Ferhenga Cambridgeyê, kurd wek “mirovên ji Rojavayê Asyayê hatîn” daye nasîn. Ferhenga ku ji aliyê Weşanxaneya Zanîngeha Cambridgeyê ve online weşanê dike yek ji ferhengên herî mezin ên online ye.
Li bin navê kurd ev îzah heye:
Komeka wî xelkî ye ku ji herêmeka di navbera behra Xezar, Behra Reş û Behra Spî hatine.
Zanîngeha Oxfordê: Komeka piranîya wan misilman…
Ferhenga Zanîngeha Oxfordê jî kurd ne wek neteweyekê lê wek komeka misilman daye nasîn.
Tirk kî ne?
Li gor ferhenga Zanîngeha Cambridgeyê “ew kesa/ê ji Tirkiyeyê ye.”
Zanîngeha Oxfordê: “Yên bi eslê xwe Selçûqî û Osmanî…“
Li gor Wikipedia Kurdîyê, kurd kî ne?
Kurd neteweyeke îranî ye û yek ji komên etnîkî yên dîrokî ya Rojhilata Navîn e. Kurd bi piranî li ser axa Kurdistanê dijîn ku piştî hilweşandina Împeratoriya Osmanî welatê wan (Kurdistan) ji aliyê dewletên nû wekî Tirkiye, Sûrî, Iraq û Îranê ve hatiye parçekirin û hatiye parvekirin. Li derveyî Kurdistanê kurd li Anatolyaya Navîn, Xorasan û Qefqasyayê jî dijîn, herwiha diyasporayeke kurdan a mezin li welatên ewropî hene.
Kurd bi zimanê kurdî ku di malbata zimanî ya hind û ewropî de ye xeber didin.
Nifûsa kurdan li gorî texmînên 2015an û 2017an di navbera 30–40 milyon e. Mezintirîn nifûsa kurd (14-21 milyon kes) li Tirkiyeyê ye.
Piraniya kurdan misilman in, kurdên ku bi hewramanî, kurmancî û soranî xeber didin bi piraniya xwe sunî ne û ji mezheba şafiî ne. Li herêmên Kirmaşan, Luristan û Hamedan ên Başûrê Kurdistanê kurdên şia jî hene ku bi kelhûrî an jî feylî xeber didin. Kurdên elewî li Bakurê Kurdistanê, li herêmên Dêrsim, Mereş, Meledî, Erzingan, Sêwasê hwd dijîn.
Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem hêzên hevalbend ên rojavayî bi ser ketin û di Peymana Sevrê ya 1920an de ji bo avakirina dewleteke kurdî şert dan. Lêbelê, bi Peymana Lozanê sînorên Tirkiyeya îroyîn hatine danîn û ev soz piştî sê salan hatiye şikandin. Di encamê de li hemû welatên nû kurd ketin statûya kêmaniyan.
Dîroka nêzîk a kurdan gelek komkujî, serhildan û pevçûnên çekdarî yên hîn jî li çar aliyê Kurdistanê berdewam in dîtin. Kurd li Iraq û Sûriyê xwediyê herêmên otonom in, pê re hereketên kurdan li seranserê Kurdistanê ji bo mafên çandî, otonomî û serxwebûnê têdikoşin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.