Guherîna CHP, Kılıçdaroğlu û Kurdan

Ew kurdên ku du polarên siyasetê wan tetmîn nakin û hêvîya wan ji sîyasetê kêm e, ew ê çi bikin û partîyên sîyasî wê ji bo wan çi bikin? Li hember guherîna sosyolojîyê, mumkun e ku siyaset bi usulên berê bidome? Na. Lê divê berê sîyaset qebûl bike ku sosyolojî diguhere û metodên siyasetê kevin bûne. Paşê belkî guherînek li gor sosyolojîyê jî pêk were.

***

Kemal Kılıçdaroğlu ji sala 2010an vir de heta demek berê serokê CHPyê bû. Dema Kılıçdaroğlu dest bi serokatiya partiyê kir, em dikarin bi gotineke popûler bibêjin ku “li vê hela Ferêt” CHP tunebû. Jixwe di dîrok û hişmendiya kurdan de cihê CHPyê cihekî mustesna ye. Hema meriv behsa Terteleya Dêrsimê (1938) bike bes e. Lê dîsa jî tecrûbeya SHP û CHPyê ya berî salên 2000î, kurd û CHP nêzî hev kiribûn. Piştî salên 2000î CHP dîsa ji kurdan dûr ket û bû partîyeka statûkoparêz, statukoya pergala kevn. Piştî vegera li statûkoyê CHP dîsa li vê hêla Ferêt lawaz bû û em dikarin bêjin ji 20 salan zêdetir in li vê hêlê parlamenterê CHPyê tûnebûn.

Kılıçdaroğlu dema bû serokê CHPyê, wî dest bi guherînekê kir. Ji alîyekî ve kesên wekî Sezgin Tanrikulu û Mehmet Bekaroğlu tev li CHP kirin û qismekê mor jî da dest wan. Ji aliyê din ve bi qasî ku ji destê wî hat kemalîstên hişk ji partîyê dûr xistin. Kılıçdaroğlu rêyek danîbû ber xwe û digot ez ê CHPyê ber bi alîyê demokrasîyê ve biguherînim û li cem kurd û oldaran îtîbara wê bilind bikim. Heta hilbijartina 2023yan meriv pê zêde qayil nebe jî rêya Kılıçdaroğlu zêdetir li ser vê îstiqametê bû. Belê, ez jî dizanim gunehê CHPyê û Kılıçdaroğlu di rakirina parêzbendiya parlementerên kurd de heye, lê herhal parlamenterên kurd jî wekî min difikirin ku di hilbijartina serokkomariyê de partîyê piştgirî da Kılıçdaroğlu.

Heta 14ê Gulanê Kılıçdaroğlu hem di navbera CHP û kurdan de hem jî di navbera CHP û oldaran de rê û pir ava kirin û xebateke biqîmet da ber xwe. Wekî encameke vê yekê, ji bilî piştgirîya bo serokkomarîyê, CHPyê piştî 20 salan ji Amedê parlamenterek derxist û li Wanê jî nêzî 200 rayan mabû ku parlementerek derxista.

Lê Kılıçdaroğlu bi ser neket û di nav tûra yekemîn û duyemîn da çû bi siyasetmedarekî faşîst re protokolek îmze kir. Kılıçdaroğluyê ku bi derzîyê bîr kolabû, çû ew bîra xwe di carekê de bi ava heram tije kir. Li hember vê yekê kurd mat û heyirî man û rik ji vê sîyasetê girtin. HDPyê ne jidil lê dîsa piştgirî da Kılıçdaroğlu. Feqet di tûra duyem de kurd kêmtir çûn ser sandoqan. Kılıçdaroğlu têk çû. Di vê prosesê de bawerîya kurdan ji Kılıçdaroğlu û CHPyê şikest û kurd li xwe vegerîyan û gotin em ne ji bo têkbirin û biserxistina kesekî, em ê ji bo xwe sîyasetê bikin. Partiya HEDEPê niha dibejê em ê li bajarên Tirkîyeyê namzetên xwe derxin, deng bidin namzetên xwe û bi têkçûyîn û biserketina kesî me eleqedar nake.

Piştî têkçûna Kılıçdaroğlu dengên ji partîyê û qadê bilind dibûn digotin ku bila Kılıçdaroğlu serokatiya CHPyê berde, lê wî wer nekir û partî bire kongreyê û di kongreyeke jixwebawer de, Özgür Özel serokatî ji dest wî girt. Herwiha deng û sewta guherînparêzan ne dengekî zelal bû. Hem li Sezgin Tanrıkuluyê mafparêz xwedî derdiketin hem jî li Tanju Özcanê faşîst xwedî derdiketin. Hinekan digotin divê CHP vegerê ser xeta çepgirî û demokratbûnê, hinekan jî digotin bila vegere ‘eslê xwe yê Kemalîst. Van hemû dengan piştgirî dan Özel û ew bi ser ket. Lê niha ne diyar e ku bayê ji kîjan hêla wê tê dê babirkên CHPyê tije bike û partîyê bide ber xwe. Ji ber vê yekê jî bawerîya şikestî ya kurdan zû zû çênabe.

Lê meseleyeke din heye; kurdên ku deng dan Kılıçdaroğlu meriv kane bêje li ber bayê piştgirîya HDPyê wer kirin. Lê yên deng dan CHPyê tenê bi vê faktorê nayên famkirin. Çend faktorên din jî hene û ez ê li ser wan yekan bisekinim. Di vê dewra 2010-23 de ne tenê CHP, herwiha kurd jî guherîn û hîn jî diguherin.

Li gor encamên Barometreya Kurdî (Kurdish Barometer), guherîneke balkêş heye. Belkî nêzî 20 salan e kurd dengê xwe didin du beşên sîyasetê: AK Parti û HDP. Lê xuya dike ku ev rewşa dureng hêdî be jî diguhere û reng lê zêde dibin. Di nav ciwan û xwendeyan de kategorîyên nû çêdibin. Dema em li kesên ku neçûne ser sandoqan dinêrin, ji dengdêrên HDP û AK Partiyê ciyawazîyên wan hene. Dengdêrên deng dane CHPyê jî zêdetirî wan ji kategorîya kevn ne memnun in, di lêgerînekê de CHP hatiye ber destê wan. Ew nayê wê maneyê ku ewê li ba CHPyê bimînin. Ji ber ku sîyaseta Kılıçdaroğlu ya piştî 14ê Gulanê ew jî ji sîyasetê dûr xistine.

Niha li ber me çend pirs û mesele hene: Özgür Özel û CHPya nû wê berê xwe bidin kîjan alî? Ger bi aliyê demokrasîyê ve bimeşin û ji aliyê din ve jî Kemalîstan neêşînin dê karibin baweriya kurdan a şikestî temîr bikin an na? Ger temîr bikin ev guherîna di nav kurdan de dê CHPyê bike partîyeke mezintir? Ger nebe, kurdên ku ne ji du qutbê sîyasetê ne, wê çi bikin? Piştî guherîna serokatîya CHPyê, derfet heye ku HDP (HEDEP) li bajarên Tirkîyê û xususî li Stenbolê dîsa piştgirîyê bide CHPyê? Bo piştgirîya HDPyê şert û merc hene an na? Ji ber ku guherîna serokatîya CHPyê hê nû dest pê kir, hîn zû ye ku meriv van pirsan bibersivîne. Lê ya dîyar ew e ku hêvî û bawerîya kurdan derbek ji CHPyê xwarîye û encax CHP dikare vê rewşê biguherîne. Divê CHP zanibe ku rewşa xwe biguherîne jî îhtimala mezin ew e ku kurd zû bi zû li CHPyê venagerin.

Baş e, ew kurdên ku du polarên siyasetê wan tetmîn nakin û hêvîya wan ji sîyasetê kêm e, ew ê çi bikin û partîyên sîyasî wê ji bo wan çi bikin? Li hember guherîna sosyolojîyê, mumkun e ku siyaset bi usulên berê bidome? Na. Lê divê berê sîyaset qebûl bike ku sosyolojî diguhere û metodên siyasetê kevin bûne. Paşê belkî guherînek li gor sosyolojîyê jî pêk were.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir