Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Dolarekî amerîkî bûye 28,69 lîre

10/11/2023

Dolarekî amerîkî îro bûye 28,69 lîreyê tirkan.

Lîreyê tirkan her ku diçe nirxê xwe li hemberî dolarê amerîkî wenda dike.

Tê dîtin ku şerê li Xezeyê tesîreka mezin li bazarên cîhanê kirîye ku bûye sebeba bihabûna dolar, zêr û petrolê.

Îro li borseya Tirkîyeyê lîreyê tirkan nirxê xwe li hemberî diravên biyanî ji dest da.

Li bazarê dolarekî amerîkî gehiştîye 28,69 lîreyî û euro jî gihiştîye 30,65 lîreyî.

Li gorî nûçeya Rûdawê, pêşbînîya Bank of Americayê ku serê vê mehê hatîye eşkerekirin, heta dawîya sala 2023yan dolar li hemberî lîreyê tirkan digehije 30 lîreyî.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê jî meha çiriya pêşînê pêşbîniya xwe ya enflasyona dawîya sala 2023yan wekî ji sedî 68,01 û pêşbînîya xwe ya bihayê dolar jî wekî 30 lîreyî guherî.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan