Di Edebiyata Cîhanê de “Dawa”ya Franz Kafka û Zimanê Gregor Samsa

Piştî 2000an di nivisandina dîroka edebiyatê de meylek li ser nivisandina “edebiyata cîhanê” zêde bû. Hem pênasekirina “cîhanê” hem jî tesnifkirina edebiyatên neteweyên cuda û cihê wan ê di cîhanê de bûne mijarên nîqaşê. Pirtûka Casanova ya bi navê Komara Edebiyata Cihanê yek ji wan pirtûkan e. Casanova edebiyata heqîqî wekî “edebiyata saf” pênase dike […]

Di Edebiyata Cîhanê de “Dawa”ya Franz Kafka û Zimanê Gregor Samsa
Di Edebiyata Cîhanê de “Dawa”ya Franz Kafka û Zimanê Gregor Samsa
Serdar Şengül
  • 6 Mayıs 2023 07:27

Piştî 2000an di nivisandina dîroka edebiyatê de meylek li ser nivisandina “edebiyata cîhanê” zêde bû. Hem pênasekirina “cîhanê” hem jî tesnifkirina edebiyatên neteweyên cuda û cihê wan ê di cîhanê de bûne mijarên nîqaşê. Pirtûka Casanova ya bi navê Komara Edebiyata Cihanê yek ji wan pirtûkan e. Casanova edebiyata heqîqî wekî “edebiyata saf” pênase dike û rizgarkirina edebiyatê ya ji siyasetê wekî yek ji wan pîvanên sereke diyar dike. Edebiyat pêşî li Ewropayê xwe ji siyasetê safî kiriye, “sermiyana edebî” berhev kiriye û ev jî bûye bingeha “edebiyata saf”.

Digel vê yekê Casanova di beşa “Trajediya Merivên Tercûmekirî” de ku tê de Kafkayî analîz dike, wî wekî îstisna nîşan dide û weha dibêje:

Digel ku endamekî qada edebiyata Çekî ye û bi coşî piştgirî dide tevgera neteweperwer a cîhû, wekî warîsê mîratekê ku ziman û edebiyata elmanî ew înkar kiriye û hewl daye hilweşîne, Kafka kuliyata herî razdar û nûjen a sedsala bîstan afirandiye

Pascale Casanova

Lê Casanova di heman demê de qala elem û trajediya Kafkayî dike, ji ber ku wî nikariye wê kuliyatê bi zimanê xwe biafirîne. Di bin sernavê “Ji Yîdîşê Hatiye Tercûmekirin” de, dema gotin tê ser zehmetiyên ku Kafkayî ji ber nenivîsandina bi zimanê xwe kişandine, nirxandinên Kafkayî yên li ser nivîskarên cihû yên Pragê radigihîne me:

Nivîskarên cihûyên Pragê yên elmanîaxêv… ew di navbera sê neçariyan de dijiyan (Ez ji wan re bêîmkaniyên bi zimanî re têkildar dibêjim). Bêîmkaniya nenivîsandinê, bêîmkaniya nivîsandina bi zimanê elmanî, bêderfetiya nivîsandina bi awayekî din; bêîmkaniya nivîsandinê wekî bêderfetiyeke çaremîn a ku dikare li wan bê zêdekirin […] ji ber vê yekê ev di her halî de edebiyateke bêderfet bû.

Lê belê bêderfetî û trajedî tenê di asta hilberîna wêjeyî de xwe nîşan nadin. Trajediyeke din heye ku di kûrahiya zêde û asta mirovî de pêk tê: Ne mimkun e mirov ji yên herî nêzik hez bike: bêderfetiya hezkirina ji yên herî nêzik. Kafka di Rojnivîskên xwe de kêmayina hezkirina xwe ya ji bo dayika xwe bi pirsgirêka zimanî rave dike. Casanova dibêje ew beş “girîngiya bingehîn a zimanê zikmakî pir baş eşkere dike”. Ev nirxandin tekane cih e ku Casanova girîngiya navendî ya zimanê dayikê ji bo gel û nivîskarên ji derveyî “edebiyata mezin” bi erênî radest dike.

Kafka di Rojnivîska xwe de wiha dinivîse:

Doh bi min wisa hat ku tekane sedema ku min ti carî nekarîbû ji diya xwe wekî ku heq dike û bi têra hêza xwe hez bikim, zimanê elmanî ye. Dayikeke cîhû ne Mutter e [bi elmanî dayîk], banglêkirina wiha wê piçek karikaturîze û komîk dike (lê ji ber ku em li Elmanyayê ne peyva mutter bi xwe ne komik e); em bang li jineke cîhû dikin bi navê dayika elman û ev nakokî di nava hestyariyê de kûr dibe. Ji bo cîhûyan peyva mutter elmaniya xwerû ye û ew haydar nebin jî bi qasî delaliyê, sarbûna xirîstiyaniyê jî di xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê, jina cihû ya ku wek Mutter lê hatiye bangkirin ne tenê ji me re henek e, ew ji me re xerîb e jî.

Elmanî zimanekî biyanî lê di heman demê de zimanê zikmakî bû. Ew hatiye deyndarkirin û bi riya asîmîlebûyinê hatibû elimandin. Casanova dide zanîn, li ser hîşê Kafkayî- gava ku şertên nîqaşa siyasî vedibêje ku wê demê di derdorên cihûyan de li seranserê Ewrûpayê derketibû holê- elmanî ew ziman e ku bi berdêla xwejibîrkirinê û xiyaneta li çanda cihûyan bi rûreşî hatiye dizîn.

Casanova dizane ku nirxandina wê ya li ser Kafkayê li dijî pênaseya wê ya edebiyata “saf” e. Li gor wê xwendevan jî van nakokiyan ferq dikin, ew ravekirineke wisa dide pêş:

…ev xwendin dibe ku hejîner, hêvîşikestîner, heta wek “çêr” be ji bo xwînerên ku elimîne Kafka mîna hunermendekî “saf” bê ferzkirin. Vê xwendinê, bêyî daxwaza min, xwe li ser min ferz kir ku “lêkolîneke dîrokî” bikim û di encamê de Kafkayî di nav cîhana neteweyî (herwiha navneteweyî) de bidim rûniştin.

Li vir ev pirs derdikeve holê, ev rêbaza dîrokî ku Casanovayê pejirand ku tercîhên zimanî yên Kafkayî yên di hilberîna edebî de fam bike çima ji bo famkirina “edebiyatên piçûk” û tercîhên zimanî yên têkildarî vê fam bike jî neemiland?

Casanovayê dil nekir ku rêbazeke bi vî rengî bi kar bîne ji ber ku boçûneke wiha dê modela wê pûç derxista ya ku di seranserî kitêbê de angaştên xwe dispêrê. Lewra, Casanovayê digot “divê pîvanên rexneya edebî jî, wek yên hin rexnegirên postkolonyal, ne li gor siyasetê, lê li gor qaîdeyên edebiyatê diyar bibin”.

Gilles Deleuze û Felix Guattari

Gilles Deleuze û Felix Guattari di kitêba xwe ya “Kafka: Ji bo Edebiyateke Mînor” de, di beşa “Edebiyata Mînor Çi ye?” de balê dikişînin ser ku dema lehengê romana Veguherînê Gregor Samsa dibe kêzik, ew ne tenê şiklê xwe lê zimanê xwe jî winda dike. Gregor Samsa, mîna di şiroveyên adetî de tê gotin, di nîzameke birokratîk de tenê nabe kêzik. Ev nîzam, di heman demê de nizameke kolonyal e ku zimanê wî jî pê dide jibîrkirin yan jî ew hemû çarçoweyên referansê bo wateyê jî wenda dike.

Ji ber ku pênasekirina însên jî hatiye kolonîzekirin yan jî li gorî tecrûbe û arezûya serdestan hatiye diyarkirin, piraniya karekterên Kafka yan dibin kûçik yan kezik yan meymûn û ziman qabiliyeta xwe ya temsîlê wenda dike. Ew stratejiya temsîlê di heman demê de eşkere dike ku kolonyalîzm rê nade gelên kolonizekirî wekî mirov, bi zimanê xwe û li ser navê mirovahîyê li dijî kolonyalîzmê derkeve.

“Kafka realîst bû!.”

Rexnegirê edebiyatê Georg Lukacsî di berhemên xwe yên ewil de ji perspektîfa Marksîzmê û di bin tesîra Stalînîzmê de, Kafka wekî nivîskarekî “burjuvaya biçûk”, “nihilîst”, hebûnparêz” werhasil yekî “nerealîst” pênase dikir. Di sala 1956an de Yekitiya Sovyetê Macarîstanê işxal dike. Wezîrên sereke- Lukács jî wezîrê berê yê çandê ye- di keleheke li derekî Romanya dixe girtigehê. Wekî Joseph K’yê romana Dawa ew nikarin xwe bigihînin îdianameyê, nizanin ji kîjan sûcan berpirsyar in û ne mimkûn e ku xwe biparêzin. Rojekê, di vê bendewariya dûr û dirêj de, Lukacs dema ku li hewşê digeriya, berê xwe dide jina xwe û jê re îtîraf dike: “Kafka realîst bû!.”

Lucaks tenê piştî ku welatê wî tê dagirkirin “realîzma kolonyalîzmê” fam dike. Heta ku kolonyalîzm tecrûbe nekiriye di warê şert û mercên ku mirovî ji insaniyetê xwe dike de hîşê wî venabe. Rexnegiriya Marxist ya Lukacs ku bi tecrûbeyên neteweyên mezin ên Ewropayê sînordar e, di bin palêtên tankên Yekitiya Sovyetê de dipelçiqe. Piştî wê tecrûbeyê hemû nêrînên Lukacs derbarê Kafka û realîzmê de diguhere.

Di nav me Kurdan de jî nîqaşên li ser têkiliyên edebiyat û sîyasetê, afirandina “edebiyata saf” heye. Gelo “bêîmkaniyên nivîsandina” Kafkayî bêîmkaniya axaftina Gregor Samsa û realîzmê di bin paletên tankan, derbarê îmkanên afirandina “edebiyata saf” de ji me re dibêje çê?

Çavkanî

Serdar Şengül, “Di Cenga Mêtînger, Dijraber, Şoreşger û Stuxwaran de Avakirina Komara Edebiyata Cîhanê”, Zarema, 15, 2021.

Casanova, Pascale, The Wolrd Republic of Letters, Harvard University Press, 2004.

Casanova, Pascale, Dünya Edebiyat Cumhuriyeti, Varlık, 2010.

Deleuze, Gilles&Guattari, Félix, Kafka: Minör Bir Edebiyat İçin, Sel, 2020.

Franz Kafka, Veguherîn, wer. Fatih Aydın, Lîs, Amed, 2010.

Löwy, Michael, Franz Kafla:Boyun Eğmeyen Hayalperest, Versus, 2008.

Xwendina dawîyê: Şehmus Kurt