Amîda, Cegerxwînî wekî temsîlîyeta serhilderîyê dibîne ku Cegerxwîn li hember serdem û feodalîzmê serî hildaye. Herwiha ew poetîkaya Cegerxwînî jî wekî serhildaneka li hemberî serdemekê bi nav dike. Amîda destnîşan dike ku Cegerxwînî bi wê serhildêrîya xwe ya li hemberî zemanî xwestîye hafizeyeka nû ava bike.
Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Û PENa Kurd, li Sendîkeya Kedkarên Perwerde û Cemaweriyê (Egîtîm-Sen), bi boneya yadkirina koça dawî ya Cegerxwîn û Arjen Arî bi sernavê “Ji Cegerxwîn Heta Arjen Arî Helbesta Kurmancî” gotûbêjek li dar xist.
Moderatorîya gotûbêjê ji alîyê Fatîme Tekînê ve hate kirin ku Îrfan Amîda û Rêzan Diljen li ser mijara navborî gotarên xwe pêkêş kirin. Rêzan Diljen xelatgirê dawî yê Xelata Helbesta Arjen Arî ye.
Salona Egitim-Senê tejî bûbû ku eleqeyeka baş hebû ji bo bernameyê. Gelek sazî û dezgehên kurdan tê da cih girtin. Ji bo her du helbestvanan deqîqeyekê li ser pêyan rez hate girtin. Bernameyê bi moderatorîya Fatîme Tekînê dest pê kir. Piştra Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle, Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, xwîşka Arjen Arîyî Necla Arî û Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû çend gotin anîne ziman..
Piştî wan Îrfan Amîda û Rêzan Diljen gotarên xwe pêşkêş kirin û Roza Metîna û Fatma Taşli Tûnçê jî helbest xwendin.
Îrfan Amîda di destpêkê da bal kêşa ser giringîya bernameyên bi vî rengî ku bo wî bixwe jî cihê şanazîyê bû beşdarîya wê. Amîda, di peywenda helbestvanîya Arjen Arî û Cegerxwînî da ku aîdî serdem û qonaxekê ne, dibêje her qonaxekê berîya xwe û piştîya xwe jî heye. Ew dibêje ku çawa dîroka kurdistanê qet qetî be dîroka edebîyata kurdî jî qet qetî ye. Amîda Cegerxwînî wekî qonaxekê dibîne ku wê qonaxê heta Arjen Arîyî berdewam kirîye. Ji ber vê yekê jî Amîda destnîşan dike ku her du helbestvan jî temsîlîyeta heman tiştî dikin. Amîda helbestvanîya Cegerxwînî wekî temsîlîyeta zemanî dibîne ku temsîlîyeta zemanê xwe dike.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Amîda, Cegerxwînî wekî temsîlîyeta serhilderîyê dibîne ku Cegerxwîn li hember serdem û feodalîzmê serî hildaye. Herwiha ew poetîkaya Cegerxwîn jî wekî serhildaneka li hemberî serdemekê bi nav dike. Amîda destnîşan dike ku Cegerxwîn bi wê serhildêrîya xwe ya li hemberî zemanî xwestîye hafizeyeka nû ava bike. Ew, vê yekê wisa pênase dike ku ev bûye sebeb Cegerxwîn ji wê mîstîsîzmê dûr bikeve û berê xwe bide naverokê.
Amîda dibêje ku Cegerxwîn xwe bi zeman, ziman û welatî pênase dike ku Cegerxwîn xwe wekî kurdistanê dibîne.
Îrfan Amîda beyan dike ku poetîkaya Arî û Cegerxwîn di hin tiştan da wekî hev bin jî ji gelek alîyan ve jî dûrî hev in. Ew dibêje ku Arî xwe ji Cegerxwînî bêtir nêzikî Melayê Cizîrî dibîne di warê helbestê da. Herwiha Amîda her du helbestkaran ji bo kurdistanî û modernîyê wekî hev dibîne. Ji alîyê bikaranîna zimanî ve Amîda bal kêşa ser zimanê helbesta Arî. Zimanê Arî dadikeve asta peyvê ku Amîda vê astê wekî asteka nizm û kêm pênase nake.
Rêzan Diljen keyfxweşîya xwe ya bo beşdarîya bernameyê anî ziman. Diljen di destpêka axaftina xwe da helbestek ji dîwana xwe xwend ku tê da behsa Cegerxwîn û Arjen Arî tê kirin. Wî hem xwend hem jî rave kir. Rêzanî xwest du pirsan ji beşdaran bike bêyî ku bersivekê bistîne. Pirseka wî ev bû: Gelo reng û dengekî helbesta me bixwe heye?
Ew balê dikêşe ser kronolîjîyeka edebî û helbestî ku ew, wê kronolojîyê ji destpêka Hawarê heta 2012yan wefata Arjen Arî beyan dike û li ser diaxive. Diljen di wê bawerîyê daye ku her ku helbesta kurdî diçe balatir û bihêztir dibe ku bo nimûne jî xelatgirên Xelata Arjen Arî, Yehya Omerî û Bahadîn Akhan nîşan dide. Ew destnîşan dike ku heta niha helbestkarekî nekarîye ekolekê ava bike û çend kesan li dor xwe bicivîne.
Diljen dîyar dike ku antîkolonyalîzm di navenda helbesta her du helbestkaran daye ku helbestên wan serhildêr in. Ew di wê bawerîyê daye ku ev antîkolonyalîzma di helbestên her du helbestkaran da aniha nemaye.
- Derçûyê beşa Edebîyat û Zimanê kurdî û Mastera bitez a kurdî ye. Olmez, ji bilî karê akademîyê li Mirza Basım Yayım Dağıtım Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi (Pirtukakurdi)yê wekî asîstan xebitîye. Wî edîtorîya 3 kitêban û redaktorîya kitêbekê kirîye. Li companîya Thotsê a Çînê karê deşîfrasyonê di zimanê kurdî da kirîye. Wî li ser malpera Kurdshopê, wek qunciknivîs li ser edebîyat, çand û hunerê nivîsîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsaran dixebite.
Weşanên dawiyê
- Hevpeyvîn10/09/2024KURTEPIRS: Ali Kemal Çınar
- Rojev29/08/2024MEB: Li dibistanan metoda pirzimanî tê xurtkirin
- Hevpeyvîn23/08/2024KURTEPIRS: Sadiq Ûskan
- Hevpeyvîn21/08/2024KURTEPIRS: Jehrmar