Nostaljî, wek têgehekê, tim berê me dide zemanên berê. Em dikarin nostaljîyê bi kurtasî, wek bêrîkirina salên berê, bêrîkirina jiyana berê pênase bikin. Her gava ku em ji jiyana xwe ya îro aciz dibin, em xwe dispêrin nostaljiyê. Ji bo em xwe di nav de bisitirînin, em ji bîranînên xwe konek vedigrin û nostaljiyê jî dikin stûna wê konê. Em wateya nostaljiyê hinek bikolin, û em bibînin ka nostaljî bi rastî jî çi îfade dike.
***
Zeman diherike! Rojên nû, salên nû li pey hev tên û wext tim diguhere. Lê hesreta rojên berê, tim di quncikekî dilê me de dimîne. Bi taybetî di cejnan de, ev hesret bêtir derdikeve pêş û em dibêjin: “Cejnên berê xweştir bûn! Zemanên berê, jiyan xweştir bû…” Em tim xweziya xwe bi salên berê, bi cejnên berê, bi zemanên berê tînin. Çima? Ma bi rastî jî salên berê ewqas xweş bûn? Eger em bêjin, rast e, zemanên berê pirr xweş bûn. Wê çaxê jî divê em van pirsan bipirsin: “Ew zeman kîjan zeman bû? Ew zemanên berê, çiqas berê bûn? Bi rastî jî zemanekî xweş hebû? Kîjan sal bû? Eger hebe, em ê çawa vegerin wan zemanên berê?” Ji bo van pirsan, belkî fîlma Woody Allen a bi navê “Midnight in Paris”(2011) alîkariya me bike.
Serlehengê fîlmê Gil, tim xweziya xwe bi jiyana Parîsa berê tîne. Li gor Gil, jiyana salên 1920î ya li Parîsê, jiyaneke pirr xweş û bextewar e. Wek “serdemeke zêrîn” e. Gil, gava şeveke li kuçeyên Parîsê digere, bi awayekî efsûnî, ji roja îro vedigere salên berê û xwe li Parîsê, di nav salên 1920î de dibîne. Yanî di “serdema zêrîn”de. Lê gava Gil dibîne ku, insanên wê demê jî xweziya xwe bi salên berê tînin, heyirî dimîne. Ez ê bi destûra Woody Allen, senaryoya fîlmê hinek biguherînim û serlehengê fîlmê Gil, ji salên 1920î, çend hezar salên din jî paş ve bibim û berê wî bidim Sumeriyan. Ew ê Gil bibîne ku, çend hezar sal berê jî mirovan, ji zemanê xwe gilî û gazin dikirin û xweziya xwe bi zemanên berê dianîn. Li ser vê meseleyê dixwazim tabletên Ludingirra mînak bidim. Ludingirra, di wextê Sumeriyan de jiyaye, mamoste û helbestvan e. Tabletên nivisîne, gihîştine roja me û em dibînin ku çend hezar sal berê Ludingirra, ji zemanê tê de dijî gazinan dike û dibêje, zemanên berê xweştir bûn. Bi vî awayî em dibînin ku, di her demî de mirov bêriya zemanên berê dikin. Lê çima? Çima em tim qala “xweşiya” zemanên berê dikin û çima em li dû nostaljiyê digerin?
Nostaljî, wek têgehekê, tim berê me dide zemanên berê. Em dikarin nostaljîyê bi kurtasî, wek bêrîkirina salên berê, bêrîkirina jiyana berê pênase bikin. Her gava ku em ji jiyana xwe ya îro aciz dibin, em xwe dispêrin nostaljiyê. Ji bo em xwe di nav de bisitirînin, em ji bîranînên xwe konek vedigrin û nostaljiyê jî dikin stûna wê konê. Em wateya nostaljiyê hinek bikolin, û em bibînin ka nostaljî bi rastî jî çi îfade dike.
Nostaljî, wek têgeheke Yûnanî, ji peyvên nostos û algos pêk tê. (Nostos, “vegera malê”; algos, “êş”) Di sedsala 17. de, nostaljî, wek navê nexweşiyekê derketiye holê. Dr. Johannes Hofer, ji bo êş û aciziya ku leşkerên ji malên xwe dûr dijîn îfade bike, nostaljiyê bi kar tîne. Yanî, êşa ku ji bo vegera malê mirov dikşîne, nostaljî ye. Piştî vê wateya nostaljiyê, em dîsa vegerin ser pirsên xwe yên destpêkê. Gava em qala xweşiya zemanê berê dikin, gava em li dû nostaljiyê digerin, gelo em dixwazin vegerin mala xwe? Eger qesta me ji zemanê berê, mala me be, em ê çawa vegerin zemanê berê û çawa xwe bigihînin mala xwe? Belkî jî mal, ji bo me ji çar dîwar û paceyan wêdetir e. Belkî em dixwazin vegerin nav bîranînên xwe û bi van bîranînan ji xwe re malekê, stargehekê ava bikin. Mal çi ye, mala me li ku ye…? Cihê ku mirov lê çêdibe? Cihê ku mirov lê digrî, dikene an bi rehetî radikeve? Cihê ku mirov bi tirs lingê xwe davêje hundir? Cihê ku mirov lê xwe dikuje? An jî bîranînek? Bîranîneke ku ji zemanên berê di hişê me de maye û di nav ba û baran û bahoz û xirecira jiyanê de em xwe dispêrin germahiya wê û xwe lê disitirînîn? Ku der mala me ye?
Fîlozof û fîlolog Barbara Cassin jî, li ser wateya “nostaljî”yê disekine. Cassin, ji bo têgeha nostaljiyê Destana Odysseiayê nîşanî me dide. Destana Odysseia ya ku ji aliyê Homeros ve hatiye nivisîn, qala rêwitiya Odisseus dike. Odisseus wek qralê Îthakayê, beşdarî Şerê Troyayê dibe. Piştî şer xelas dibe, ji ber naleta xwedayan, bi salan nikare vegere mala xwe, bi keştiya xwe tim li rêya vegera malê digere û tim û tim dixwaze vegere mala xwe. Li gor Cassin, Destana Odysseia, helbesta nostaljiyê ye. Loma bi çîroka rêwitiya Odisseusê, wateya têgeha “nostaljiyê” hinek din jî berfirehtir dike. Li gor Cassin, êşa ku mirov gava ji mala xwe dûr dimîne nostaljî ye. Lê, ew êş û eziyeta ku mirov ji bo xwe bigihîne mala xwe jî nostaljî ye. Yanî Cassin, nostaljiyê tenê wek bêrîkirina malê nabîne. Ew hewldana ku Odisseus bi salan ji bo vegere mala xwe, ji bo vegera welatê xwe daye jî nostaljî ye. Odisseus, piştî salan, piştî ewqas êş û zehmetiyan digihîje mala xwe. Ya em? Em ê çi bikin? Ji bo ew êşa ku ji ber em ji mala xwe dûr in biqede, divê em çi bikin? Belkî vegera malê, bo me bibe çare. Em jî wek Odisseus vegerin mala xwe, vegerin mala xwe ya bi hezaran salan ji me re bûye stargeh. Wekî ku fîlozofê Frensî Michel Foucault dibêje, yekane mala ku mirov xwe lê bisitirîne, zimanê wî yê zarokatiyê ye. Em jî vegerin mala xwe, zimanê xwe. Wek Heidegger dibêje, bira zimanê me bibe mala heyîna me. Belkî vegera malê êşên me bi dawî bike û ji me re, ji heyîna me re bibe çare!