Kurdiya akademîk!

Kurdiya akademîk!
Kurdiya akademîk!
Zana Farqînî

Ev gotina hanê ku min ew kiriye sernavê nivîsara xwe, hingî tê bikaranîn ez dibêjim qey kesê nebihîstibe êdî nîn e. Ez bi xwe jî pir bûme mixatebê vê tebîrê. Jixwe gava mirov bi kurmanciyeke standar diaxive, îcar ew kesê ku tu pê re diaxivî eger zêde bi wê ne aşna be, hema te dît yekser behsa “kurdiya akademîk” kir.

Der heqê vê tebîrê de, bêyî dirêj bikim, hema di serî de dixwazim bibêjim ku “kurdiya akademîk” tune ye û nabe li şûna “zimanê standard” ew bê bikaranîn. Ji lew re ya ku dabaş li ser e, zimanê standard e, bi gotineke din zimanê nivîskî ye. Ew zimanê destlêgeriyayî yê standard e ku ji bo me giştan êdî ew zimanê hevpar e û ew ji devokan cuda ye. Lê mirov dikare ji “zimanekî akademîk” behs bike ku mebest jê jî şêwazeke akademîk e. Ew ziman li derdorên akademîk tê bikaranîn. Di warê zanist û dîsîplînan de xwedî bikaranîna termînolojiyeke xweser e, nivîsîna bi uslûbeke akademîk û ya astbilind e.

Îcar bêm ser vê gotina ku jê re dibêjim şaş e. Bi texmîna min sedema bikaranîna vê îfadeyê, ji ber kurdiya/kurmanciya nûjen e. Çinku gava kurdiya standard berbelav dibe, cudahiyên di navbera wê û ya devokan de jî hîn bêhtir xuya û zelaltir dibin. Ev kêşeya em jê behs dikin, rewşeke asayî ye û li wan hemû zimanan qewimiye, ku wan hewl daye xwe standard bikin, bibin zimanê nivîskî û perwerdeyê. Tenê ferqeke me ji wan heye ku em di vî warî de pir dereng mane.

Herçî ziman e du aliyên wî hene: Yek jê zimanê devkî, yê din jî zimanê nivîskî ye. Standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de ev yeka hanê nîn e. Em ferz bikin ku ziman neyê standardkirin û ji bo zimanê nivîskî jî devokek wek bingeh bê hilbijartin, dîsan dê heman tengavî û gelş li me biqewimin û axêverên devokan jî dê bên pêşberî hev, di navbera wan de jî dê pevçûn û lihevnekirin çêbin. Ji ber ku her devokek di nav xwe de xwedî standardekê ye, loma standardiya wan a navxweyî dibe sedema neqayîliya wan a bi hev û din.

Ji bo standardkirinê, çendî bi rêbazên akademîk/zanistî û bi rêzikên (qaydeyên) rêzimanî yên ku ji binyada zimên hatine peyitandin, midaxele lê bê kirin jî, dê dîsan di vî warî de gelemşe rûdin. Bi gotina kin û kurt, kîjan rê û rêbaz bê tercîhkirin jî dê her nerazîbûn û arîşeyên di vî warî de hebin.

Ev rewşa em jê behs dikin, ne bi tenê ji ber têgih û termên nû yên dariştî ye. Gava ku li gorî rêzikên di binyada zimên de hene, li gorî taybetmendiya gramatîk dest li zimanê devkî bê gerandin û ew bê edilandin, jixwe tiştekî asayî ye ku di navbera zimanê devkî û yê nivîskî de cudahî pêk were. Ev tiştekî bivênevê ye.

Bi ya min, a giring ew e ku di bin navê sadekirinê de divê mirov zêde pê de neçe, bi nexweşîna “kurdiya petî/sade” nekeve û bi ranêzikiyeke wisan têkilî zimên nebe. Tehde li zimên neke û wî neêşîne. Tiştekî din ê ku divê tim di hiş û bîra me de be, ew jî ew e ku hema bibêje di her zimanî de peyvên biyanî hene. Ev jî ne kêmasî ye, berevajiyê vê, tekûzbûn û kemilîna zimên e, dabînkirina pêdivî û hewcehiyên zimanî ye.

Ziman xwedî reh û rîşalên wisan e ku wan xwe berdane kûrahiya dîrokê. Loma ew xwedî raboriyeke çandî ye û ruhekî wî jî heye. Têkiliya me ya bi raboriya me ya dîrokî re jî, ji zimanê me ne cuda ye. Ji lew re raboriya her neteweyekê hinekî di zimanê wan de veşarî ye.

Piştî ev çend gotinan em careke din vegerin ser mijara xwe ya bingehî. Ji bo zimanê standard, zimanê nivîskî, gotina “kurdiya akademîk” an jî “zimanê akademîk” ne rast e. Ma kî ji we bîstiye ku ji bo zimanê standard/nivîskî yê wekî tirkî, erebî, farisî, fransî, îngilîzî, almanî, rûsî û hwd. tebîra “zimanê akademîk” hatibe gotin? Hema em li van zimanan binêrin û wisan ji xwe re pê de herin û bipirsin: Gelo kî ji me yê ku bi tirkî perwerde bûye, kesên ji gel û neteweyên din jî tê de, ji zimanê tirkî re dibêje “tirkiya akademîk”? Eger bersiva we na be, nexwe çima em ji ya xwe re dibêjin “kurdiya akademîk”?