Kanala televîzyonê Kurdistan24ê 20 xebatkarên xwe yên li ofîsên Tirkiyeyê ji kar derxistine ku navenda kanalê li Hewlêrê ye.
Di ser avabûna Kurdistan24ê ra 8 sal derbas bûn ku aniha rêveberîyeka nû bi rê ve dibe. Piştî ku rêveberî guherîye çendîn karmendên xwe yên li ofîsên Tirkîyeyê ji kar derxstine.
Derbarê vê yekê da rojnamegerê bianetê Ferid Demirel hevpeyvînek ligel xebatkarekî Kurdistan24ê kirîye.
Li gorî nûçeya bianetê rêveberiya nû ya Kurdistan24 TVyê “guhertina şîrketê” kirine mahne ji bo rojnamegeran û medyakaran ji kar derxe. Li ofîsên Tirkiyeyê yên kanalê, 26 kes dixebitîn.
Kurdistan24 TV nêzîkî Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzaniyî ye û beriya niha bi demekê Ahmed el-Zawîtî bûbû Berpirsê Giştî yê Weşanê. Abdulhamîd Zebarî jî weke berpirsê malperê hatibû tayînkirin.
Li gorî gotina xebatkaran, beriya niha bi çar mehan gotegot belav bûne ku wê hin kesan ji kar derxin lê ji wan re ti tiştek bi rengekî fermî nehatiye gotin û ji ber vê jî ew her dem ditirsiyan ku wê wan ji kar derxin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Xebatkarên ku daxwazên rêveberiya nû qebûl nekirine, li beramberî van daxwazan, ji rêveberiyê xwestine şert û mercên wan ên karkirinê baştir bikin û meaşên wan ên sê sal in nayên zêdekirin, zêde bikin. Piştî van daxwazan, rêveberiya nû, ew ji kar derxistin.
ji bo dewama nûçe/hevpeyvîna li bianetê bitikîne.