindestan re digirin. Lê têkbirina vê ferasetê bi nerazîbûn û têkoşînê mimkin e.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir