Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Rêzan Diljen dê xelata Arjen Arîyî wergire

06/11/2023

Xelata Pêşbirka Helbestan ya Arjen Ariyî dê bi merasîmêkê bê dayîn.

Xelata Pêşbirka Helbestan ya Arjen Ariyî her sal tê dayîn. Di encama nirxandina dosyeyan da kesek ji alîyê desteya hilbijartinê ve tê hilbijartin û xelatkirin.

15yê Gulanê, desteya ku ji Lal Laleş, Îrfan Amîda, Zahir Kayan, Yehya Omerî û Necla Ariyê pêk hatibû, piştî nirxandina dosyeyan, biryar dabû ku dosyeya Rêzan Diljenî ya bi navê “Deftera Qetayî” bê xelatkirin.

Xelatgirê dawî yê Pêşbirka Helbestan ya Arjen Ariyî Rêzan Diljen dê li Amedê, li Salona Konferansê ya Odeya Mîmaran 11 Mijdarê saet 18:00an bê xelatkirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan