Rewşen Bedirxan, xanima Mîr Celadet Alî Bedirxan, di xatirayên xwe de dibêje mêrê wê ji muzîka Tirkan pir hez dikiriye.
Gorey gotina Rewşen Xanimê, Mîr Celadet bi saz û stranên Tirkan diketiye xem û xeyalan û bi efkareka kûr li dora xwe dinêrîye.
Ew saz û stranên Tirkan gî li hêlekê, plakek hebûye ku Mîr Celadet tim tekrar tekrar lêdixistiye: Her Yer Karanlık, bi Kurmancî, Her Der Tarî.
Di xatirayên xwe de Rewşan Xanim nabêje ka Mîr Celadet ji dengê kê guh didaye ser wê kilamê, lê tarîxa muzîkê îz û şopê dibe ser dengê Hafız Burhan.
Muzîsyenê arabeska Tirkan, Orhan Gencebay ser wê kilamê dide zanîn ku sala 1873yan, Albulhak Hamit Tarhan ew nivîsîye, sala 1907an Mehmet Baha Efendî besteya wê çêkiriye û Hafız Burhan jî sala 1927an ew xwendiye û kiriye plak.
Ew kilam bêtir bi navê Makberê tê zanîn ku Rewşen Xanimê jî di xatirayên xwe de kilam werga bi nav kiriye.
Bes heyranên muzîk û edebîyatê dibêjin Makbera vê kilamê ne ew Makbera ku Abdulhak Hamit Tarhan ser mirina xanima xwe nivîsîye û dibêjin nabe ku nola ew Makber be were binavkirin.
Çinku gorey tarîxçîyên edebîyatê Abdulhak Hamit Tarhan, Her Yer Karanlıka bi navê Makberê tê zanîn, hîn dema xanima wî sax bûye nivîsîye, û ew ne beşeka şiîra Makberê ye, lê parçeyeka tîyatroya Tarık ya wî nivîskarî ye.
Welhasilê kelam, ku şiîr be jî ku şano be jî Her Yer Karanlık hem di dilê Mîr Celadet de hem jî di dilê Rewşen Bedirxanê de tesîreka têra xwe huznî çêkiriye.
Rewşen Xanim dibêje rokê ew û gorima xwe Mezîyet Xanim, li Stenbolê li saloneka muzîkê bûne û wê xwestiye muzîsyenê li sahneyê Her Yer Karanlıkê bistrê. Lê Mezîyet Xanimê, gotiye ne şîn e, ne matem e ne ti, bo çi em xwe huznî bikin û nehiştiye ku ew kilam were gotin.
Ew kilama ku dibêje: her der tarî ye, pir nûr e ew mewkî, mexrîbî ye yarab, yan ew der makberî…
Çavkanî:
Hazırlayan Abdullah Keskin, Banyas 1985: Rewşen Bedirxan-Mehmed Uzun Sohbeti ve Mektuplar, Avesta Yayınları, 2020.
Nihad Sami Banarlı, Her Yer Karanlık, Nihad Sami Banarlı, 19.09.1953, Taha Toros Arşivi. http://www.siirparki.com/hamitedair8.html
Makber Kavgası, Milliyet, 07.06.2001. https://www.milliyet.com.tr/cadde/makber-kavgasi-5281403
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.