I.
Çi bi serê wan çîrokan hat, ên ku demekê em li pey wan sergerdan dibûn? Tê bêjî qey ji berêkê ve ji heyata me kêm dibin û hemû hêdî hêdî dişibin hev. Berhemên van salên dawî nîşan didin ku êdî mirovahî her bi her vedikişe qalikê xwe, li derve li çîrokan nagere, wan çîrokan di xwe de diedilîne, di nav dilê xwe de zevt dike, di derûna xwe de diwezinîne. Lêgerînek li pey xwe.
Metnên bi hêmanên otobiyografîk û bi ez-vegêranê êdî zêdetir têne nivîsîn. Û metnên biyografîk û vegotinî jî her weha, ku ne mimkin e em wan veder bikin. Çi ye ev cezba ku mirovan han dide zêdetir van metnan binivîsin û bixwînin? Ji ber ku wisa guman dikim (oto)biyografî û vegotin dê bibin du cureyên herî populer ên edebiyatê di paşerojê de, siya vê pirsa han dê di seranserê vê nivîsarê de car bi car xuya bibe.
II.
“Jiyan bêyî çîrokan ne hêjayî ti tiştî ye,” dibêje mamoste Germain ji xwendekarê xwe Claude Garcia re, di fîlmê Dans la maison (2012) ê François Ozon de. Ev gotina ku pabend e bi arezûyeke ji roja roj de bi radorî mirovan ketiye, berê me dide gotineke din a mamosteyî ji xwendekarî re ku li pey çîroka jiyana xwe ketiye: “Tu arezûyên xwe û çîroka xwe ji hev dernaxî.” Populeriya van metnên berbehs jî, esasen ji vê yekê tê: arezû û rasteqîniya di nav hev de.

Di fîlmê Ozon de em vê cezbê dibînin bê meraqa çîrokekê çi tîne serê mirovî. Mamosteyê edebiyatê, Germain, spartekekê dide xwendekarên xwe ku çîrokekê li ser jiyana xwe binivîsin. Di nav wan de tenê çîroka Claude bala wî kişandiye ku behsa têkiliya xwe ya bi hevalê xwe Rafa û malbata wî re dike. Ev çîroka û çîrokên wî yên din ku her carê bi “dûmahîk heye” diqedin, mîna Şehrazada Çîrokên Hezar û Yek Şevê, mamoste dixe nav gêjgerînkekê heta ku êdî ji mal, milk û karê xwe û jina xwe dibe. Mamosteyê ku nikare xwe li ber vê çîroka mişt arezû ya xwendekarê xwe ragire, her roj bi meraq li benda dûmahîka çîrokê dimîne û wekî “çavdêrekî” zîq li bûyerên nava “mal”ê dinêre.
Helwêsta Claude ya di vî fîlmî de dê rewşa nivîskarên ev cure metnan li ber çavê me zelal bike. Claudeê ku êdî guh nade gotinên mamosteyê xwe, arezûya xwe bi ser asteke din dixe û mamoste û jina mamosteyê xwe jî daxilî çîrokê dike. Herçî em xwendevan in ku ji pêşa mamoste Germain ketine, her bi vî awayî daxilî metneke jiyanî dibin. Em pêşî çavdêr in, dûrbînek di dest me de ye û heta bi cihê herî mehrem ê nava malê jî dibînin. Safiktiya me paşê xefkekê li ber me datîne, em dûrbîna xwe datînin kêlekê û bi terqa vegêr û jiyana wî ya kelemkotî dikevin. Ev peyketina ku di rengrûyê jiyaneke dîtir de bi laş û xwîn dibe, heta cihê “dûmahîk”ê me bi xwe re kaş dike. Ez, êdî yekî din e.
III.
Ev meraqa çavdêriyê (an jî guhlêbûnê) ploteke berbelav e di berheman de. Di Rear Windowa (1954) Alfred Hitchcock de wênegirekî seqet bi hewesekê hildide makîneya xwe û seraqet berê xwe dide jiyana cîranên xwe ya nav malê. Di Dekalog 6a (1990) Krzysztof Kieslowski de xortekî ku bi eşqeke mezin berê teleskopa xwe dide nav mala cîraneke xwe, piştî demekê ji bo ku daxilî çîroka jiyana wê bibe dibe şîrfiroşê wê sîteyê. Di fîlmê Trois Couleurs: Rouge (1994) ê Kieslowski de vê carê em ji çavdêriyê derbasî guhlêbûnê dibin ku dadgerekî xanenişîn arezûya wî ew e ku tenê li telefonên cîranên xwe guhdarî bike. Di fîlmê Das Leben der Anderen (2006) a Florian Henckel von Donnersmarck de endamekî mixaberatê tê peywirdarkirin ku çavdêriya jiyana hunermendekî bike, lê ev endamê han jî wekî mamoste Germain herî dawî xwe di nav çîrokê de dibîne, ji ber ku (s)empatiya wî li hemberî hunermend û destgirtiya wî çêbûye, bêyî ku haya wan jê hebe, alî wan dike.

Fîlmê Aram Dildar ê bi navê Da (2015) ji vî alî de muhim e. Dayîka ku bi şev û roj li ber televizyonê ye ku belkî rojekê kurê xwe jî tê de bibîne –ku kurê wê çûye çiyê û bûye gerîla-, rojekê (di nav arezû û rasteqîniyê de) dibîne ku kurê wê ji hevalên xwe vediqete, tê heta ber serê wê û dibêje, “Da, da.” Dayîka ku arezûya wê tev li rasteqîniya wê dibe, sînoran xumam dike. Êdî ew ne çavdêrek e, lê kesek e di nav çîroka jiyaneke din de û ya ku tê çavdêran, ew bi xwe ye.
Televizyona ku îro ro em tê de her tiştî (xwe) dibînin, wateyeke din lê bar dibe: Cama Cem. Ev cama efsûnî ku ser û binê dinyayê dibîne, hemû bînerên xwe bi awayekî vedikişîne nav çîroka xwe, bi jiyaneke din re hevyek dike. Piştî salan Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de dê hewara xwe bigihanda vê camê û doza paşeroja kurdan bikira û bigota ka gelo dê “Bextê me ji bo me ra bibit yar / Carek bibitin ji xwabê heşyar.” Xanîyê ku bi vê arezûyê dide pey paşeroja kurdan, hesabê çîrokeke cudatir ji bo kurdan dike lê ew jî (ku ji serencama îro em pê dizanin) her wekî mamoste Germain dibe beşekî vê çîrokê, parçeyekî di camê de. Piştî Xanî bi salan jî di Saturna (2002) Remezan Alan de ev cam dê bi şeklekî din derketa pêşiya me: Eyna Xeybê. Ev eyneya (an jî kameraya) ku hemû hûrgiliyan dibîne û tê de ev têne dîtin, ji aliyê vegêrekî din ve tê vegêran û peywireke din lê zêde dibe: Ew ne tenê bîneran tev li çîroka di nav xwe de dike, lê ew bi xwe jî dibe beşeke ji çîroka kesekî din. Tenê ev pirs tê bîra min û ne tiştekî din: Gelo em çîroka kê û xwediyê çîroka kê ne?
IV.
Ev rewşa ku em dikarin jê re bibêjin arezûya çavdêranê, sedemeke serekî ye ku berê me dide xwendin û nivîsîna metnên (oto)biyografiyê. Xwînerê ku bûyerên li pişt derî û pencereyan nabîne, bi carekê re xwe di nava malê de dibîne û ne tenê dide pey vê jiyana taybet, bi vê jiyanê re hevyek jî dibe. Ev metnên ku piranî yan ji mihasebeyeke tîr a derûnî û hezeyanên dawerivî yan jî tevgerên sivik û rojane yên nivîskarên xwe pêk tên, tevî ku piştî demekê ji aliyê vegotin û naveroka xwe bi ser dirb û dirûvê hev jî diçin, lê disa jî bala xwînerên xwe dikişînin ser xwe û wan di nav çîroka xwe de diezimînin. Herçî nivîskar in, ew jî bi qasî xwînerên xwe meraqdar in ku berê mercekê bidin jiyana xwe û di dilqê kesekî din de daxilî çîroka xwe bibin. Êdî ew ne bi nasnameya xwe ya nivîskariyê, lê bi nasnameya kesekî sêyem tev li vê arezûya çavdêranê dibin û hemû qul û qorziyên jiyan û derûna xwe ji nû ve keşf dikin. Nivîskarên ku qet metneke otobiyografîk jî nanivîsin, di niqteyeke berhema xwe de bi dû vê arezûyê dikevin. Ev cameoyên edebî rê li ber vedike ku nivîskar bi çavekî sêyem li xwe binêre yan jî parodiya xwe bike. Di Hêlangeyê (2016) de em dibînin Yaqob Tilermenî tevî çavê sêyem jî di nav dudiliyê de ye, gelo ew xwediyê çîroka xwe ye an çîroka kesekî din e? “Ez Yaqob Tilermenî. Çîrok û romanên Kurdî dinivîsim.” “Çi malûm e ku em aniha ne di hundirê romanekê de ne? Ez we vedibêjim, ew min vedibêje û ewên dîtir jî me dixwînin.”
Di vê serdema de ku konsantrasyona dinyayê fiêlen têk çûye, nivîskar bêtir hez dikin xwe vebêjin, xwe bibînin, xwe binivîsin, xwe bixwînin. Ji ber ku ya rastî di destê me de jî ji bilî vê tiştekî din nemaye. Pêşketinên teknolojîk, bêserûberiya medyaya civakî, notîfîkasyonên bêsekin tevî ku bala me tim dibin ser xwe, dinyayê, bûyeran jî û em her tiştî tê de dibînin, lê dema dibe şev û nivîskar rûdinin ber klavyeya xwe, ji bilî (jiyana) wan çîrokeke din nayê bîra wan. Di ti wextê dinyayê de em ewqasî merûzî çîrokên têvel, cuda û rengîn nebûbûn bi saya van mecrayan. Lê li şûna ku çîrokên berhemên me jî di vê sêrê de bin, berevajî vê, hê yekrengtir, manendtir, hevyektir dibin. Nexwe nayê wê wateyê ku em di jiyaneke ferazî de xwedî şiyan û çîrokên çawa bin, em dê di vê jiyana rasteqîne de jî xwedî heman şiyan û çîrokan bin.
Ev serdem bi her awayê xwe li mirovan ferz dike ku bibe takekes. Takbûn jî wê qadê li ber kesan vedike ku her li xwe vegere, di nav xwe de bimîne, tenê ya xwe bibêje, dernekeve derveyî xwe, ji qalikê xwe dûr neçe. Teqûreqa kuçeyê, galgalên li ber devê deriyan, şerê dikandaran li ser tiştên netişt, malbata ku bi dû keç û xortên reviyayî dikevin, jina ku êmê dide mirîşkên xwe, zarokê ku bêhna gazê hêstiran ji çavên wî tîne, şervanê ku bêtirs bi ser mirinê de diçe, ev hemû hûrgiliyên jiyanê wekî xeyaleke biçûçik di rabirdûyê de xatirê xwe ji me dixwazin. Êdî tenê “ez” li meydanê ye: Binêre çawa êşê dikêşim, binêre çawa kêfxweş dibim, ji çi aciz im, sebra min bi çi tê, çi difikirim, çi hest dikim. Ev bêpêjniya li hemberî derveyê me, bivênevê dibe kakila çîrokên me. Çîrokeke min heye, tenê ya min. Lêgerînek li dor xwe.
V.
“Çi hene li wan cihên ku em ne lê ne,” dipirse Yehya Omerî di rêzeke xwe de. Ev meraqeke safî ye ku îro ro kêm peyda dibe. Ji ber ku konsantrasyonê meraqa me jî bi xwe re têk bir. Don Quijoteê ku meraqzedeyê ewil ê romana dinyayê bû û mala xwe tije kiribû bi kitêbên şovalyeyan bê ka li wan cihan çi diqewimî, bi vê meraqa xwe li ser destê nivîskarê xwe romaneke qorzîberan diyariyî alema edebiyatê kir.
Rêwîtiya ku berê ber bi cih û diyarên xerîb ve dikişiya, îro ro ber bi rihê me ve derketiye sefereke hêdî û li her rawestgehê bêhnvedaneke dirêj li dar dixe. Xelatgira dawî ya Nobelê Annie Ernaux ku di kitêbên xwe de bala me dibe ser rewş an jî serdemeke jiyana xwe û arezûyên xwe yên xwerû neqil dike, bi heyranî xwînerên xwe li dû xwe dizîzikîne. Karl Ove Knausgård bi romana xwe ya otobiyografîk a şeşcildî Min Kamp (2009) xwendevanên dinyayê li bin guhê hev xistin. Elena Ferranteya ku yek ji meraqa mezin a cîhana edebiyatê ye û ji bilî weşangerê wê kes nizane kî ye, di şahberhema xwe ya çarcildî Napoli Romanları (2011-2014) de bi karaktera Lenu (Elena) wê îhtimala şopên otobiyografiyê bi mirov re xurttir dike. Edouard Louisê nivîskarê ciwan ku romanên bi hêmanên otobiyografîk dinivîse û ji aliyê Ernaux bi xwe jî gelekî tê ecibandin, hesabpirsînên xwe yên navxweyî dikare li ber girseyeke mezin a edebî bide hezkirin. Romaneke otobiyografîk a ku van salên dawî qamûya edebî ya dinyayê hejand û di rojevê de ma, Mirasa (2016) Vigdis Hjorth bû. Hjortha ku bûyereke zarokatiya xwe, destdirêjiya bavê xwe di navenda romanê de hiştibû, bi vegotineke xurt xumam, û qutqutî ev yek saz kiribû. Lê çi bigire hemû vegotinên xurt ên ji nav jînenîgariyekê saz bûne, tê bêjî qey ji heman kanê av vedixwin loma wisa piştî demekê dişibin hev. Hingê mirov ji xwe dipirse, tevî ku wisa hest pê dikim heman metnan dixwînim, dîsa çima dixwînim?

Romana me ya ewil Şivanê Kurmanca (1935) otobiyografîk bû û hêmanên wê yên otobiyografîk ji hêmanên romanbûnê zêdetir bûn. Herçend piştî vê romana ewil hêmanên otobiyografîk di romanan de bi kêmî be jî berdewam bû lê ti carî romaneke otobiyografîk bi serê xwe derneket pêş. Lê romanên biyografîk û jiyana şexsiyetên dîrokî û folklorî/efsanewî yên kurd bû mijarên roman(nivîs)ên herî naskirî yên kurdî. Du navên serekî yên vê qadê Mehmed Uzun û Jan Dost in ku romanên wan ên wekî Bîra Qederê, Siya Evînê, Mîrname, 3 Gav û 3 Darek eleqeyeke zêdetir ji romanên din ên kurdî wergirtin. Mînakeke van salên dawî ku rastî eleqeyeke zêde hat, Leqata (2020) Receb Dildar e ku di ser çîroka rastî ya kalê xwe Hesê Karazî re serdema Şêx Seîd, Sala Şewatê û piştî wê vedibêje. Dewrêşê Evdî (2011) ya Eyup Kıran ku behsa şexsiyetekî zêdetir folklorî dike, vê dawiyê çapa xwe ya 6an kir ku em vê hejmarê hema hema di romanê de nabînin. Ji ber temamnebûna pêvajoya netewetî-dîrokîbûnê ya me kurdan û têkçûnên berdewam, xwendevan û nivîskar di hemû qadan de li qehremanekî geriyan ku xwe di arezûyeke jidestçûyî de berceste bikin û wê cardin bi dest ve bînin. Sedemên nivîsîn/xwendina van romanan li aliyekî ku çêtir e bo xwendin û nivîsareke cuda bimîne, romaneke kurdî ya îsal ji bo min sembolîk be jî xebera vegera li romana otobiyografîk dide. Lerza Qasim Pîro herçend ne romaneke yekser otobiyografîk e jî, otobiyografiyeke di nav romanê de ye, wate çîroka di nav çîrokê de ku vegêra wê dest pê dike romaneke otobiyografîk dinivîse. Hêmanên otobiyografîk û pêjna wê, ji niha de xebera vê yekê didin ku ev cure dê bi qasî romanên biyografîk bê hezkirin û nivîsîn.
VI.
Tê gotin ku nivîskarên ciwan pêşî metnên otobiyografîk dinivîsin. Ev heta astekê rast e. Loma ji min we ye nivîskar tim di ciwaniya xwe de mane gava ku dibînim piştî tecribeya nivîsîna çend berheman jî, hê li dû ne qala xwe bikin, di xwe de asê bimînin an jî derûna xwe ya tîr derpêş bikin. Ev yek îmaja nivîskarê di serê min de jî hildiweşîne: yê micadelekar, lêkoler, li ser maseyê, li pey xeyaleke bêserûber, zevtkerê hûrgiliyan, nasyarê derveyê xwe.
Bêguman ev nayê wê maneyê ku lazim e em dev ji xwe berdin, belkî jî lazim e em bipirsin em bi xwe re çi qas rastgo û dirist in û çîrokên me di objektîfiyeke çawa re derbas dibin. Gava ku em behsa xwe û derdora xwe dikin, em mesafeyeke çawa datînin di navbera xwe û xwe û navbera xwe û her tiştî de? Ev çend pirs in ku ji xwe dikim, û belkî jî gava bi ser bersiva van pirsan ve bibim, êdî bikarim bibêjim çîrok namire, otobiyografî dê bijî.
Lê heta wê çaxê dizanim hin nivîskarên roja me her tim dê hewl bidin wan cihên em ne lê ne ji me re bînin. Wekî Rizgar Elegez dê me li nav hafizeya bajarekî û tiştên nav wê bigerînin, wekî Carlos Fonseca dê çîroka xwe li laboratuarekê li ber me raxin û lê vekolin, wekî Lokman Ayebe dê berê me bidin nav tebeqeyên cuda û derekî yên mirovan, wekî Clare Vaye Watkins dê me bibin nav folkloreke çêkirî/rasteqîn, wekî Ciwanmerd Kulek dê guherînên dîrokî yên neteweyekê di ser nifşên malbatekê re nîşanî me bidin, wekî Miguel Bonnefoy dê me ji serdemeke dinyayê biqevêzin ser serdemeke din û wekî Hisên Kemal dê me bidin ser şopa xisletên giştî yên civakê. Hêza edebiyatê her çi jî be ji vir tê, ji bêserûberiya wê, û, ji dilsozên wê.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.