Hin krîzên şiîra kurdî

Poetîka û polîtîka

Arîstoteles di Poetika[1] da derbarê peywira şairan da wiha dibêje: “Peywira şairan ne ew e ku tişta qewimî / heyî rasterast lê bike, peywira şairan ew e ku îhtîmala qewimîna tiştan lê bike.” Yanî, yan dê tişta heyî bi awayekî estetîk û poetîk raberî me bike, an dê tişta mayî di binê xezeba dîroka talankirî da vejîne, veava bike û nîşanî me bide, an jî dê berê me bide war û warkozên ku hê kes pê nehesîyaye. Lê belê di vê meseleyê da gelek caran polîtîka û poetîka tên tevlihevkirin, anku polîtîka dibêje “Min qewimand, de vêca tu jî lê bike şair!” û bi vî miqamî xwe wek rêber û tayînkerê poetîkayê dihesibîne. Belkî jî yek ji bo ya din dibe qurbanî. Hele hele mijar şiîra kurdî be polîtîka wek komîserekî devtehl xwe li ser poetîkaya rijî ferz dike, dibe deshilat.

Divê de’w û doza poetîsyenan nemirî û wek T.S. Eliot gotî xêza bingehîn a hunerê be. Li filan derê bûyereka dilsoj qewimîye, ji şair tê sîparîşkirin(!) ku vê bûyera dilsoj bi mexdûrîyeteka kevnesal an jî bi ‘hemaseteka mîtîk li defterê bike. Anku tişta heyî, bi awayê heyî binivîse. Hekena, ew bi apolîtîkbûnê, bi dejenerebûnê tê sûcdarkirin. Ma hunera şiîrê bi xwe ne karekî polîtîk e? Wê gavê bi qelemeka ezber çi hewceyî peyitandina bûyera dilsoj e? Wê gavê çi hewceyî polîtîkaya rijî ye? Bi qelema Arjen Arî, ma xwîna herikî ji bîra kê diçe? Yanî şair ne ew kes e ku ji bo pîyaseya şiîra xwe parsekîyê ji deshilatan bike an jî bi sîparîşên deshilatan qelema xwe bixebitîne. Qedrê şair heye, helwest û sekna şair heye. Ev qedir belkî ne li ba mirovan, bes di movika dîroka edebîyatê da veşartî be. “Lê kesên ku polîtîsyen bin û ketibin di dilqê poetîsyenan da, em ê wê hingê çi bikin?” Şair lazim e ji van gotegotên ra xwe hinekî kerr bikin. Ew kes çiqasî deshilat bin jî qayîşkêşana bi wan ra dê zirarê bide doza nemirîya qelema şairan.

Şiûra dîrokê û tradîsyon

Em bîroke ne an dîrok bîroke ye? T. S. Eliot dibêje: “Eger şairek bixwaze bibe xwedî tradîsyonek, hewce ye gelekî bixebite. Ji bo vê jî şertê ewil ew e ku şair xwedî şiûra dîrokê be. Şairê ku xwedî şiûra dîrokî ye, bi tenê behsa şiûra zemanê xwe nake. Ji Homeros bigire heta temamîya edebîyatê (û di nav wê da jî edebîyata wî ya neteweyî) di heman wextî da hene û hemû berhemên edebî bitûnekî organîk pêk tînin. Tişta ku divê di şiûra şair da hebe ev e: xêza bingehîn a hunerê.” [2] Edebîyat hunereka kumulatîv e, anku bi lêzedekirinan pêş dikeve. Tişta nû, yên kevin navêje sergoyê, bi yên kevin ra ahengekê pêk tîne. Ji bo zayîna pênûs û hilmeka nû ya şiîrê xwendina şiîr û şairên navdar tiştekî zarûrî ye. Ji kengê ve? Di dîroka şiîra kurdî da ji Ehmedê Xanî ve… Şiûra dîrokê di şiîra kurdî da bi Ehmedê Xanî dest pê dike. Şiûra dîrokê rê li ber zanîna tradîsyona şiîrê jî fireh dike. Lewma hay jê heye û dibêje Xanî: “Bînave ruhê Melê Cizîrî / Pê hey bikira Elî Herîrî / Keyfek we bida Feqê Teyran / Heta bê ebed bima heyran.

Çawa ku bi şiûra dîrokê ra xwendin û zanîna tradîsyona şiîrê dipeyite, herwiha ji bo şairên ciwan dê tehlûkeyek rû bide: teqlîd û tesîr. Tesîr ji malê ye, dê gelek caran hebe. Belkî ji ber kompleksa Odipal ji bo kuştina yên berî xwe bibe kujer jî. Lê teqlîd?

Teqlîd

Di edebîyata kurdîya kurmancî da li ser meseleya teqlîd û metirsîya tesîrê hin gotar hatin weşandin û hema bibêje Harold Bloom bû referansê temamê van gotaran. Mirov carina bi teqlîdeka berfireh û kûr hînî nivîsîna şiîrê dibe. Anku ev teqlîd xwe naspêre teqlîda şêwazê. Dema ku em Cegerxwîn teqlîd bikin divê armanca me ne ew be ku em wek wî binivîsin. Divê em ruhê şairîya Cegerxwîn zept bikin ku ew ruh taybetîya xwe li şiîrê bar dike û kelecana ciwanîya ewil dide mirovan. Yanî mesele ne ew e ku Kawa Nemir xwe ji tesîra edebîyata Anglo-Sakson bide alîyekî. Heke şîyaneka Kawa Nemir a bi vî awayî hebe jî em dikarin îdîa bikin ku ruhê Yeats û Eliot zept kirîye.

Di hinek rexneyên (carinan jî êrişên) li ser şiîra şairên ciwan ên kurdînûs da ev mesele gelek tê nîqaşkirin. Gava mijar teqlîd û şibandin be meseleyeka wiha diqewime: “Şiîrên vî ciwanî bi ser yên vî şairî ve diçin, jêhatî ye. / Şiîrên vê ciwanê bi ser yên vî şairî ve diçin, kêrnehatî ye…” Her şair ne wek Teokrîtos, bes wek Evmenîs [3] dest bi nivîsîna şiîrê dike. Di dîwana ewil a şair da îhtîmaleka mezin e ku bêhna peyvên şairên hoste bên û meyla teqlîda şêwaza şairên gewre xwe parîyekî bide der. Lê di civata edebîyata me da ev serê ewil wek qelsîyê tê nîşandan, paşê dibe sedema êriş û reşkirinan. Jixwe heger şairê ciwan ne ji taxê be, çû jê! [4]

Şêwazkarîya seqet

Şêwazkarî (manîyerîzm), her çiqas ekoleka derbarê hunera heykel û resîmê da be jî nîşaneyên wê di cureyên din ên hunerê da jî tên dîtin. Di manîyerîzmê da her tişt têkilhev e, her tişt li bin guhê hev ketîye. Bûyer bi awayekî zelal nayên nîşandan û têgihiştina wan zehmet e. Şiîr bi peyvan tê nivîsîn, ehlen! Ew teserûfa şair jî heye ku xwe li bin guhê peyvan bide, peyvan deforme bike û rengdêrên lêkdayî çêbike. Ev yek belkî jî wek Yehya Omerî gotî “klîşe” be. [5]  Lê di şiîra me da meyla bikaranîna peyvên xumam di dîwana ewil a tevahîya şairan da heye hema bibêje. Ev yek di dîwana min bi xwe da jî heye. Qisûr e? Na. Lê ji hedê xwe derkeve û êdî bibe adet, dibe ku bibe sedema şêwazkarîyeka seqet. Anku ji bo vejîna peyvekê mirov estetîka şiîrê nake qurban. Lê qesta me jê wêdatir ev e: Bi miqamekî bêahneg û bêwate ristina peyvan.

Di şêwazkarîya seqet da bi bikaranîna peyvên muxlaq û xumam ra govendeka bêwate derdikeve holê. Bi qewlê Remezan Alan, ev jî dibe sedem ku manîyerîzmeka sexte peyda bibe. Di hindek şiîrên kurdî da ev yek heye. Anku qelebalixîya peyvên xumam berê xwe ne didin ontolojîyekê ne jî didin felsefeyekê û ne jî didin wate û cewherekê. Qelebalîxîya wateyê jî lewma dibe bêwatebûn. Çinku şair tiştekî nabêje…

Çavkanî:

[1] Aristoteles (2013), Poetika: Şiir Sanatı Üstüne, (wergêr. Samih Rifat) r. 37: Can Yayınları.

[2] Eliot, T. S. (2007), Edebiyat Üzerine Düşünceler, (wergêr. Sevim Kantarcıoğlu) r. 2-3: Paradigma Yayınları.

[3] Şiîra “Derenceya Ewil / İlk Basamak” a Kavafis. bnr. Kavafis K. (2012), Bütün Şiirleri, (wergêr. Millas H. û İnce Ö) r. 97: Varlık Şiir.

[4] Di civata şiîra kurdî ya vê serdemê da reqabeta şiîra estetîk hê rê li ber reqabeta rik û kîna şexsî ya rexnegir, xwîner û şairan negirtîye. Çinku civat teng e, her kes hevalê hinekan û kîndarê hinekan e, eger ne ji taxê be qelema wî sist û kêrnehatî ye; eger ji taxê be tacegul e, çi jî binivîse ji heq tê der, çinku pismam e, dotmam e, heval e û wd.

[5] Yehya Omerî, Şair wekî bengiyê peyvan, Botan Times: https://botantimes.com/sair-weki-bengiye-peyvan/