Arjantîn di maça nîv-fînalê de Xirvatistan bi 3-0 têk bir û rabû fînalê. Golên Arjantînê, Messi û Alvarez avêtin.

Di fînalê de, Arjantîn dê li hember serketîya maça nîv-fînalê ya Fransa û Fasê bilîze.

Fînalîst Arjantîn heta niha yek di sala 1978an de, yek jî di sala 1986an de du caran kupaya cîhanê rakiriye.