Çîrokek ji Hefsa Diyarbekirê: Karkir Musa

  • 18/11/2023
Çîrokek ji Hefsa Diyarbekirê: Karkir Musa
Selahattin Bulut Fotoğrafı

Di hişê jinikê de Musa û di hişê Musa de hevalê wî yê cîranê wî heye, dibê ez hevalê xwe jî bibînim, ka hela bê li Qezayê çi heye çi tune ye û ez ê dû re herim malê. Jinik lê dinêre Musa ji malê derbas dibe û dike dagere mala hevêl. Hema devê xwe vedike û ban dikê, dibê, “Lo, looo! Karkiro! Ma ez jî heval im, carekê were mala min jî lo!”

***

Bi Karkir Musa re em hevalên hevdu yên zemanê PDK-T û KUKê bûn. Di wan salan de em bi hevdu re dixebitîn. Li beriya Mêrdînê li Qoserê nigên me li gelek keviran ketin. Di hefsa Diyarbekirê de jî em bi hevdu re bûn.

Karkir Musa rojekê dîsa ji malê derdikeve û dikeve ser rêyan. Diçû ji gundiyên kurd re digot ‘hûn kurd in’. Li vî gundî, li wî gundî, axirî mehek derbas dibe. Bi derdê Kurdistanê ketiye û jinik, zarok û debara wan ji bîr kiriye çûye.

Pîreka Musa li ser tenûra bi çend malan ji wan wê de teşta hevîrê xwe vekiriye û nên lêdixe. Wextê nanê xwe pêve dide û ji gurriya êgir xwe bi şûnde dide, li serê kuçê reşê zilamekî ku dişibîne Musa bi ber çavan dikeve. Ji dûr ve wa hebekî lê dinêre, dû re serê xwe dikute ber xwe û dibe nuçe nuça wê, dibêje “Tobe Yarebî, tobe! Çi li min hatiye? Ez darê nav bîstana jî bibînim dibêm qey Musa ye!” Wer dibê lê dîsa jî hişê wê li ser wî reşî ye. Wextê nanekî din diavêje tenûrê û careke din xwe bi şûnde dide, dibîne ku ew reşa bira jî Musa ye. Destê xwe dixe noqa xwe û berê xwe dide Karkirê xwe. Pir dixwaze Musa wê bibîne… Lê ew li ku dîtin li ku, Musa ji serê pozika sola xwe bi wê de tiştekî nabîne. Musa tê di ber re dibihure û jinik bi keser li dû dinêre.

Di hişê jinikê de Musa û di hişê Musa de hevalê wî yê cîranê wî heye, dibê ez hevalê xwe jî bibînim, ka hela bê li Qezayê çi heye çi tune ye û ez ê dû re herim malê. Jinik lê dinêre Musa ji malê derbas dibe û dike dagere mala hevêl. Hema devê xwe vedike û ban dikê, dibê, “Lo, looo! Karkiro! Ma ez jî heval im, carekê were mala min jî lo!”

Karkir Musa, rehma Xwedê lê be, ev mersela xwe û xanima xwe li Hefsa Diyarbekirê bi zimanekî xweş ji min re gotibû, em herdu jî pir keniyabûn wê rojê.

Şîrove*

%d