Paşxaneya Bûlwara Şêx Seîd û Berzbûna Neteweperweriya Tirkan

Her ku diçe li Tirkiyeyê neteweperweriya Tirkan berz dibe û ev yek dibe sedem ku li gelek cihan êrişên nijadperestî li Kurdan bên kirin. Wisa xuya dike ku ev êrişa li ser şexsiyeta Şêx Seîd tenê nimûneyeke ji van erişan e ku li neteweya Kurd tê kirin.

***

Ev çend roj in li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê rojeva siyasî piştî parvekirina Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku xwestibû navê Şêx Seîd bide bûlwarekê, hat guhertin.

Ji 19ê Tebaxa 2019an ve Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi destê qeyûman tê birêve birin.

Şarderiya Bajêr, 6ê Berfanbara 2023yan li ser hesabê xwe yê fermî ragihandiye ku wan dest bi çêkirina bûlwarek gelekî mezin kirine. Dê ev bûlwara nû rêya Farqînê bi Xarpêtê ve girê bide.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin ku dê navê bûlwarê bibe “Bûlwara Şêx Seîd”.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Piştî ku ev agahî li ser platformên medyaya civakî belav bû, di nav siyaseta Tirkiyeyê de karvendaneke mezin bi xwe re anî. Rojnamegerê tirk Fatih Altaylı, serokê partiya Zaferê Ümit Özdağ û serokê partiya MHPyê Devlet Bahçeli daxuyaniyên nijadperestane derbarê şexsiyeta Şêx Seîd de belav kirin.

Ev daxuyaniyên ku ji hêla neteweperwerên Tirk ve hatin dayîn di nava siyaseta Kurdî de, bi bertekên tund hatin rexnekirin. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê posterên Şêx Seîd tevî serok û pêşengên Kurdistanê hatin daliqandin. 

Paşxaneya Navê Bûlwara Şêx Seîd

Herwiha ev yek bû sedem ku parlementerê kurd yê İYİ Partiyê Mehmet Salim Ensarioğlu, bi daxuyaniyekê xwedî li Şêx Seîd, Seîd Riza û Bedîuzzeman Seîdî Kurdî derbikeve.

Ensarioğlu parlementerê partiya İYİyê yê Stenbolê bû. Pişt ku wî vê daxuyaniyê belav kir, partiya İYİyê Ensarioğlu sewqê dîsiplînê kir. Ev helwesta partiyê bû sedem ku Ensarioğlu dev ji partiya xwe berde.

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Cihan Aydın, di derbarê navlêkirina bûlwarê de çend belgeyên giring bi raya giştî re parve kirin.

Li gorî belgeyên ku Cihan Aydın li ser hesabê xwe yê Xê belav kiriye, bi biryara Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ku wê demê Osman Baydemir serokê şaredariyê bû, navê Şêx Seîd li bûlwarê hatiye dayîn.

“Aktuelkirina Bûlwara Şêx Seîd Girêdayî Hilbijartinê Ye

Derbarê geşedanên herî dawiyê de ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê di rojeva siyasî û civakî de cihekî berfireh girtin, em bi dîroknasê siyasî û akademîsyen Ayhan Işık re axivîn.

Ayhan Işık

Dîroknas Ayhan Işık derbarê binavkirina bûlwara Şêx Seîd de da zanîn ku aktuelkirina vê mijarê di roja îro de, girêdayî hilbijartinên herêmî ye ku dê 31ê Adara 2024an pêk bê.

Ger mijarek belasebeb bikeve rojevê, ya ji bo guhertina rojevê yan jî ji ber tesîreke erênî an jî neyînî ya li ser aliyekî diyar yê civatê ye. Qesta min ev e di vir de; di medyaya civakî de derket holê ku dema Osman Baydemir şaredar bû, ew nav li bûlwarê hatiye kirin. Herwiha, nusxeyên biryara ku Meclîsa Şaredariya Diyarbekirê wê demê, li medyaya civakî belav bû. Biryareke kevin e lê ketina rojevê girêdayî hilbijartinê ye.

Akdemîsyen Işık di dewama axaftina xwe de bal kêşa ser têkiliyên partiyên siyasî ku dê di hilbijartinên herîmî de çawa bi hev re tevbigerin. Ew dibêje ku hikûmeta AKPyê naxwaze partiya DEMê li rojavayê Tirkiyeyê bi CHPyê re tifaqekê pêk bîne. Li gorî Işık aktuelkirina navê Şêx Seîd rê ji vê yekê re rê vedike ku çepgirên Tirkan û CHP derbarê vê mijarê de helwestên xwe yên nehênî bi raya giştî re parve bikin û ev yek bibe sedem ku Kurd ji wan aliyan xwe dûr bixin:

Îqtidar vê yekê wisa dinirxîne ku bi gavekî wisa re dê bikaribe îhtimala tifaqa navbera CHPê û taybetî Kurdên li rojavayê Tirkiyeyê araste bike. Ji ber ku îqtidar dizane dema navê Şêx Seîd derbas dibe, piraniya çepgirên Tirkan û CHPyî yên neteweperestên sekûler bi “paşverûtî”yê  êriş dikin. Di eslê xwe de, bi rêya medyaya civakî wekî hewldanek e ji bo fikrên nijadperestî yên neteweperestên sekûler derbikeve holê. Û piraniya wan di medyaya civakî de parvekirinên xwe yên ku Kurd, şexsiyetên wan ên dîrokî (Şêx Seîd jî tê de), serok û sembolên wan piçûk xistin. Bi vê yekê îhtimala tifaqa navbera partiya DEM û CHPyê hat astengkirin. Ger tifaqek çêbe jî divê di nav çaroçoveyeka pragmatîk de be ku Kurd jî jê dest vala dernekevin.

Wekî encam, armanc ew e ku bi nîqaşa Şêx Seîd re hilbijêrên HÜDAPARê ber bi AKPyê ve bikêşin û tifaqa navbera kurdan an jî partiya DEMê asteng bikin. Siyaseta Kurdan dikare wan nîqaşan bi awayekî serbixwe û ji bo sûd û berjewendiya civaka kurdan bixebitîne.

“Sazkirina Neteweya Tirk Hêj Temam Nebûye”

Neteweperestî pirî caran tesîrê ji hev digire û dinamîzmekê çêdike. Bi rêya neteweperestiyê, netewe xwe ji aliyê etnîkî, çandî yan jî bi her awayî ve ji neteweyên din mezintir dihesibîne. Ev yek hema hema di hemû neteweyan de yek e. Lêbelê di neteweperestiya Tirkan de çîrokeke ku sed sal in ji înkarkirin û derewan pêk tê, heye. Ji ber vê yekê tesîrê li ser neteweperestiya miletên din dike ku têkiliya wan bi hev re heye.

Dîroknas Işık dide zanîn ku sazkirina neteweya Tirk ev zêdeyî sed sal in di nav sînorên komara nû de berdewam dike û hêj jî ev proses bi dawî nebûye:

Sazkirina neteweya Tirk, bi anîna xelkên ji Balkanan, Kafkasan û ji heremên din, bi jenosîd û nefîkirina gelên ne misilman û bi asîmîlekirina Kurdan re hêj nehatiye xilaskirin û netewebûna wan temam nebûye. Sazkirina nasnameya neteweya Tirk ji ber ku li ser jiholêrakirina gelên cuda hatiye avakirin, nasnameyeke gelekî e’kso, bi nefretê tije ye. Ji ber vî yekî gelên din jî hewl didin xwe îspat bikin. Aliyekî bi rengî ya netewperestiya Kurdan jî heye. Yek jî rewşên dijwar ên neteweperestiya Kurdan ew e ku ji şûna fehmkirina dîroka xwe an jî nîşandana çanda xwe, li hember netewperweriya Tirkan hewl dide xwe îspat bike. Di eslê xwe de elîtên dewletê jî vê yekê dixwazin. Ger her tim beramberiyek û aloziyek hebe, ew girsê dikare rihettir bê îdarekirin. 

Di dawiya axaftinên xwe de Işık li ser temamnebûna sazkirina neteweya Tirkan rawestiya û wisa gotinên xwe bi dawî anî:

Yek ji planên herî mezin ên neteweperestiya Tirkan ew e ku pêvajoya sazkirina nasnameya xwe di demeke berfireh de dike ku him wê nasnameyê meşrû û mayinde bike û him siyasetaka dûrûdirêj dimeşîne ji bo jiholêrakirina nasnameyên beramberê xwe. Ev jî tê maneya çîrokeka ji 100 salî zêdetir. Dema em lê dinêrin, ji bilî Kurdan hewldanên Tirkan ên ji bo sazkirina neteweya Tirkan biserketî ne, lê dema em têkiliya wan ya bi Kurdan re difikirin, dibînin ku pêvajoyeka neserketî ye yan jî nehatiye temamkirin. Armanc ew bû ku tenê di bin banê nijada Tirk de neteweyekê ava bikin ku çand û etnîkên cuda bi demê re winda bibin/eslê xwe jibîr bikin. Balkişandina demê ji ber vê ye, yanî bi demê re yên cuda bihelînin/winda bikin. Du armancên siyaseta dûrûdirêjkirinê ya dewletê hene; yekem, sazkirina nasnameye neteweya Tirk, ya duyem jî, bişaftina Kurdbûnê ye.

Her ku diçe li Tirkiyeyê neteweperweriya Tirkan berz dibe û ev yek dibe sedem ku li gelek cihan êrişên nijadperestî li Kurdan bên kirin. Wisa xuya dike ku ev êrişa li ser şexsiyeta Şêx Seîd tenê nimûneyeke ji van erişan e ku li neteweya Kurd tê kirin. Di vir de pirsa sereke ew e ku ka gelo dê neteweya Kurd di vê rewşa sext a siyasî û civakî de, karibe bersivekê/helwestekê neteweyî bide an na?

Nivîskar/rojnameger
Qesîm Etmanekî