Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Şa’ir wekî bengiyê peyvan

12/07/2023

Helbest bi şêweya xwe ya emilandina peyvan ve ji cureyên din yên edebî diguhere. Ev, bi taybetî ji wê yekê tê ku li miqabil rehetiya hilbijartina peyvan ya di pexşanê de, helbestkar ji ber taybetmendiya xwe ya binemayî  ya helbestê neçar e peyvan bi baldarî hilbijêre. Nişmîtiya di hilbijartin û rêzkirina wan ya di peywenda afirandina hêmayekê de têkiliya helbest û peyvan baştir rave dike.  Şa’ir, neçar e xema xwe bi kurttirîn şiklî bêje. Ew ne xwedî wê luksê ye ku metna xwe heta jê tê bi hûrgiliyên pêwîst an jî nepêwîst tijî bike. Ji lewre ew hem ji bo ku ji wateyê teserufê neke hem jî ji bo ku metna xwe ji taybetmendiyên pexşanî yên wekî dirêjbûn,  me’lûmatfroşî û zelalbûnê vedize; mecbûr e bi baldarî nêzî peyvan bibe. Bes ev yek berê pêkan bû hinekî û şa’iran bi qasî pexşannûsan nebe jî, xema avakirina metnên dirêj dixwarin ku bara pitir epîk bûn,  û wekî qeware metnên dirêj dinivîsîn. Naxwe divê bibêjim ku nivîsa min di peywenda şa’irên modern û şi’rên modern de ye. Lê belê caran ez dê ji dîrokê nimûneyan bidim ku şa’irên beriya me bi meylên xwe, bi berhem û jiyanên xwe tevkarî li portreya şa’irên modern û fêhma me ya şi’rê kirine.

Helbet ez înkar nakim ku peyv bo cureyên wekî çîrok, roman û şanoyê jî gelekî ne giring in. Lê belê wisa texmîn dikim ku ger muellifên van cureyan bi nişmîtiya şa’iran nêzî peyvan bûbûna dê gelek berhemên mezin nîvçe bimana. Lew di van metnan de ya muhîm gelek caran ji hilbijartina peyvan zêdetir, pêdivî bi rêzkirina peyvan bi çîroksaziyeka tekmîl, bedew û hevgirtî heye. Meseleyeka navdar e ku dibêjin şa’irê tirk Yahya Kemal Beyatlı bo temamkirina helbesta xwe ya bi navê Rindlerin Ölümü (Mirina Rindan), 25 salan li hêviya peyvekê maye û ew peyv jî peyva “serin” (hênik) bûye.

Em di jiyana rojane de, di axaftinên xwe, di nivîs û nameyên xwe de ewçend li hilbijartina peyvan hûr nabin lewre di van çalakî/metnan de armanca me ya sereke ew e wekî em tiştekî, fikrekê ragihînin kesên miqabilê xwe. Di vir de nêzîktêdayîna me ya zimên ya girêdayî van peyvan bi temamî pragmatîst e û ev yek bi temamî bi xema rakirina encameka şênber pêk tê.  Bi min efsûna helbestê û helbestkaran ji wir tê ku ji vê xemê bêrî ne.

Di helbestê de ziman ji qeydên ragihandinî û pragmatîzma rojane pa dibe, êdî peyv ji bo wê yekê li pey hev rêz dibin û wekî bibin derbirrîn an jî şayesandina bêhizuriyên roj û şevane û xemên tenanet xweserê şexsên me ne. Şa’ir ew kes e ku gava xemên xwe, pêlên kêfxweşî û keserên xwe yên di kêliyên cur bi cur yên 24 saetên rojê de tecrube dike û wan wekî yên hemû mirovan li qelemê dixe. Serkeftina şa’iran bi temamî ji wê yekê ye bi dîtina min. Bi zanîna vê yekê şa’ir berî her tiştî bengiyê peyv û ferhengan e, lew cîhana wî ya xeyal û hêmayan di wir de parastî ye. Bo helbesta ku şa’ir li pey wê ye,  lazim e şa’ir wekî evdal û xewasan  bikeve dû peyvên guncaw.    Hilbijartin û lêgerîna peyvan bo helbestê, xasma di edebiyata klasîk de ya ku qanûn û qalibên wê yên sext hebû di helbestê de, gelekî giring bû. Ji ber qanûnên sext, şa’ir neçar diman di hilbijartina peyvan de gelekî nişmî bin. Lew şa’iran ew azadî nebû ku di şi’rên xwe de bi serbestiya îro tevbigerin. Peyv diviyabû li gor kêşa bijartî bûya yan na di şi’rê de qisûrên ‘erûzê derdiketin ku ev ji bo şa’iran kêmanî bû. Ji bo çêkirina ahenga helbestê û qafiye û redîfê jî pêdivî bi ferhengeka fireh dihat dîtin.  Tiştên ku heta niha di vê meseleyê de min nivîsîn zêdetir di derheq taybetiyên ruxsarî yên şi’rê de bûn. Di mesela naverok û wateya helbestê de tercîhên şa’iran yên balkêştir hene ku hêjayî behsê ne. Ji şa’irên ku derdiketin nêçîra peyvan heta bi yên ku ji bo helbesta xwe bi alîkarî û îlhama peyvên heyî peyvên nû çê dikirin, nimûneyên balkêş hene di edebiyata cîhanê de û di ya me bi xwe de jî.

Ji berê de meyla şa’iran li ser wan peyvan hebû ku deverên dûr ên welêt li kar bûn û gelekên wan neketibûn ferhengan an jî hatibûn jibîrkirin. Hellmut Ritter di nîşeyên xwe yên dersê de du nimûneyên balkêş dide di vê meseleyê de. Şa’irê faris Esedî Tusî yê ku demekê li qesra Menûçehrê hukimdarê Şeddadiyan jî maye [1], bi mebesta ku di helbestên xwe de biemilîne ferhengekê ji peyvên ecêb û nadir çê dike [2] ku yek ji ferhengên herî kevn û taybet yên farisî ye. Ritter diyar dike ku di nav ereban de jî kesên (şa’ir) bi tiştên wiha re mijûl zahf bûn û mînaka şa’irê efsanewî Ebû Nuwas dide ku, wî ji bo ku di helbestên xwe de biemilîne peyvên xerîb ji ber kirine. Ev daxwaza Tusî û Ebû Nuwas ji ku dihat gelo? Ma qey peyvên zimanê farisî û yên erebî yên di metnên wê dewrê de berdestê wan û hevalên wan yên şa’ir û nivîskar bûn, têra wan nedikirin? Bi min mesele ew bû ku helbestên xwe ji hêla wateyê ve rengîn û kûrtir bikin bi sedema ku têgihiştina wan ne hêsan be. Lew ji berê de wisa ye ku şa’ir ne dilxwazê wê yekê ne ku werin fêmkirin. Tişta ku şa’iran nêzî sêhrbazan jî dike her ev nefêmbariya gotinên wan e. Qey ji ber wê ye ku şa’iran dişibînin wan sêhrbazên ku peyvên efsûnî yên razbar û nefêhmbar ji devê wan nediketin.

Şa’irên jibîrkirî yên ku li çol û çepelên welêt li peyvan digeriyan, berî her tiştî bo helbesta xwe nasnameyeke cuda ji ya şa’irên din çêdikirin. Li aliyê din wan wisa dikir ku helbest qetran be û lu’luyên nezmê xwe zû nedin destê her kesî.  Xelefên van şa’iran yên di edebiyata klasîk ya îslamî de, bizava Sebk-i Hindî ava kirin, ev yek wisa di pêş de birin ku êdî helbesta wan bi temamî nehat fêmkirin ji peyv û terkîbên ecêb yên ku kesî bi maneya wan nedizanî.

Gelek caran, li gelek cihan ji devê edebdostan min bihîstiye ku şa’ir serbest in di xerakirina zimên de, û di helbestên xwe de bo xwe peyvên nû çêdikin. Hewce nake ev peyv xwedî wateyekê bin. Cara pêşî kê, kengî ew klîşe avêt meydanê nizanim, lê wisa dixuyê min di dîwana xwe ya ewil de hişkehişk hez ji wê klîşeyê kiriye. Ya rast wisa dixuyê gelek şa’iran ji vê klîşeyê hez kiriye û li pey wê, bi çêkirina peyv û îfadeyên nû ew kirine taybetmendiyeka hunera xwe. Çê dibe ji ber wê yekê be, ku ji romannûs û çîroknûsan zêdetir ew culhet dikin peyvan çêkin û xera bikin. Ez bi xwe jî li pey wê, çi bimane, çi bêmane min hindek peyvên hevedudanî çekirine. Wê gavê tişta ku kêfxweşî û kelecanek dida min, niha gava bi çavekî din li wan peyv û helbestan dinêrim, dibînim ku vê yekê çu tevkarî li helbesta min nekiriye, ew xweşiktir an jî kûrtir nekiriye. Tenê di mînakekê de bi kêrî wê yekê hatine ku gotinan kurt bikim. Sermeselê min di helbestekê de peyvek wiha emilandiye; xewnxesidandî. Anku kesên ku xewnên wan hatine xesandin, yên ku ji taybetmendiya dîtina xewnan hatine qutkirin. Wisa difikirim ku min ew ji bo ku riste kurt bibe çêkiriye, wê demê wekî tişteka teknîkî nêzî wê bûme û îhtimal e ku di dilê xwe de seba wê min kêfa xwe ji xwe re anîbe. Di helbesteka din de min gotiye çavlîrîk ku mucîdê vê peyvê jî ez têm hesêb û bawer im tenê ez pê dizanim. Niha di helbestê de li pey meylên wisa nabezim zêde, bi kêmanî di karên wisa de eceleyê li poetîkaya xwe nakim.

Şa’irên me di mesela çêkirina peyvan de xwedî ezmûnên balkêş in û gelek bi kêmanî carekê be jî ketine tatêla çêkirina peyvên poetîk. Berê, pêşî min digot qey ev yek zêdetir di dewrên pêşîn ên şa’iriyê de tê dîtin, lê ne wisa ye. Herçend zêdetir di dîwanên wan ên ewil de rastî peyvên wisa hatim jî, di helbest û dîwanên wan ên taliyê de jî rastî peyvên çêkirî hatim.  Di helbestên Ehmed Huseynî, Rênas Jiyan, Kawa Nemir, Roşeng Rojbîr, Selamî Esen, Elîxan Loran û Nûdem Hezex de peyvên wisa têra xwe hebûn. Arezûya çêkirina peyvan. Piraniya peyvên ku di helbestê de wekî kopiya peyvên heyî ne û bi analojiyekê hatine çêkirin ku kêm caran taybetiyeke estetîk/poetîk dane helbestê. Bo nimûne şa’irên me li peyva dengbêj, çîrokbêj nihêrîne û peyvên wekî gulbêj, hêvîbêj, nivîsbêj û hwd. çêkirine. An jî bi guherandina tîpeka ji peyvekê, peyvek din, yeka nû çêkirine ku hinde caran encamên baş ji wan derketine. Bo nimûne Elîxan Loran ji peyva pezkoviyê hezkovî çêkiriye. An jî Kawa Nemir mirov kiriye mirhov û çêl bi dirindetiya berdewam ya mirovan kiriye.

Mînakek din ya çêkirina peyvekê ji Ehmed Huseynî ye ku tîpa ewil ji peyva pêşgotinê avêtiye û peyva êşgotin jê derketiye. Êşgotin, temamê helbesta me û bi giştî hunera me xistiye bin pawana xwe. Xem û têkçûnên neteweyî ku seraqet me li dor heman mijaran û gazinan doş dike, derbek mezin li her cure afirînên me jî xistiye. Ji lewre Yaqob Tilermenî jî navê pirtûkek xwe kiriye Êşbazî ku peyveke çêkirî ye dîsa. Roşeng Rojbîr du peyvên din li ferhenga êş û janê zêde kirine; jankulek û janpêj. Li aliyê din wekî peyv dibe ku qebûlkirina van mînakan zehmet be jî axir, di helbestan de bi cih bûne. Ev peyv ketine ferhengên me gelo? Di mînaka îngilîzî de caran di hin pirtûkan de rast têm ku Shakespear gelek peyv çêkirine ku îro di îngîlîzî de tên emilandin. Peter Burke di xebateka xwe de ji wan peyvan hindek mînakan dide. [3] Bi kêmanî em ji mînaka Janyayê dizanin ku bûye navê keçên xembar, cafe-clubên reşbîn û salonên doneran yên cîroyên wan kêm.

Janya peyveke çêkirî ye ku em wê bi helbesta heman navî ya Rênas Jiyan dizanin. Hem navê jinekê dinimîne ku amaje bi janên wê, jiyana wê ya tijî bi jan dike, hem jî wekî navê welatekî dixuyê ku serdanpê jan û elem e: Kurdistan. Her wekî dîwana pêşî Janyayê, Rênas di dîwana xwe ya dawî de jî peyveke ku wî çêkiriye, wekî navê berhema xwe emiland: Berfwerîn. Kesa ku berfê tîne. Peyvek nêzî vê di dîwana Selamî Esen de hebû; porheyv. Baş e şa’irên me bi çi mebestê wiha hez ji vê klîşeyê kirine? Ez bo xwe bibêjim, daxwaza orîjînalbûn û cudabûna ji şêwaz û helbestên heval û hostayên xwe yên şa’ir yên tesîr li min kirine, ku bi hewla sazkirina peyvan rabim. Ev daxwaz niha jî heye helbet lê bi wê ferqê ku xema çêkirina çu peyvekê naxwim. Vê yekê kiriye ku ji xemên xwe yên poetîk û estetîk dûr bikevim û bo helbesta min rojeveke sûnî çêkiriye. Wisa dixuyê ku heman xem li ba şa’irên din jî heye ku min çend mînak ji wan dan.


Çavkanî:

[1] Bo zêdetir agahiyan bnr: https://islamansiklopedisi.org.tr/esedi-i-tusi

[2] Hellmut Ritter (2011). Doğu Mitolojisinin Edebiyata Etkisi. Stenbol: Weşanên Ayrıntı.

[3] Peter Burke (2016). Yeniçağ Avrupası’nda Diller ve Topluluklar. Stenbol: Weşanên Islık.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Sala 1993yan li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Part-time şair e, û carna freelance gerok û xwendekar e. Du pirtûkên wî yên helbestan hene:

Anatomiya Demsalên Zer, Weşanên Evrensel, 2015.

Nêrgiza li Defterê Bişkivî, Weşanên Avesta, 2021.

Te ev dîtıne?

Kok û Giringiya Newrozê

Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina
people looking at laptop computer

Di perwerdeyê de bandora zimanê dayikê li ser zarokan

Muhammed Nurullah Kiliç nivîsîye Di destpêkê de da ku mijar û armanc

Google-a ku medyaya Tirkî ya serbixwe asteng kiriye medyaya Kurdî qet nas nake!

— 12ê Adarê hin xebatkarên Gazete Duvarê wek hemî rojan çûn odeya