Hêz û Sûda Kanonê

Bi îlham û hêza van pêşengan tevî hemû asteng û xirabkarîyên derekî û navxweyî wek alîgirên çakî û çêkerîyê, em dikarin bi hêza kanonê bîreke hevbeş a çandî û neteweyî çê bikin. Ji bo vê, çi bi rêya tîpguhêzî û wergêrana navzimanî çi jî bi rêya xwe hînkirina zarên din be divê em hewl bidin pêşî mîrata xwe ya çandî binasin paşê jî stûnên kanona edebîyata neteweyî destnîşan bikin.

***

Di demekê da ku babelîska postmodernîyê nerît, kanon û kolektîvîte di nav toz û dûmana xwe da hiştîye û ew bê qîmet kirine berevajî vê ez li ser merîfeta wan difikirim (1). Em baş dizanin ku salnameya her neteweyeke ku li ser vê dinyaya gilover dijî, ne mîna hev e û dibe ku dermanê neteweyekê ji bo neteweyeke din bibe jehr, roja yekê ji bo ya din bibe şev û bihara hinekan ji bo yên din bibe zivistan. Ji ber vê em neçar in teorî û ramanên li bazarê li bejn û bala xwe bifesilînin û ji teqlîda meymûnî ber bi çareserîyên rasteqîne gav biavêjin.

Neteweyekê bifikirin ku demeke dirêj e hiş, hest û hizirên endamên wê ne bi hêza desthilateke yekdest ne bi manewîyata dînekî giştgîr ne jî bi teasuba mezheb û îdeolojîyeke zal hatîye perwerdekirin û tenê bi xêra hin xêrxwazên xwe yên hindik ên navxweyî û bi zora darê neyarên xwe yên derekî li ser pêyan maye. Di rewşeke weha da eger mirov xêrxwazên wê neteweyê be divê benikên xav û sist ên çand û edebîyata wê bihêz bike, rêya hevnasîn û pevgihîştina endamên wê xurt bike û wan li dora raman û xeyaleke hevbeş kom bike. Ji bo vê jî divê mirov li ser raman û teorîyên bikêr hûr bibe ku xizmeta vê armancê bikin.

Bi raya min kanon di vir da digihîje hawarîya me. Lewra kanon hunera bîrê û bingeheke bihêz a hizira çandî ye ku bi hêza xwe ya pevgirêdanê benikên zirav ên çandî vediguherîne werîsên stûr û nifşên îro bi bav û kalên wan ên xurt ên raborîyê ve girê dide. Kurdên ku ji mêj ve bi sînor, zar, dîn, mezheb û îdeolojîyên cîyawaz hatine jihevxistin û belawelakirin pêwîstî bi teorîyên pevgihîner ên weha hene. Lewra berhemên bijartî yên ku nûnertîya karakter, serborî, hest û ramana neteweyê dikin, komên cîyawaz ên wê neteweyê li ser zemîneke hevbeş kom dikin û fantazmaya edebî dikin heveyna afirandina hest, hizir û xeyalên hevbeş ku ev taybetmendî, merc û pêwîstîyên netewebûnê ne.

Kanona ku di kilîseyên xirîstîyanîyê da dihat manaya pirtûkên bijartî yên perwerdeya dînî di medreseyên kurdan da beramberî “kitêbên rêzê” tê. Mixabin bi salan hiş û mejîyên çîna xwendewar a kurdan bi çend pirtûkên rêzimana erebî û fiqha îslamî hatin teşedan û hizir û xeyala wan di nav sînorên hişk û req ên van dîsîplînan da hatin fetisandin. Herçend dem bi dem mucîzeyên mîna Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî peyda bûbin jî henaseya wan a vejîner li hember wê wîlewîla zêde negihîşt her cih û her kesî. Lewra ne melayên sûretperest hişt ku feqîyên kurd xwe berdin deryaya îrfana Melayî ne jî destê hîmeta mîrên korfam gihîşt Xanî ku bikare bi ronahîya hişê xwe bingeha dinyayeke nû daîne. Ji ber vê, Mela di wê kûrahîya xwe ya deryayî da kordûnde bû û mirovên dema wî ji hîseya qiseya Xanî tu tiştek fam nekir û ew bi tik û tenê hişt.

Tevî vê bê talihîyê, du sed sal paşê şagirdekî dilsoz ê Xanî pêgihîşt û li ser mîrata wî ya vejîner poetîkayeke nû dîyar kir û ew kir serçavîya kanona edebîyata neteweyî. Belê, Hacî Qadir ji vir sed û pêncî sal berê li hember edebîyata “işqbazî” û “derwêşî”yê bingeha edebîyata “zanînê” danî, perdeya tarî ya bîrhişkîya sofîyane dirand û got: “Ji kurdan xeyrê Hacî û Şêxê Xanî kesî esasê helbesta kurdî dananîye” (2). Hacî bi vê helwesta xwe hem bû sazkarê bîra neteweyî hem jî damezirînerê kanona edebîyata neteweyî. Piştî mirina wî Xelîl Xeyalî alaya wî hilgirt, gotarên xwe bi malikên wî xemilandin û xwest ramanên wî di komeleyên kurdî da bike bernameya kar û xebatên çandî. Mixabin bayê felekê rê neda ku kesên mîna wî li Stenbolê vê bernemayê cihbicih bikin û ev nifşa veguhêz ji hev belav kir.

Piştî Cenga Mezin rêçika Hacî bêhtir li Başûrê hat şopandin û helbestên wî hêz û şîyaneke mezin dan nifşên nû. Ji ber vê hêz û bereketa kanonê bû ku sed sal paşê du partîyên kurdî yên ku nûnertîya du zar û du navçe û du malbatan dikirin, dema xwest destên Xanî û Hacî ji hev bikin ev bîr û rêçika bihêz di kesayetîya Abdula Peşêwî da vejîya û wek şagirdekî van pêşengan, pêsîra wan mîrên korfam girt û nehişt “her du kevîyên rûbarê nemirîyê” (3) ji hev bên veqetandin û li ser navê hemû qelembidestên dilsoz ên vê kanonê hewldana dabeşkirina stûnên çanda kurdî red kir.

Bi îlham û hêza van pêşengan tevî hemû asteng û xirabkarîyên derekî û navxweyî wek alîgirên çakî û çêkerîyê, em dikarin bi hêza kanonê bîreke hevbeş a çandî û neteweyî çê bikin. Ji bo vê, çi bi rêya tîpguhêzî û wergêrana navzimanî çi jî bi rêya xwe hînkirina zarên din be divê em hewl bidin pêşî mîrata xwe ya çandî binasin paşê jî stûnên kanona edebîyata neteweyî destnîşan bikin. Dema ev bên kirin qet nebe dê hiş û mejîyên kurdên xwenda bi mufredateke hevbeş bê perwerdekirin û bi rêya van berheman bingeha rayeke giştî ya çandî û neteweyî çê bibe. Xweşbextane ev çend sal in em di polên xwe da Xanî û Hacî, Ebdurehîm û Pîremêrd, Goran û Cegerxwîn, Îbrahîm Ehmed û Celadet Bedirxan, Peşêw û Barnas, Şêrzad Hesen û Mehmet Uzun, Ferhad Pîrbal û Helîm Yûsiv, Bextiyar Elî û Jan Dost bi hev ra didin xwendin û bi derfetên xwe yên sînordar xizmeta vê ramanê dikin. Herweha kurmancîkirina hemû helbestên Abdula Peşêwî û ji bo nasandina huner û poetîkaya wî nivîsîna pirtûka Abdula Peşêw: Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî jî ber bi vê armancê pêngaveke mutewazî ye (4).

Herçend bi çapkirin û belavkirina hin berhemên sereke yên vê kanonê ber bi vê armancê bizav û xebatên baş hebin jî divê em li xwe mikur bên ku em hîn di asta destpêkê da ne. Kengê li Behdînanê meraqa helbestvan û nivîskarên Silêmanî û Mehabadê çê bibe û kengê li van bajaran meraqa nivîskar û helbestvanên Duhok û Mêrdînê bikeve dilê xwendevanan û berhemên baş û bijartî yên her dever û her zarî, li her beşeke welatî bê xwendin û ev di vekolîn û mufredatên dersan da reng vede em wê çaxê dikarin bibêjin ku dê zemîna afirandina kanona edebî xweş bibe û kanon bibe perwerdekar û pevgirêderê hiş û hestên hemû kurdan. Kî dizane belkî wê demê xencera zingargirtî ji ber huner û merîfeta qelemê fedî bike û bi rêz serê xwe li ber mezinahîya wê bitewîne.

Çavkanî:

(1) Bnr: Zülküf Ergün: Nerît û Helbest. Nûbihar, 2017; “Dahênana Mem û Zîna Xanî Wek Berhema Sereke ya Kanona Neteweyî ya Kurdî”. Nûbihar Akademî. hejmar 9, 2018; Hacî Qadirê Koyî: Damezirîner û Kesê Duyem ê Kanona Edebîyata Neteweyî ya Kurdî. Şarkiyat. 14, 1. 2022.

(2) “Le kurdan xeyrî Hacî û Şeyxî Xanî esasî nezmî kurdî danenawe”. Hacî Qadirî Koyî (2707). Dîwan. S. H. Mîran & K. M. Şarezan (Lêkolînewe û Lêkdanewey). Sine: Şarekitêbî Mîdya.

(3) Abdulla Peşêw (2023). Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê. Z. Ergün (Kurmancîkirin). Îstanbul: Nûbihar.

(4) Zülküf Ergün (2021). Abdula Peşêw: Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî. Îstanbul: Nûbihar.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir