Împaratoriya Medan ji 678a b.z. heta 549a b.z. berdewam bûye û ji aliyê padişahên Med yên wekî Diyako, Frewertîş, Huwexşetre û Astiyagê hatiye birêvebirin ku wekî yekem împaratoriya Cîhanê tê qebûlkirin.
Derveyî nîqaşên li ser rastî an nerastiya “Med”bûna “Kurdan”, ev rastiyek e ku welatê îro Kurd lê dijîn, navenda coxrafiyayê ye ku berê Med lê dijiyan, dewleta wan lê avabûye û tê de hatine birêvebirin.
Ji ber vê yeke jî nasîna hêmanên ku çanda Medan pêk tînin, bi taybetî jî zimanê Medî û edebiyata wan, taybet ji bo Kurdan giring e.
Lê di vî warî de pirsgirêka herî mezin a ku em pê re rû bi rû dimînin, ew e ku heta îro derbarê ziman û edebiyata Medî de tu belge an nivîsên me tunene.
Li vir pirseke bingehîn heye: Tunebûna belge, nivîs an berhemeke edebî bi zimanê Medan, tê wê wateyê ku gelo zimanekî wekî Medî an jî edebiyata Medan tunebû? Helbet na. Ji ber ku ne mimkun e ku Împaratoriyeke mezin a ji sedsalekê zêdetir li ser coxrafiyayeke berifireh a cîhanê hukim kiriye, xwediyê ziman û edebiyatê nebe.
Li gorî I.M. Diakonov di salên 1000a berî zayînê de, li Împaratoriya Medan çanda nivîsandinê hebûye û bi îhtîmaleke mezin jî tîpên nivîsên Medî wekî tîpên nîvîsên serdema Hexamenişî (550 b.z.- 330 b.z.), yanî xetên mîxî bûye. Di heman demê de li ser lewhayên serdema Hexamenişî gelek peyvên Medî, an jî zimanên rojavayê Îranê, hatine tesbîtkirin. Ligel vê tesbîtê, ji rêbaza nivîsên lewheyên serdema Hexamenişî tê fêmkirin ku edebiyateke pêşketî ya serdema berê, yanî ya serdema Medan hebûye.
Lê edebiyata Medan ji aliyê mijar, naverok û cureyê xwe ve çi û çawa bûye? Weke berê jî hat gotin, ji ber ku belge û berhemên aîdê wê serdemê di destê me de tunene, divê em li çavkaniyên çandên cîran bigerin da ku li ser vê mijarê agahiyan peyda bikin.
Bêguman, çavkaniyên herî ronakker ên ku li ser vê mijarê dikarin werin şêwirîn ew berhem in ku ji hêla nivîskarên Yewnanî ve hatine nivîsandin. Di berhemên nivîskarên Yewnanî de tê ditîn ku behsa çîrok, meselok û helbestên serdema Medan hatiye kirin.
Athenaeus (m. ss. 3a z.) di Deipnosophistae ( Fîlezofên Maseya Şîve) de behsa stran, sirûdên stranbêjan û kehanetên wan dike. Di heman demê de ji zimanê kesekî bi navê Dinon neqil dike ku di serdema padişahiya Astiyagê Med de, Astiyagî bi hevalên xwe re şahiyek saz dikir. Paşî gazî kesekî bi navê Angares kir ku di nav stanbêjan de yê herî navdar bû. Angares jî destanên manzûm bi awayekî ahengî distira. Paşî jî gelek kehanet kir.
Xenophon jî di Cyropaediayê xwe de dibêje ku: Îranî di çîrok û stranên xwe de ku heta niha berdewam in, gelek behsa başî, qencî û sifetên xweş ên Kûruşê Mezin (m. 530 b.z.) dikin û navê wî hertim di stran û tesnîfên Medan de derbas dibe.
Lêkolînên li ser çavkaniyên Yewnanî, hebûna destanên evînî di nav Medan de îsbat dike. Yek ji van destanan, destana evîna Stryangaiosê Medî û Zarinaia, şehbanûya Seka ye ku ji aliyê Ctesias (ss. 4 b.z.) ve di Persicayê de hatiye neqil kirin. Li gor rîwayeta Ctesias, Stryangaisoyê Medî aşiqê Zarinaia dibe ku ew şehbanûya welatê Seka bûye. Lê ji ber ku nikare xwe bigehîne hezkiriya xwe, xwe dikuje.
Athenaeus di beşa 35an a cîlda 13yan a Deipnosophistaeyê de ji qewlê Charesê Mitylene, behsa destaneke din a Medî dike. Ev destan bêtir wek destana evîna Zeryadres û Odatisê tê naskirin. Li gor rîwayetê, Zeryadres, şehzadeyê Med ku di heman demê de mîrê parçeyek ji welatê Medan e, evîndarê Odatisa keça Omartesê padişahê welatê Marathi dibe û ji bo ku bigehîje hezkiriya xwe, mecbur dimîne ku ji gelek serpêhatiyan derbas bibe.
Bi îhtîmaleke mezin ev her du destan mînakên herî kevn ên destanan in ku ji çanda edebî ya kevnar a Zagrosê gehiştine me.
Mînakên ku li jorê hatine behskirin, dikarin ji bo zelalkirina çend xalên giring sûdmend bin:
- Med xwedî edebiyateke xweser bûn.
- Di vê edebiyatê de cureyên çîrok, destan û helbestan hebûn.
- Tarîxa kevneşopiya destanan li herêma Zagrosê vedigere 700 sal berî zayînê.
- Ev destan û helbest ji aliyê poleke taybet, yanî stranbêj ve, di nav gel û di civata padişahan de, bi awaz hatine gotin.
- Ev keneşopî hêj jî ji aliyê niştecîhên Zagrosê ve, yanî ji alîyê Kurdan ve tê domandin.
Çavkanî
Athenaeus, The Learned Banqueters (Deipnosophistae), Book 12-13.594b, ed. & translated by S. Douglas Olson, Harvard University Press, 2010.
Ctesias, (Persica), History of Persia, Tales of the Orient, Lloyd Llewellyn-Jones & James Robson, Routledge, 2010.
Diakonov, I.M., Tarîxê Mad, wer. K. Keşawerz, Bongahê Tercume ve Neşrê Kitab, Tehran, 1345/1966.
Tefezzolî, Ehmed, Tarîxê Edebiyatê Îran Pîş ez Îslam, Suxen, Tehran, 1376/1997.Xenophon, Cyropaedia, The Education of Cyrus, tr. by H.G. Dakyns, revised by. F.M. Stawell, CreateSpace Independent Publishers Platform, 2019.